Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Bêjin Hewlêr Bela Negirî !

Bêwar Ibrahîm

Li ber bejna cenabê Barzaniyê nemir hêsir difûrin û xwîn dikele , li dirêjahiya 25 salan roj mîna libên tizbiyê bi dûv hevdûve xwe berdidin , gelek boyer û rodanên wêrek û newêrek li hember hev rawestiyan , gelek gazinên sor û şêrîn di cogên kûr de şerê hevkirin , lê piştî 25 salan û bi taybetî ji destpêka sala 2000 ê ve , boyera ku hinavê her Kurdperwerekî hejand , bobelata Hewlêr a paytexta Kurdistanê bû di yekê sibata de sibeha cejna qurbana reş , di vê boyerê de gelek şêr û mêr ku rêbaza Barzaniyê nemir ji wan re nameyek muqedes bû şehîd ketin wek Samî Ebdurheman , Şewket Şêx yezdîn , Seed Ebdulla û Mihdî Xoşnaw , karwanên van şehîdên pîroz dest vala bi ser Barzaniyê nemir de neçûn , ala Kurdistana azad xistin destê rastê û nûçeya ketina rêjîma Beis li Iriaqê xistin destê çepê de ,raste hêsrên kak Mesûd Barzanî û kak Neçîrvan Barzanî û hêsrên tev Kurdên dilsoz û wefadar di nav tilîyên destên van şehîdên nemir re de diherikîn ... lê her dilopek ji van hêsran mizgîniya xêrê li ber lingê Barzaniyê nemir danîn û bi yek dengî gotin :

Bêjin Hewlêr
Bela negrî

Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Raste .. kezîyên agir vêketin
Di nav golên xwîna
Samî Ebdurehman û
Şewket Şêx Yezdîn ,
Seed Ebdula û
Mihdî Xoşnaw de ,
Di nav xwîna Ekrem mentiq û
Du xesro yên soran de ,
Lê Xesro Pîrbal bi
Mêvanên cejnê re derket bû
Û sed mixabin ... li vegerê ...
Ne Samî dît ,
Ne Şewket dîtn ,
Ne Mihdî dît ,
Ne Newzad dît ,
Ne Seed dît ,
Li ber termê şêr û mêran
Ew jî nîvkuştî bû ...
Raste ... çavên bendewar
Di sibeha
Cejna qurbana reş de
Li ber stiranên mirinê
Hatin rijandin ...;
Xewnên xweş û pembehî ....
Di bin pêyên leşkerên tozê de
Bi navê ola islamê
Û mîrên musilmanan ..
Tev perpitîn û çiriyan ...
Ew nizanin ku
Tovê xewnên me
Li ber bayê ala rengîn
Û siya azadiya Kurdistanê
Têne vejandin û xwe nûdikin ... ;
Nizanin ku gelek pirs û pirsok ,
Ji hembêza mirinê xwe
Vedidizin ;
Gelek xal û bêhnok
Ji ser rêkên bê armanc
Vedigerin ...;
Û gelek hêvî û omîd
Ava berfê û lîlavê ...
Bi ser agirê qederê ve
Digvêşin û wî agirî vedimrînin .

* * *

Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Erê raste ew
Xwezîyên xwekujiyê
Li ser sînga wê
Peqandin ...
Gelek kezîyên reş û sor û zer
Ji qurm ve jêkirin ...;
Gelek diranên tûj
Ji şikefta dev hilpekeandin ;
Kaniyên xwînê di
Sikak û kolanên
Wijdanên reş û mejîyên genî de
Bi destên terorîstên
Xab , xedir û xiyanetê
Di nav mij û tozê de herikandin ...
Lê Hewlêr nehejiya ...
Ew pir û peravên
Navtêdanan û xwepêşandanên
Duhok û Silêmaniyê û tev
Kurdên li ser goka zemîne .. ,
Ew xencera Barzaniyê nemire ,
Ku li ser hustê
Çaldêran û Cezair
Hatiye danîn ...,
Ew hêsir , xwêdan û peyvên
Ku di lûlikên tivingên
Pêşmergên qehreman de
Dibin gulle û
Di şûna her gullyekê de
Termekî şehîdaye ku
Canê xwe daye ji bo
Felat û azadiyê ...

* * *

Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Bela dilê wê ji
Birayên wê yên musulman nemîne !!
Bela dilê wê ji der û cîranan nemîne !!
Tu berjewendî û têkiliyên wan
Bi rijandina xwîna tahir nîne !!
Kezeba dayik û bavan ,
Dost û yaran
Ne bi destê wan hatin
Qelaştin û sotain ...!!
Bela dilê wê
Ji ol û oldarên Islamê nemîne ;
Ne valane ji dilopên hêsr û xwîna
Welatên ber serjêkirinê re !!
Bela dilê wê ji
Camiya Ezher a şerîf nemîne !!
Ne valaye ji miletan re !!
( Welîme Lîaşab Elbehir ) û
( Wesaya fî Işq Elnîsa ) ...
Şerefa wê li erdê xistine ,
Îro ketiye ser û berê
Tolhildana namûs û şerefê ...;
Ji xwe Camiya Zeytûnê
Xwe ji şeref û namûsê bêrî kiriye ,
Sîng û berên zeriyan dike
Textên reş û bi dîwaran ve dadileqîne ..;
Tew camiya Emewî
Xwe keroke dike dengnake ,
Ew hêlîna kevokaye û
Haj û bajê wê
Ji kevokên serjêkirî nîne ...;
Na..na bela qet dilê wê
Ji der û cîranan nemîne ..

* * *

Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Ew qublegeha pêximberên
Kurdayetiyê ye ..;
Gotin :
Berxwedan jiyane ;
Ew nizanin ku
Jiyan berxwedane û
Hewlêr vîn û jiyane ,
Pêşmerge û çiyane ,
Gula welatê rojêye ...;
Çiyayên Kurdistanê
Ji Zaxoka Behdînan
Ta bi Xaniqîna Soran
Dibêjin :
Bela Hewlêr negrî ...
Ew warê sinbil û sembolaye ;
Paytexta dîroka resen û windaye ;
Ew YÛSIV ê pêxmbere ,
Ku birayên wî bi xapandinê
Ew xistin çala mirinê ,
Lê YÛSIV nemir
Ew bi sebrê bûye melekê Misrê ,
Û Hewlêr namire ...
Ew paytexta rojê ye ,
Wê yazde kewkeb û der û cîran
Jê re herin sicûdê ...;
Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Ew buhuşt û gulîstane ...
Paytexta Kurd û Kurdistane .
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net