Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Rexneyek Giştî

Şûrazad
Gotinek kurda heye dibêje: ger ga ket, kêr pirdibin.. ev nimûneya (penda) birengekî giştî liser partiya PKK ê siwardibe.. ji ber ku nebese heyşde dewletên (kîşwarên) hêzdar, bi salûxgêrên xwe ve, li dujî va partiyî xebitîn û rabûn , ta ku gihîştin qonaxa ku kanîbûn dest bavêjtana seroketiya wê û bigirin..û bidin dest tirkan.. hîn xwendevanên me jî birengekî gelemper û bi awakî din tevî wa xebatê dibin.
Ji xwendina hemû gotarên ku liser PKK, û rewşa wê, îroj tê nivîsandin tê xuyakirin, ku kurd êş û dijminatî û kujtiyên xwe li hember hemû kesên cîhanê jibîrdike.. lê dujatiya xwe ya siyasî li heberî hev qet tu carî ji bîrnakin.
Tiştê ku tê zanîn her partiyekî şaşbûn û rastiyên wî hene.. an biwateyeke din (erînî û neyîniyên xwe hene) ango demê merovek bixebitê.. helbet wê di gelek ciyan de têkeve çewtiyan.. û di demê de jî tê rexnekirin.
Em dizanin ku PKK weke partiyên din kete gelek çewtiyan, lê em nikarin qencî û serkevtinên wê di gelek cihan de jibîrbikin wek (yekbûna kurdistanê) liser rê nemûnê nehejmartinê.. kîjan demê û kîjan partiyî kanîbû sîhezar merov, mêr û jin, kal û pîr û zaro li bajarê (şarî) hewlêrê an silêmaniyê an ormiyê an senê (senendacê) û li ewripê rakirina serpêya û daxistana pêvajok û meşana..û ew canî fedakar di gelê kurd de biçanda û şînbaniya.
Îrojî çima ketine tengiyê-(wek dibêjin: ji her hespekî re vekulimandinek heye), vir û wêve rewşenbîrên kurd kînên xwe pêre saxdikin, û rexneyên xweyî tûj bi tunekirina wa partiyî ku bi xwîna xortên me avabûyî didin nîşan.
Û ewana dikin sedemê her tiştekî xerap li kurdistanê (şerê birakujî û xwîn, kujtin û lêdan..) û dijminê ku têde bilingokê (fotbolê) dilîze jibîrdikin.. û merovên me didin kujtinê.. û welatê me didin talanê.. ewana jibîrkirin hevgirtina serokên seretrayî (teqlîdî) yên li başûr kurdistanê li gel serokên tirkan bi dirêjiya demê dehsalên şerê birayên wan li bakor dibin ala PKK ê de.. liser pişta birayên xwe bikabê dilîstin.. û sîngê xwe bi tunekirina wan dikutan..!!
Min jî gelek rexneyên xwe, di demê de kirin, lê birengekî din.. dûrî kîn û kudretê.. mîna rexneyên ku bira ji bira bike.. ku kanibin bi rê wan rexneyan ji tengiya xwe biderkevin û li ser lingên xwe rawestin û careke din kanibin deriyên spêr û dezên dijminê xwe yî dîrokî bikutin..!!
Biwêj û çêrokvan:
Şûrazad - Ji efrîna xemgîn

Min rexneya xwe bi va helbestê kir

Bibore
Mele Şivano
Kurdistan rizgarbû û pêşmerge vegerîn mal û gel bi gulên sor berve pêşmerga diçûn û wiha digotin:
(( Bijî Pêşmerge ))

Bibore mele Şivano

Dengê te xweş tê guhano

Nemaze pesna pêşmerga

Pêşmerge yên liser çiyano

Bêkar mane li meydano

Dikin şerê wan birano

* * *

Bêzar mane liser Çiyan

Hêvî çûye li Emrîkan

Nerîn çûye li Ewripan

Pêşmerge qet natên malan

Ji dest siyaseta erzan

Ferman maye li rûpelan

* * *

Rizgarî hîn gelek dûre

Lê serbestî malbarkire

Wa şerê meyî demdirêj

Zû , zû hat birîn bi vekêş

Bangdikin dibên aşîtî

Kes nabîs, dengê merovtî

* * *

Li Felestîn serhildane

Xwîn diherik, bê westane

Li Kurdistanê hedane

Em bê maf man li cîhane

Li Ewripê tên firotane

Weke pez libazarnane

* * *

ji dîwana ku hîn belavnebûyî bi navê
(her çî birûsî ne zêre)
E:mail a min:
shorazzad@mail.sy
seafaldin@aawsat.com
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net