|
Evîndarê zimanê kurdî (FELATÊ SIRÛCÎ)
Mislim Kobanî
Bi xemgîn û êş piştî du sal di ser koçkirina evîndarê zimanê kurdî
FELATÊ SIRÛCÎ yê ku jiyana xwe ser û ber kir xizmetî zimanê xweyî dê re
derbas dibe di bîra xwe tînim û ev mirov hêja di jiyana xwe de bas xizmetî
zimanê Kurdî kir û roleke wî ye mezin hebû dipêsxistina zimanê Kurdî li
herêma kobanî û her weha berdewam bû ta roja koçbakirina wî ya ku dilê
her yekî kurdhez û zimanhez êşand.
Divê em bawer bikin ku mirin her mirin e, lê mirina mirovekî wek bavê REWAN
xebatkar, rewsenbîr û nivîskar du çareye. Çarek ew wek mirov ji nav dost û
hevalên xwe bardike û çardin wek xebatkar ?rewsenbîr û nivêskar ji nav refên
xwe bardike, lê xeman meksin FELATÊ SIRÛCÎ (MISTEFA ELAS) ew sinc û ramanên te
yên bas di nav camawer de tên gotin û nivîsa te tê xwendin û wek pêsiyan gotiye
Şêr dimre çerm dimîne û mirov dimre nav dimîne.
Bi rastî ku çiqas em li ser bavê REWAN bi axifin û dengin wê em nikarin mafê
kiryarên bas û xwes yên nemir MISTEFA ELAS di cend rûpelan de ji hev re
bijmêrin û wînin zimên, ji ber ku bavê REWAN yekemin rojname bi navê
(El-Ferat) li herêma Kobanî bi alîkariya hin hevalan damezirandin û her weha
bû endam di komîta rêvebir ya rojnama NWEROZ a kurdî ya ku Partiya Yekîtî Ya
Demoqrat a Kurd Li Sûriyê diwesin.
Lê ne tenê pesinan bikin ?ne tenê keser û hêstiran bi ser gora nemirê de
bibarînin û dilovaniyê ji re hêvîkin? belê? daxwaz ewe ku em karibin canê
nemirê xwe û her weha yê her mirovekî ku bi hêviya doza miletê xwe serî danî?
sabikinê Em karibin wan armanc û baweriyên ku hatin qurçîmandin bi serxînin û
ronahiyê Li wan bikinê Ev di baweriya min de nîsana hezkirina me ji nemirê me yê
gewre raye.
Lê ez dixwazim mizgîna cûna sedamê xwînxwar yê ku li dijî mirovetiyê di xebitî
yê ku kurd bi cekin kêmawî qirandin îro ji ber hêzên lesgerê emêrka çi bi çi
dirive û çî warek di vê dinya mezinde jê re nîne û wek berê pêsiyên me kurdan
gotiye ayê Bizinê kol ji ya bi qoç re namîne û em karin ji tere bêjin cûna sedam
destpêka cûna gelek rêjîmên dine li rojhilata navîn û hêviyên gel û zimanê ku tu
di berde dixebitî roj bi roj bilind dibine kek MISTEFA.
Û hezar rehmet li rewanê te be û cihê te bihişt be
12-12-2003
|
|