|
Ax ji mere.. Em gelê kera
Nivîskar: Ezîz Nîsn
Werger : Messud Akko
Em, gelê kera, berya ana em bi zimanekî taybet bi me di axivîn, wek we gelê mirovan,
ev ziman xweşik û têrbû, û sazin mûzîkî mirov diksand, me distira di axivîn. Me ne
dikir zûr zûr wek ana. Ji ber ko zûr zûr dûvre destpêkir li nav me, win dizanin hemû daxwaz
û xwestinê me ta bi hogirya me em îro bi zûr zûrê didin xwyakirin.
Lê zûr zûr çiye? Zûr, zûr.
Ew di perçê dengî ne, yek jê qalind û girane, ya dî zirave,yek dûv yêdî derdikeve.
Eve zûr zûre... a ko di zimanê me de maye, zimanê kera, lê çawa ev ziman hate guhertin bi
vî rengî?
Ji ter ne pêweste ko tu çîrokê bizanibe û çawa çêbî?
Base, ji ber ko win pêwestin pê, ezê ji wer bi kurtî bêjim, tirsê zimanê me jêkir û mejyê
me bir, û bi sedema tirsê me bi zimanê kera ve girêdan.
Di demekê dûrde kerek pîr bi tena xwe li daristanê dilîst, çend sitranan bi zimanê kera
distirê û gihayê dirêj û nerm dixwe, paşî demekê ji lîskê bêhna gurekî ko tê ber pozê
wî ket, ji dûr ker serê xwe bilind hilda û pişka xwe tijî bakir û got: ((hilma gur
nayê, na, na ne hilma gure)), û lîska xwe bi lotkan berdewam kir ji cîkî dire cîkî, lê bêhn
bêhtir dibe dema ko gur nêzîk dibe. Wisa mirin nêzîk dibe.
Belkî ne gur be, belkî, û wisa kerê pîr xwe dilxweş dikir, lê hilm hin bi hin bêhtir
dibe, her ko gur bêhtir nêzîk dibe qudûme ker ji tirsa li hev dikevin, tev wilo kar dikir
ko bawerya xwe pê tanî ko evê tê ne gure.
Gi xwedê go erê, ne gure, û nabe gur? Ma wê ji kîderê wê bê û wê çibke? Wisa kerê pîr
xwe dixapand, ta ko dengek nexweş bihîst, dengê tiptipa lêingê gurê hatî.
Ne gure, û ne dengê gure, û çênabe wilo be, ma wê gur li vêde çibke, çima wê bê???
Û bihatina gur hin bi hin dilê ker dike teprep û çavên wî diricife, dema ko berê xwe bi
çiya vekir, dî ko gurek dibeze û çi ecacokin tozê li dûv xwe dihêle.
Wax, wax, wax gure, ji mi werê xewne, lê belkî li ber çavên min çê dibe yan jî ez xwenan
dibînim.
Piştî demeke kurt gurek dît, ji nêv daran tê, careke din dilê xwe xweşdikir û
digot: ez bi hêvîme ko ê ez dibînim ne gur be, xwedê go erê ne wilo ye, ma ev bêbav cîh
nedit ji bilî vî cihî? Çavê min rawestyan, ji ber wilo ji min werê ê ko tê gure.
Mesafet nêvîka wî û gur nêzîk dibû ta gihişt 50 mitrî. Careke dî dilê xwe
xweşdikir: gi xwedê go erê tiştê ko ez dibînim ne gur be, belkî berxek be yan
fîlek be yan tiştekî din be. Lê çima ez her tiştî bi awayê gur dibînim?.
Ez dizanim ê ko ez dibînim ne gure, lê çima ez hinkî dur nabim?.
Kerê pîr hin bi hin destpêkir durdiket û li paş xwe di nere, û gur nêzîkî wî dibe û
devê xwe vekirye.
Hema ê ko tê gurbe ma wê çi çêbe... na, na nabe gur be, lê çima kabokê min li hev dikevin.
Kerê pîr zor da xwe ko gavên xwe xurtir bike, ta ko bi çi zûbûnê dibeze pêşya gurê tê.
Wax ez çendî ehmeqim ji mi werê ê ko tê kitkek be ne gur be û ez wek dêhna dibezim. Na ne
gure... ker zor da beza xwe ta ko lingê wî li zikê wî diketin û tev wilo hînjî derew li xwe
dikir û digot:
Hema bela ê ko ez dibînim gur be, ew ne wilo ye, xwedê go erê nabe wilo.
Kerê pîr li paş xwe nerî dî ko çavên gur diçirisînin û tîrin agir berdidêye, û beza
xwe temam dikir xwe dilxweş dikir û digot:
Na, na be ko gur be.
Ker li paş xwe nerî dema ko pêhişya pozê gur giha lasê wî yê sil, ew dît ko
çawa devê xwe vekirye li ser pişta wî.
Dikir ko bazde lê nema karî bî ji ber ko ji desthilanî ket û bû termek nema karî bilebitî
di bin giraniya gur de, û ji bo wî nebîne çavê xwe digirtin û got: ez baş dizanim ko ne
gurê.
Paşmi ne`enitî ez ji henekên desta hiznakim.
Gur diranê xwe yê birçî di pişta kerê pêr de rakir, û parçak mezin jê xwar, û ji
êşa canre, wek ko dibêjin, zimanê ker hate girêdan û zimanê xwe jibîr kir.
Wax wax gure wax, wax ewe wax.....
Gur berdewam kir û ket ser goştê kerê pîr yê ko zimanê wî hatê girêdan, û ji ax û of û
zûr zûrê deng jê dernakeve.
Ji wê rojê gelî camêran me jibîrkir, û me nikarî nerîn û daxazên xwe bidin xweya kirn ile
bi zûr zûrê.
Ko wî kerî derw li xwenekira, menê bi zimanê xwe biaxiviyan ta îro.
Lê ez çi bêjim; ax ji mere em gelê kera.. zûr...zûr...
|
|