Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Gêriyem
(gêriyê sêling)

Rojek rojan xewnan dijîm
Tîjkên tafa bin de kewîm
Tozên çolan pirr pê gemrîm
Avzîn daran lez lê gerîm

Hêdî rewan ji xew vejîm
Sersî dirryan ez pê hesîm
Dîsan wîjdan dinyam basîm
Armanc dû re venahesîm

Doman dubar rêka qewîm
Dawî zeman ez pirr westîm
Zinar tenha kûr pê nalîm
Armanc dûr e venegerîm

Ezman zemîn bi we sêwîm
Binard stêrk şeng û hêvîm
Bighêm armanc hên ne mirîm
Hildim jiyan kara birîm

Ji niskava nerm dibhîsim
Gêrîk sêling hûr dibînim
Kulak sêrak gav dimeyzim
Viyan çelek pê dimînim

Silav rêzan gêrî pirsîm
Kuh de diçêt ji wî xwasîm
Çih dilehbêt ber wî gerîm
Kulak kûtak pê re heyrîm

Bersiv wî da haciyê diçim
Deşt û baylan lê derbazim
Berî û zewam hên pêgihêm
Haciyê dûr e lê niyazim

Gêrî sêling pê re behcîm
Veger qurban ez sax westîm
Haciyê dûr e ez têbortîm
Qet naghênim da pirr xebtîm

Goya gêrî ez pê hezîm
Jiyan zor e lê pê gerîm
Awat hebê her dem dijîm
Gihêst nebe her bo ejîm

Gêrî da rê dûr pê nirîm
Kulak kûtak gavên ez kîm
Pa gir ew ket da wî nebîm
Gêrî gêrî jê bir xwey hîm

© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, osmanabdll@aol.com, Berlîn, Tîrmeh 1995.
Çîroka Gêriyê sêling ji çandeya devokî ya serhildanên kurdan e. Haciyê yanê Sengalê - pîrozgayê gerîna mirov ber Xwedayê - ye.
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net