|
|
|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
|
|
|
|
Li Te Digerim
Messud Akko
Li Te digerim
Li nêv rupelên mirinê
Û babîsokê tirsê
Li nêv qoqên sikestî
Û deryên xwînê
***
Li Te digerim
Li xak û ezman
Di nêv ewran û mijê de
Di xelekên agir de
Di sêgosiya baranê
Û mirin û evînê de
***
Li Te digerim
Di nêv volkanê evîna xwe
Di nêv erdhejana dilê xwe
Û agrê seyda min
Û giryê jana min
***
Li Te digerim
Di çavin tirsê de
Di ruyên sewitandî
Li xaçrêkin toros de
Li ser cûdî û hemrîn
***
Li Te digerim
Min te dît û buhar çû
Û rok çû ava
Û roj nema hatin
Û mirin ez pêçandim
***
Li Te digerim
Jiyana Min bi rewanê teye
Xewa Min li ser xaka teye
Ez digrîm li ser rojên bûrî
Ez digrîm çima li te geryam
***
|
|
|