Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

De rabe
Ronî Elî

De rabe
An siwar be, An peya be
Bigre, An berde
Bikuje, An biderde
Di koşkî giyanê dilê telîz de
Daniştî nemîne
Di govdeyê jar û zebûn de
Bihostan nepîve
Û Xençeran daneçikîne
Di birûska çavîn melûl de
Bazara kujtinê nede û nestîne
De rabe
***
De rabe
An siwar be, An peya be
Dem.n girgîn, şevên avis
Di kovana pişta bê bav de
Har neke
Sirûda guristana xwen.n Buharê
Pif neke
Û di sirtê mila xûz de
Ne qêrîne
Nelîlîne
Û nebişkifîne
De rabe
***
De rabe
An siwar be, An peya be
Di derlnig û zendik.n şevê de
Hêlan neke
Karwanê Kujtiyên dil ketinê
Di navbera mij û mijgulan de
Siwar neke
Di quncik û pêsîra xewê de
Netevize
Nekeve
Û keserên serê sibehê nerefîne
de rabe
***
De rabe
An siwar be, An peya be
Bi rêber û lehengên rêxistinên Avê re
Peskê di parçeyên mejiyê nîv parçe de
Ne avêj û çeneke
Bi Siltan û dema bê dem re
Mêzîna pîvana piska xwe
Ji mofirkên stûyê bê mofirk
Li ser sîngê piriştî
Hew deyne û veke
De rabe
An siwar be, An peya be
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net