Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Ziman û Netew

Pîr RUSTEM
Pirustem@scs-net.org

Eger ku, em bala xwe bidin navnîsana gotarê emê bibînin ku, "me" ziman xiste pêşiya netewê û helbet ev yeka ne ji dilxwezî yan jî ji valahiyekê hatiye û ne jî ewê bi evê gotara me re, weke rasteqîneke dîrokî ya nuh bête bi lêvkirin û nasîn. Qet na û eger ku, em li dîroka milet û netewan vegerin, emê evê rastiyê bi rengekî aşkere û beloq bibînin, Ku di pêşiyê de û ji her civakekê re zimanekî cuda û taybet hate damezrandin û di dû re ew civak û li gor ewî zimanê taybet hate bi navkirin.

Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku, ziman weke heyîn û zaraw di pêşiya netew de ye û wilo yek têdighe ku, ziman weke regeze ji yên komele û netewan, ne tenê ji yên serekeye, lê em dikarin bibêjin ku, herdu zaraw dikarin şûna hevdu bigrin. Ango yek dişêne bibêje: Ziman netewe û netew jî zimane.

Lê em naxwezin ev dîtin û baweriyên me weke nijadperestî yan jî bi merema hişkbûn û nepejirandina "Yê din" bête fêmkirin. Em ti carî naxwezin wê rolê bileyzin û weke hinek rewşnbîrên evan miletên derdora me ku, dixwezin "bi bêjinkê rokê veşêrin" û "bi şûrin textî şerê firfirokên aşên bê bikin".

Têlên istirî yên evên sînorên ku, em di hundir evan cigrafiyan de bend û dorpêç kirine, dê nikaribin li hember bayê guhartin û gulobalîzmê rawestin. Ne tenê ji ber ku, ew yasayeke sirûştêye û eger em bixwezin an na, dê bimeşe û tenê alîkirin an jî rawestandina me di pêşiyê de, dê di nêzîkbûn û derengiya ewê guhartinê de akamiya xwe bike. Lê ji ber ku, alikirina me digel evê guhartinê de karekî pêşverûye û wilo, helbet li gor dîtinên me, em bi evê alîkirina xwe zûtir ber bi gorepana şaristaniyê diçin û gaveke din ber bi komeleya mirovantiyê davêjin.

Çima ev bawerê û çi dihêle ku, em ji gulobalîzmê û guhartinên ku, di civaka îro de çê dibin netirsin, tevî ku, em weke civak, çand û netew ji yên bindest û lawezin, li gor evên derdora xwe û yên cîhanê. Ev netirsiya me tenê ji sedemekê tê: Ew jî ku, hertim jiyan ji yê dikare li gor rewş û heyama nuh bijî re ye. Ango, eger ku tu nikaribî li gor şert û mercên nuh bijî, dê çarenûsa te weke ya DÊNESOR be û tu yê di hundirê rûpelên dîrokê de winda û ji bîr bibe û nimûne pirin. Bi sedan milet û imperetoriyên ku, rok ji ser wan winda nedibûn, windabûn û îro ji bilî hin kavilan li şûn xwe nehîştine û pirekan ew kavil jî nehîştine. Lew re emê bixwezin ku, em hevpişkê evê guhartinê bin û miletê xwe nexin bin dolabê destarê wê ku, ew careke din bête herifandin.

Tiştê din ku, dihêle em bi evê guhertinê re bin û alîkariya wê bikin weke rewşebîr, milet û civak, ew baweriya ku, me di pêşî de gotibû û naskirina me ji dîroka demizrandina ziman û netewan re ye ku, ew golên komele û cigrafiya dûrî hev û tinebûna alavên ragihandinê yên ku, îro di dest me de, ne dihêşt ew civak û kesên wan komeleyan bighên hev û digel hev têkiliyan bi afrînin û wilo têbighên ka civaka din çi nîşan, nav û gotin li tiştên derdora xwe dike û wilo digel hev yek ziman û netewê bidin damezrandin.

Ango em çi dikarin bibêjin: Ji ber ku, civakên kevin ên ji berî hezarên salan û piştî ew weke civakên mirovantiyê ên pêşîn ku, ji jiyana hovîtiyê û sewalan hatibûn birîn û divyabû ji xwe re nîşadeyina bidin afrandin, ev ziman û netewên me yên cuda-cuda hatin holê û eger ku, ev têkiliya me ya îro di dest wan de heba, dê evqas z iman û netew derneketana meydanê.

Lê îro û bi xêra evan alavên ragihandinê û têkiliyên digel hev ku, hêştiye gerdûn bibe malek û ne tenê gundek, dê bihêle careke din em li dor yek ziman û netew bicivin. Bi gotineke din em dikarin bibêjin: Di paşerojê de, dê di evê goga ku, bi navê gerdûn û zemînê tête naskirin, tenê yek netew û yek ziman bimîne û bijî û dilxweziya Resûl HEMZETOF ku, naxweze hemû zimanên dinyayê di yek zimanî de kom bibin, weke çawa stêr tev di hundirê heyvekê de bicivin û nîvê ezmên bigrin, dê di nav rûpelên dîrokê de winda bibe. Ji ber ku, ronahiya heyveke wilo ji ya wan stêrên bela-wela bêtire û dema me, ya ronahî û zanyariyê ye.

Wilo em dikarin bibêjin: Netew ji berî zimane û li dijî navnîşan û bervedaniya xwe ya pêşîn derkevin. Ji ber ku, dema me ya îro dive ne tenê ya zanyariyê be, lê gereke digel wê em mirovantiya xwe fireh û kûrtir bikin. Em her tiştî ji mirovantiya mirov re bikin qurban, ne ku, mirov bikin qurban ji ol û bawerî, netew û cigrafiya yan ji al û sirûdekê re. Eger ku, em nebêjin: Ji xêzek erd an ji mirîşkekê re.

Û li dawiyê emê bersiva arêşeyên zimanê kurdî û pêşxistina wî ji zimanzanan re bihêlin ku, ew evan pirsgirêkan çareser bikin. Lê tenê em dikarin hin têbîniyên xwe bînin zimên. Ji berî her tiştî û di pêşî de û da ku, em karibin zimanê xwe bi pêş bixin dive em hin gerkiyan bi dest xwe ve bînin.

Li gor dîtina me û da ku, civak an jî dozek bi ser keve, hinek merc jê re divên û yên sereke, weke em têdighên evin: Aboriyeke xurt û zanyariyeke pisporî, digel wan jî dezgeheke durust û rewş û heyameke demokrsiyê, da ku, ew kar û xebat ne kût û kulek be û ew bi gavin li cih ber bi pêş ve biçe.

Mixabin, dema em li rewşa civak û tevgera xwe: Çi ya konevanî yan jî ya rewşenbîrî demeyzînin, em dighên ewê baweriyê ku, em dûrî wan şert û mercane. Lê ev nayê wê wateyê ku, miletê me dê her tim di rewşeke wilo kambax û wêran de bête kuştin. Ji ber û weke me ji berî nuha jî gotiye: Gerdûn bûye malek û ev bûyerên ku, li derdora me çêdibin dê akamiya xwe li me jî bikin, lê dive ne her tim em li benda "Yê din" bimînin da ku, ew her tiştî ji me re pêk bînin. Tevî ku, em civak rojhilat û weke ew kesê nesax û ketiya nivîna bercandanê, eger ku, ne bi xêra derzî û dermanên ji derve be, dê nikaribe li hember nesaxî û belavbûna veyros, di hundir laşê têkçûye de, raweste û careke din rabe ser piyan… Û ba û "Bahoza Beyarê" dê bighe hemû quncikan û yek ji van quncikan jî, milet û zimanê me ye. Lew re bi xêr bête ew guhertin û gulobalîzim.

Cindirês-2003
designed by Dengê Malpera Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net