Salih Demicer
Berî nîvro
Her kesê Ku Hiso dîtibû bê çawa bi lez derbasî mala Reşo bû wî naskiribû ku ew ji bo
tiştekî girîng hatiye, Hiso yê ku tucarî xwe di babetên wiha de ranedigirt û her digot :
av di golan de bimîne genî dibe, bi rûniştina xwe re, babet ji Reşo re vekir:
-min ji lawê Tere keçeke wek heyvê dîtiye, doh çavê min lêketin, min bi xwe re got: bi xwedê
ev mala û mala Reşo ji hev re derik u dermanin, maleke ne kême, xwedan namûs û berin, tu
leke lê tunene. Ez doh li wirbûm û min ji ber xwe de ji wan re li ser rewşa we got,
camêran ji min re gotin xem nake, ka em hevdu bibînin.
Reşo yê ku ev bûbû cara dehane ku xwe li deriyê Hiso girtibû û jê xwestibû ku cihekî
guhêrê jêre bibîne, dema ku ev gotinana bihîstin xwest hinekî xwe giran bike û bi
pozbilindiyekê jêre got:
- Hiso tu dizanî ku ne maleke wek mebe, ez nêzîkî wan nabim, keça min ta rêza
şeşan xwendiye û dikare devê Avokatekî bigre û lawê Min jî raste hinekî dikulî, lê
ew bi qasî xwe ye, divê Mala ku em pêre bibin yek bi kêmanî wek me bin ku ji me ne
baştirbin.
- Bavê Min dunya dayîn û standine, hûnê li hev rûnin û li hev bikin, keça wan jî xuha mêrane,
dibêjin ew bi berbangê re şiyar dibe bi tene xwe, dêw diklê, hêvîr distirê, nên dipêje,
taştê amade dike, diçe pezê Malê Didoşe û hînjî malên derdorê di xew de ne.
tiştek pêve tuneye, emê herin nanekî li wir bixun, eger te rewşa wan nepejirand, tu
li mala xwe ew li mala xwe, ma kes dikare keça te bi zorê ji te bistîne.
Bi van nerîn û pêşniyarên Hiso, Reşo pejirand ku here rewşa wê malê Bibîne,
Reşo, wek hemî gundiyên xwe guhêr li nik wî wek kevirekî bû ku pê sê çivîk di kuştin,
ji alîkî de lawê xwe bi jin dike, ji alîkî de keça xwe dide mêr û ji alîkî de jî, xwe ji dayîna
pereyan diparêze, her wiha vê yekê dihîşt ku kes nikaribe xwe bi qelen li xwîşka
xortekî deyne û yê ku ev yeka bikira ewê bihata şermezarkirin, bi rêznegirtina
gerdişên gund.
Di nîva rê de Hiso wek yê ku li tiştekî ji bîrbûyî haydar bibe ji nişkave ji Reşo
re got:
- Reşo camêr ji min re gotibû : çênabe em keça wî bibînin ta ku em li ser her tiştî
li hev dikin, piştre ewê bê deng Piyalek çay bi mede û bi lez ji hundur derkeve û çênabe
em zîq li keçikê binerin, merov nizane dibe ku ev çîroka ji binî de nebe, aniha tu xwe
têxe şûna wî, ma tu vê yekê li ser xwe dipejirînî?.
-na bi xwedê na, ew Camêr lawê Camêrane, ma ez kor bûme vê yekê bikim, ji mafê wîye ew namûsa
xwe biparêze, ji xwe ez bi kesên wiha pir şa dibim, Hiso ku salixdana te di cihê Xwede
be, bi a xwedê Emê bi vê malê re bibin yek.
ber êvarî
Hiso û Reşo li mala ku ji doh de Hiso ew hibijartibû, rûniştîbûn, her yekî li sîngê
xwe dixist û kesekî hevbeş ji xwe re ne didît, çîrokên lêpirsîn û lêgerînê ji hevdû re
şîrove dikirin :
-bavê Min ev nifûa bi tiştekî razî nabe, di dema mede me herdû aliyan, bi du sê hespan
bûka xwe derdixist, yên niha ku bi dehan tirimbêl li dor wan tunebin çavên wan têr nabin.
Ev gîş ne gereke, here were tevde deh kêlîlkin û ewê derbasbin, îca ev hole mola ji bo
çiye, ez tê nagihêjim?!! yê min guhêra bi roj tevde nakeve serê min, lê emê çibkin ew wiha
dixwazin, bila ev jî bi ya wan be.
- de ka em ji bo birin û anînê li hev bikin, emê Sibe çawa pergî hev bên, dem dereng bû û
divê Em herin da ku em xwe ji sibe re amade bikin.
- emê hîn çi li hev bikin bavê min, me berê ta di derziyê re kir, ku em ji ser gerdişên
bav û kalan dere rê neçin, emê berbiyê xwe bişînin û hûnê yên xwe bişînin û dema em
herdû serî amade bibin emê li nîva herdû gundan keçên xwe bi hev biguhêrin.
- naxwe divê em berê navbera herdu gundan bipîvin bê ew çend gavin da ku kes ji me zorê nede
ser yê din.
-ji bo vê yekê serê xwe ne êşînin, nîva gundê Bozan û Moran Kevirê Bûke, me berî çend
rojan du bûk li wir bi hevdu guhêrandin.
roja din
roja pêncşemê, li ber kevirê Bûk xirecira herdu aliyan digihîşte ezmanan:
- pismam ma namûsa me lîske hûn pê bilîzin?!! bû deh kêlîlk em li benda we ne, hûn çima dereng
man?!.
-ma çi bi destê me heye Xalo, xeberdarê me dereng gihşte me.
- Xalo heyran, de çîrokê mezin nekin, emê bibin malekê, ma ji îro şûnde, em kîne, hûn
kîne!!. De her kes bi destê bûka xwe bigrin û vegerin mala xwe.
piştî giftûgoyeke dûr û dirêj hinekî hêrsa wan daket û her çendek li alîkî li hev kom
bûn û bi dûmana cixareyên xwe konek ji bêdengiyê bi ser jin û tirimbêlan re vegirtin lê bi
avêtina dûvên cixareyan re bê dengî hate birrîn û kêşeyeke din derket holê:
- hûn berê dereng man ne bese, hîn em keça xwe jî berî ya we ji tirimbêlê daxin?! Na bi
xwedê ta vir û bes.
-bêhna xwe fereh bike.
- çi bêhna xwe fereh bikim, ma ev yeke bûyînê ye ?!.
- çima ne yeke bûnê ye, wejî bi mere xinizî kir. We got Kevirê Bûk di nîva gund. Bozan û
Moran de ye, me doh gav kir, em aniha bi bîst û pênc gavan berve gundê we çûne, ma evjî yeke
bûyînê ye.
lê aliyê Jinanjî xirecir ne kêmî ya mêran bû:
-ev çi herî bû me bi serê xwe kir.
-bila me bi çolikan re keça xwe biguhêranda û em bi van kûçikan re nebûna malek.
-wax wax wax, me keça xwe bi zêr xemiland û ji wan re şand wanjî keça xwe rût û repal ji
mere bi rê kirin.
-bi xwedê ku ne ji fediyan ba me yê keça xwe vegeranda mal.
-werin ji xwe re li vê bêtara giran binerin, we bi destê xwe li serê xwe kir, keçê ma we tu
gund ji vî gundî pêve nedît ku hûn keça xwe pêdin?!!.
Hiso yê ku di navbera wan de dixebitî xwe avête dest û lingê wan da ku xirecirê bi dawî bîninê:
- Xalo heyran, hûn çima bi ço deng dikin, her tişt bi xweşî çareser dibe, ezê ji were
pêşniyarekê bêjim. Bila ji her aliyekî jinek here li ber deriyê Otombêla aliyê din
bisekine û ezê ta sisiyan bijimêrim, wê herdu jin di heman kêlîlkê de deriyê Otombîlê vekin
û bûka xwe derxin.
herdu aliyan pêşniyara Hiso yê ku bi vî karî navdarbû pejirandin û ji her aliyekî jinek
çû li ber deriyê Otombîla ku bûk têde sekinîn û li çavên Hiso zîq nihêrîn.
dema ku Hiso dit herdu jin amadene, destê xwe yê rastê wek ku di pêşbirkekêde be,
bilind kir û got:
- yeeek….doooo…. bidê Medê.
di nav lîlîna jinan û tûtetûta tirimbêlan de, her aliyekî rahişte bûkeke kevirî û ji
kevirê Bûk vekişiyan.