|
|
|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
|
|
|
|
Nebêjin em kurdin
Salih Demicer
Kurdino
divê Hûn binasin ku her hûn yê şaşin, çi bibe hûn sedemin, hûn çima gogê Dilîzin û veduxun ma
hûn nizanin ku di hundirê Gogê Dejî agirekî dadayî heye, ne tenê ev, hûn nizanin ku birayên we,
hemwelatiyên we bêzar û xemgînin, ma eva we ji çendan yeke??! Serkokê Birayên we di zîndanan de weke
segan dike kewtekewt û dinale û hûnjî bi gogê Dilîzin, birayên we di agirê xwe de diqijiline û wejî
sema û dilane, nabe kurdino nabe, hûn bi vî rengî dilê Birayên xwe dihêlin, hûn çima nankorin loooo???!!!
Ma birayên we kêfxweşbûn dema ku ji mecbûrî hûn bi hezaran kuştin??!!ma wan hûn ji war we
derxistin û gotin kurd Îsraîla dûyeme di herêmê de??!!, we çi divê? ha vaye Doh cîgirê Wezîrê
ragihandinê Bi zimanekî ji palasa we mezintir qîriya û tiştekî ku hîn kes pê nizane ji tilefizyona
Alerbiyê re ragihand:
(kurd erebin).
-ma ev qezenceke hindike?!!!.
-ma hûn tîne ?
-ne gelekî.
-hûn birçîne?
-hema hindikî.
-hûn nexweşin?.
-dîsa na.
ê xwedê Ji we ne razî, we ji xwe û fîdraliyê çê be? ma pêwîste hûn pê şa bibin, bavê Min herkes
vegerin mala xwe, bila qe kes pê hest nebe ku tiştek çêbû, ne we tiştek dît, ne bihîst û nejî
kes ji we mir, em gîş birane, em gîş erebin.??????????!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!.
dîsa wan kîna xwe bereder kir û nikaribû vê care bi nermî rûyê xwe yê reş veşêrin wek her car
wan di her warî de kiryarên reş bi şêweyekî dizî û nehênî bi kar dianîn, lê vê carê tenê
rojnamegerî bi serket û ew rût diyar bûn, wan ji bîr kir ku dem nema ew demaye ku her tiştî bikin
û piştre bêjin em birane, carekê Bobelatên ku çêdikirin dixistin stûyê kesên nediyar û carekê bi
behaneya ku du êlan şerê hevkiriye û vê carê jî bi rikberiya matşê Fûtbolê, tiştê ku nakev
serê Merov ewe ku di her carê de alêyê ku ziyan dibîne ew kurdin, di her carê de divê Kurd qurban bin
ji van kiryarên serî veşartî û qûn berz re, divê tenê kurd barê Biratiyê hilgirin û çi biratî, divê
Em her bindestê Bira bin û şîva gura bin.
-dawî-
|
|
|