Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Ji qamişlo meşî kerwan

Xwîn bû rewan xwîn bû rewan
Ji qamişlo meşî kerwan
Kerwanê azadiya gelan
Berê sînga dayî gulan

li ser desta alê rengî
pênc şehîdê sa bê deng
lîle lîle û bi ahengî
ber û gule çûne ezman

hilma xwîna birîndaran
millet derxist hemû tara
şekir û birinc bû wek baran
ser tabûtê kurdê ciwan

xort û keç û kal û jinan
bi yek dev û bi yek ziman
go " bijî kurd û Kurdistan "
dengê wan çû topa cîhan

rojek sitand ji dîrokê
qamişlo bû wek teyrokê
vegirt tîj û pîjê rokê
dijmin xist nav tirs û goman

qamişlo go: pênc hindikin
nehê dî go: em li nikin
li gelê kurd pîroz bikin
em jêre ne bi xwîn û can

dêrik pêre Hilda serî
girkê legê li yek berî
wek qamişlo ketin serî
bi rûmet dan pakrewan

rimî giha sere kehnî
rabû wek şêra ji lehnî
derbêsî amûda tihnî
raperîn tev bi şehîdan

hesekê da qîr û halan
serê dijmin kire hêlan
lê mixabin kirin talan
pato xwaran bin tinvingan

li şamê tara zorava
serî pêça ket bizava
xortê kurda wek rava
bi can mergî ketin zindan

şêx meqsûd eşrefiyê
rabû dijî ne mafiyê
efrînê wek tab-afiyê
rijandin xwîn bo niştîman

ji qamişlo meşî kerwan
weke hewlêra şehîdan
kurd kirin yek li çar parçan
rabûn hewarê kirin han

Kurdistan wa yek parçeye
Qamişlokê helebçeye
Dilê bihrî wek bexçeye
Serefraze ta asiman

Bihrî Qmişlo 21.3.2004
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net