Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

QAMIŞLOKA EVÎNÊ ...... QAMIŞLOKA XWÎNÊ

MESSÛD AKKO

Bidim berxwe kulîlka vînê
Hilm bikim bêhna xwînê
Qamişlo dişewite
Bi agirê jînê
Yar û neyar bûne dijmin
Ax û hawar nayê gotin
Tenê ax têne avdan bixînê
Tenê xak dipêçe rewanin evînê
Nizanim temenê mirnê
Li her warî wisaye
Nizanim nextê jiyanê
Xwîna rewalaye
Bibim qurban bo xaka te
Bibim şehîd bo azadiya te
Ta ko dijmin bêje bese
Cî û warê me li ba we nema
Fermo bikin kerem bikin
Emê herin nêv xelkê xwe
Êdî bigrîm .... êdî bigrîm
Bibim xwediyê welatê xwe
Bibim nûnerê warê xwe
Êdî nema dijmin tê
Êdî bese mirin bese
Bila gul ji nûde vebîn
Bila çîçek ji nûde bêhn bidin
Xweşî herdem piştî nexweşî tê
Lê nirxê wê pir girane
Nirxê wê tê kirîn bi xwînê
Nirxê wê tê çandin bi mirnê
Ta ko bijîn li jînê
Ta ko nisrîn bimîne li şînê
Ezê bidim herdem bidim
Ta ko qamişlo vegere
Qamişloka evînê qamişloka evînê

designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net