Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Qamişlo ! Hêlîna Min

Konê Reş

- 1 -

Qamislo !
Hêlîna min:
Pêwîste bilivim , rê dirêje ... Oxir dijwar û çetîne û çend qunax mane , pêwîste em wan jî derbaskim berî xilmaşî û razanê ...

Qamişlo !
Dergehê benderan qepitandîne,û kilîtê nadin bê temen... Pêlên deryayê , dergehê rojên te vedikin û te dispêrin bahozê ... Tu bi tena xwe li ser pişta ba û babîsolkan siwar bûye û valabûnek kûr ... pir kûr te bi rex xwe ve dikişîne , dişidîne û mîna dengekî dibîje :
- Vegere cihê ku tu jê hatiye ...
Çax û demên min nînin ku ez bi gavên xwe , katijmêrên rojên te vegerînim , ji ber ku dem bibe wek çiya di navbera şahiya çûkên derya û sîn û xemgîniya gemiyan de ...

- 2 -

Qamişlo !
Pêdivîbû, ku min bi wan çend darên di hewsa xwe de, şahî bigeranda , ew darên ku ji nav daristanan revîyane û bi tev kul , êş û xemên xwe ve,xwe li min girtine... lê xuyaye her tişt xwe amade dike ji koçkirinê re , ji ber ku dara jiyanê di nav pelpelûkên demsalan de dixindire ... û tu pencere di dîwarê reşahîyê de nemaye ku kevokên berbangê bi rêka wan bifirn û xwe li ser wan darên bejin bilind deynin ... ew bejna ku kêf û ronahî bi ser min de dibaran ,koçkiriye ..
Vê sibehê refên Hechecîkan barkirin,bi hêvîme ku vegera wan nêzîk be ...

- 3 -

Qamişlo !
Min xurcezîn û zengiwê pesin , li ser pişta hesp, ber bi te ve şidandine û tev şivîlek û xaçerê li ser çiya vekirine , bejna temen jî bi nalîne , mîna xurrîna baranê ye...
Heyamekî ji tîbûnê di ser me re derbasbûye ...

Ew zihabûn jî şûrê xwe di dêmê me de tazî dike , her ku em dixazin barê xwe deynin ... lê ew çolistan her bi hewldane ku singên konê me rake û di nav rewrewkê de winda bike û nahêle ku em kirasê zivistanê li xwe bikin ... bi Têtî û Beraseyan re ber bi reşewran ve bifirin ...

- 4 -

Qamişlo !
Ezê rûbelekê ji dêmê deryayê bidizim û roja 12ê adarê li ser dêmê te yê birîndar bineqişînim , berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe , berî ku qêrîna girtiyan bibile , berî ku kenê zarokan di kolanên te de bê çilmisandin û di navtarên te de wida bibe ...

Qamişlo !
Gelo ! çima her dem berî ku roj têkeve zerikê de , tu teqeze dike ku wê roj here ava ... ?? Ku wê şerme berî çax û demên xwe bê , berî ku em li ser vî rûpelê deryayî Imze bikin ...?!

- 5 -

Qamişlo !
Çima berî ku em dergehê berbangê derbas bikin , nîvro ji xwe re li siyekê digere û nanekî gerim di navtarên te de ..? Çima berî ku roj têkeve xewa xwe ya giran de , reşahiya şevê bi giraniya xwe ve ,xwe di sînga asmanê ronahîya me de vedigire ...?? Çima vedigire hêlîna min..??!!

designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net