Damarên te dirêjin mîna
Dara şengebî liber çema
Gihîştî mêjûyê dîroka
Mirovahiyê li her dera
Joriya Zemînê te çiya
Çayê Pozbilind ta ezmana
Kumik sipiye mîna Mela
Kember hişîne weke Kewa
Çem û kanî li her devera
Dehl û daristan, li her wara
Buhişta li navbera Çiya
Cineta dinyayê va dera
* * * *
Çiqas digerîme li nav dar
Demek dirêj boriye biger
Çavê min westîn, çûne jiber
Hêviya dîtina te buhar
Lê nema tu dihatî bi xêr
Ji dest wa dijminê xwînxwar
Welat ma buhişta bê buhar
Bi ser te de gule tênexar
* * * *
Ji guleyên mişt bi bayê jar
Dikuje kal û jin tevî zar
Berbad dike keriyên koçer
Tev zevî û bistanê cotyar
Di civîne eylo û laşxwar
Ser laş û berata li beyar
Dişewitîne çiya û dar
Dikelîne kanî û rûbar
* * * *
Ji çiya derkete pêt û ar
Pijak avêt ser dijminê har
Tihna xwe dabûyî hemî war
Cîhan tev pê bibûyî guhdar
Gotibûn; na .. na nîne ew der
Di ferhengê de nîne ew kîşwar
Di nexşê de tune xaknîgar
Bi navê Kurdistana hejar
* * * *
Nîne ew çiyaên berfbar
Tuneye banî û newalên kûr
Windabûne ew herdû rûbar
Dicle û ferat, tevî bajar
Mîna xaka cotyarê bêpar
Bûye wa zemînê mişkan xwar
Weke axa û begên zordar
Belê zemînê Kurdan mişk xwar
17.3.2000
(Şûrazad Abdo) ji Efrîn