Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Welato !(1)



Konê Reş
Diyarî ji helbestvanê Amedê (Receb Dildar) re
Welato !
Ji wan re bibêje !
Ji wan re bibêje ku ;
Welatînî ne hêsane
Welatînî , dilsozî û bargiraniye ..
Welato !
Ji çiya û zinarên xwe re
Bibêje ku ,
Mirovên çê
Di deverên teng de xuyane...
Welato !
Tu çih û demî .. ,
Hebûn û sinc û afirandinî ..
Hebûna te ,
Hebûna welatiyên te ye ...
Welato !
Tu pîvan û terazoyî
Tu welatiyên çê û ne çê
Ji hev cuda dikî ,
Pîvana welatiyên te bi te ye.
Welato !
Kes nikare hêza te nasbike û
Bigihêje dawiyê ,
Ew hêza ku di ziman û
Çiyayên te de
Kom bûye ;
Di binax û seraxa te de
Veşartiye ;
Di çem û cobarên te de
Diherike ;
Di mêraniya xelkên te de
Xuyaye ...
Welato !
Xelkên cîhanê sosretmayî man ,
Dema ku naskirin:
Zerdeşt pêxemberekî te bû ;
Selaheddînê Eyûbî mirovekî te bû ;
Dicle û Firat dû çemên tene
Agirî û Cûdî çiyayên te ne...
Ji wê hingê ve Welato ,
Tu di derîyekî mezin re
Derbasî dîroka cîhanê bûye ...
Welato !
Ziman nayêne dizîn ,
Kes nikare zimanê welatiyên te bidize ,
Ku welatiyên te li zimanê xwe
Guhdar bin û lê bi xwedî derkevin,
Lê ku di ser guhên xwe re avêtin û
Bi zimanê biyanîyan axiftîn ;
Wê hingê Welato !
Ne welatiyên te xwedî saristanîne ,
Ne jî zimanê wan zimanekî
Bingehîne ...
Welato !
Ji wan re bibêje ku;
Hebûna gelan
Di zimanê wan de ye ..
Welato !
Ji wan re bibêje !
Ew kesên dudilî
Ku bi tenê di roja xwe de
Di ponijin û
Li ser malê dinyayê
Di nûzin ...
Ku wek wan kesan
Wê di nav pêlên demê de
Zû winda bibin ;
Dem rehmê li wan nake ...
Çendî pere û avanîyên wan hebin ..
Lê ew kesên ku
Mal , can û tev hebûna xwe
Diyarî te kirine û dikin ..
Ji wan re bibêje !
Hûn mûm û findên min in ,
Çendî dem bi pês de here ,
Wê navê we bi tîpên zêrîn
Di dîroka gelê Kurd de
Bê nivîsandin ..
Welato !
Tevî pirbûna birînên axivtî
Di bedena te de ...
Tu bi hêz û zexmî ..
Ji ber ku tu mezinî û
Ji ber ku tu mezin û zexmî
Tîrên neyaran têne te û
Birîn di bedena te de vedibin
Belê çendî xwîn Ji wan birînan bê û biherike ..
Ew xwîn xelas nabe ;
Û dawî wê zora demê here ,
Ji ber ku hin bi hin
Dem ji xwîna welatiyên te
Bi çûktir dibe û
Serketin nêzîk dibe ..
Bê goman di wilo rewş de ;
Maf jî , wê gelekî giran û buha be ,
Û berpirsyarî
jî wê hêj buhatir be ..
Vêca Welato !
Ji welatiyên xwe er bibêje !
Li tev cihên ku lê dijîn ,
Nefer û kom ,
Rewşenbîr û torevan ,
Siyasetvan û partîzan ku
Tu welatê tevanî ..
Sînga te ji tevan re
Vekirîye ,
Çendî pir bin , têvel bin û
Ne li hev bin ..
Welato !
Çendî welatiyên te pir bin
Di bîr û baweriyan de
Têvel bin,
Nîşana xêrêye ,
Nîşana pêşketinê ye ..
Lê welato ji wan re bibêje:
Kuştin ,kuştinê tîne
Zikreşî ,zikreşiyê tîne
Xwîn bi xwînê nayê sûstin
Kuştina welatiyan
Kuştina Welat e Welato..?!
Ji wan re bibêje Welato ku tu;
Welatê tevanî
Kevin û nûyê tevanî
Hebûna te ji tevan re
Pîvan û terazuye ,
Dadgeh û dadgere..û
Dawî, tu ji ramanên di serê tevan de
Bilindtir û firehtirî...
Welato !
Ji wan re bibêje ;
Ku ne em li hev rûnên
Bi mejiyê di serê xwe de
Bi fikirin,
Pirs û bersivên xwe
Hawar û gaziyên xwe
Kul û xemên xwe
Ji hev re bibêjin û sanî hev bidin
Ewên ku di nav xaka te de sîn dibin
Em nagihêjin armanca xwe û
Wê halê me ev hal bimîne ...
Welato !
Ez ne bawerim ku kes karibe
Pişta te bitewîne
Ji welatiyên te pêve ;
(kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe )
bê guman ;
Zerera te ji zarokên te ye
Ewên;Nezan û çav girtî
Ewên ku heyranê canê xwe tenê ne
Welato !
Me sehnekiriye ku ,
Tu hêz di dinyayê de
Kare welatiyên welatekî hevgirtî
Bişkîne ,
Ku ew welatî
Di bin yek gotinê de bilivin ..
Û me seh nekiriye ku
Tu hêzî di dinyayê de
Welatiyên welatekî hevgirtî
Bi hev re alîkar û hezhevkir
Tewandine ...
Welato !
Baweriyên te
Di paşerojên nêzîk de
Pir mezin in,
Ew baweriyên ku
Di geftûgo û
Danûstandinê de
Dibin yek û ew yek ,
Rêka aştî , azadî û serxwbûnê
Bi dûv xwe de dikişîne ,
Çendî welatiyên te
Di ramanên xwe de ...
Dûrî hev û têvil bin ...
Welato !
Ji wan re bibêje !
Yê ku bi rast û durist ..
Welatîkî dilsoz û xemxur be ..
Ew Berpirsyare ..
Û ji demê re bibêje Welato !
Nivîsandin ne henek û tenazin ..
Nivîsandin jî berpirsyarî ye ..
Ji wan re bibêje Welato !!!

Konê Reş
Qamişlo
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net