|
Pêşgotina Malperê
Ev hevpeyvîn berî 12 salan hatê girin, lê ew di dema nihan de ji ektuelle.
Em ji dil de sipasîya birêz Pîr Rustem dikin, li ser vî karî, wî xwest bêtir dengbêj
Baqî Xido bi xwendevanên Kurd bidê nasîn.
Bi rastî ku em vegerin ser eslê Baqî Xido em dikarin bêjin ku ew bi xwe Kurde û Berazî,
ji êşîra Êledîne, lê ew didê xwe ya kirin ku belkî eslê wî Ereb bê û ji
eşîra Gêysan bê. Gor em dizanin Eşîra Gêysan Tirkin û ne Erebin,
lê dîsa ev jî, ji bihayê Baqî Xido danaxê, wî gelek xebat ji bo Gelê kurd kir, lê
hezarên caran mexabin kurd lê xewdî derneketin û ji ber wê belkî dilê wî êşa bê
û xwe biyan dibînê.
Em amedekarên Malpera Radio yê Dengê Kobanê dixwezin bi karekî rabin, ku hemî stranên Baqî Xido bidin
hev û xwedî lê derkevin û ji ber wê em hemî kesên welathez, Hunerhez û bi taybetî kesên
ji Bajarê Kobanî vexwendî vî karî dikin.
Em ji kesên ku bixazin alîkarbin, me agihdar bikin, ku em bihev re vî karî bibin serî.
M.Berazî-Edîtorê Malperê
Hevpeyvînek digel Baqî Xidir(Xido)
Pîr RUSTEM
Dengbêj "Baqî Xidir" yeke ji yên meyî
kevine Di her demekê de bablîskek bi serê darê dikeve lê dar hertim di cihê xwe de dimîn.
Di wan rojan de di demên van bavan de, tinebsn xizanî perîşanî nezanî. Bi meremeke fireh,
bindestiya wî dihîşt ku, mirov "Mirov ê Kurd" xwe tineyî bibîne. Lê van camêran xwe li
pêş pêlên reş digirtin. Hêviyek tenê di dilê wan de dipirpitî ku, karibin çirûskekê
di jiyana tineyiyê de bipişkivînin.
Û piştî ev temenê dirêj, ji berxwedanê Ka em binirin çi bi seriyê wan hat. Hunermend "Cemîl
Horo" yek bû ji wan. Ew çû dilovaniya Xweda bêyî ku, mele ji quretiya xwe dakeve û li xwe qebûl
bike ku, wî bişo û telqîn bike. Got: "Ew dengbêj û mey vexwar bû". Û di derxistina cendekê
wî de, du kes li pey cenazê wî nemeşîn. "Mihemed Şêxo" ji nav me barkir û qêrîna
xwe hêşt, "Ay felek, te çima li me wakir, te konê me, ji nav kona rakir". Îro jî
" Baqî Xidir" kesî li dora xwe nabîne.
Miletekî mirî nikare camêrên xwe vejîne. Kurd zarên xwe, "Hunermendên xwe" dadiqurtîne.
Lê dîsan jî ew bê sûce. Eger ku damar ziwa nebin, dar wê her bimîne şîn. Ger çiqas jî
pêlên reş, bi ser me de tên, lê hêvî wê her di dilên van camêran de, bihna xwe li holê
belav bike.
Min ji zûde dixwest, wî bibînim û lê guhdar bikim. Bihîstina min jê re, pir bîranînin xweş
tîne bala min, rojên winda, zaroktiya min tîne ber çavan. Naskirina min ji wî re divegere berî
ev dîtina min, jê re, bi bîst û pênc salan. Ezî heft-heyşt salî bûm dema ku, bavê min
kasêteke wî anî û me lê guhdarî kir.
Û mîna her tiştên ne li bal, ji nişkave, ez di vê dema dawî de, li "Baqî Xidir" rast
hatim. Kale-mêrekî tenik-dirêje, di hest û qelafeta xwe de min xwest ez her tiştên wî
bibhîsim. Lê mixabin, wî zû bi zû, xwe bi dest min de ber ne dida. Divyabû ez fireh-fireh,
li wî biqelizim û piştî pir kemendan, me karîbû ew bixista xefka pirsan de.
Pirs - "Baqî Xidir" dengbêjekî Kurd e, ji herêma
Kobanê, ji Kurdistana Sûriyê ye. Yeke ji
dengbêjin meyî kevine (Kilasîkî) ye, deng û şêwek wî veqetî "cihê" heye, belkî ev bin
tiştên ku, em li ser we dizanin. De ka tu xwe bi xwendevanan bide nasînê.
Bersîv - Di sala xelê de, sala 1920 an de, di gundê
Şêranê de, li Kobanê ji êşîra Ela-Dîn min
çavên xwe li ser dengê giriya xwe vekir. Êşîra me koçerbûn û min ji koçeriyî heznekir û
piştî ku em hatin Kobanê, ez bûm cendirme (Polîs), ji hukometa Sûriyê re. Di sala 1941 an
de û di pişt re dibim cendirmê belediyê.
Di sala 1947 an de min cara yekê jin anî, cara dudiwan di sala 1955 an debû. Heyjdeh zarên min
hene, jê yanzdeh lawin, yê mezin Evdelah, di şerê Lubnanê(sala 1982 Malpera Kobanê) de
martîr ( Şehîd) ket. Min pir hêsir û çend stran li ser çêkirin. Min heya bi senfê nihan
xwend û di pişt re bûm şivanê gund û di demekê de jî bûbûm mele.
Pirs - Stran, jiyan, çîrok û destan û em karin hîne
bi pey hevdin. Em karin bêjin, ev
gotin gis meremeke wan heye, nemaze ji kesên dengbêj re. Te kengî dest bi strana Kurdî ya
destane kir.
Bersîv - Berî her tiştî divê tu zanibî bavê Min
"Xidir Hindawî" dengbêj bû. Ev di cih de tîne
bîra mirov ku, hîne di zarokiya xwe de, ez ne dûrî strana destane bûm. Min pirê wan ji devê
bavê xwe girtibûn (lezberkiribûn). Lê heya ew saxbû (li jiyanê bû), min nestra û weke ku min
di kurtejiyana xwe de da xûyanî, min demekê karê şivantiyê kir. Ev yekê jî û rewşa
kesê şivan û tenêtiya wî hêşt ku, stran bibe hevalê minî bi tenê
Pirs - Û piştî ku, bavê te çû dilovaniya Xweda, te ji kuve dest pêkir, ango derketina teyî
holê, tu çawa derket
Bersîv - Ez û Mihemed Xelîl Xazî- di salên pêncî de
bû- û Mihemed Gulî, li ser tembûrê. Em hatin bajarê
Helebê, li cem KEMRÊFON, li ser sêlikan, me stranên xwe tomarkirin û cara pêşîn li Lubnanê
belav bûn. Ev bû dstpêka derketina min û pir karên din hêşt navê min belav bibe.
Pirs - Emê careke din li strana destane vegerin. Çine stranên te yên bi nav û deng û eger tu
karibî hinekî wan ji me re sayî bikî ango temenê wan destanan, sedemên derketinên wan,
dengbêjên wan.
Bersîv - Stranên min gotine û tomarkirine pirin û yek
kare bibêje tev bi nav û dengin û em karin çendekan
bînin zimên, mîna: Hesenê Elî Begê, Salihê Naso, Binefş (Cebelî), Husên Begê Zîlê,
Delalê Edûlê, Memê Alan, Delalê Qereçî, Bê Mal, Dilo (1), Ewnî (2). Ez karim bêjim,
stranên min ên bi deng evbûn. Wek tu dibînî bêhtirî wan destanan û her yek ji wan, dîrokek li
pey dimeşe. Wek ku berî nuh te xûyan kirî û em karin hin mînakan bînin: Strana
(Dewrêş), temenê wê (180) sale, heft kat û nîvan bi stran tê gotin. Li ser şerê ku
di nav êşîrên Kurdan ji aliyekî ve û êşîrên Turk û Ecem û Ereban ji aliya din ve.
Mînakek din, strana (Xezala Mendê) {3} ji (350)î salî ve tê. Lê ji bilî vê yekê jî hin stranên
minî xasma hene, di gel alîkariya hin sazvanan.
Pirs - Hevoka dawî, pirsekê tîne bala mirov. Gelo têkiliya Baqî Xidir bi hunermend û dengbêjê
hevdem û berî û di pey te re hatin. Te çi sûde ji wan dît. Nirîna te ji wan û berhemên wan re.
Bersîv - Berî her tiştî dive tu zanibî, di wan
deman de wek îro me nikarî dengên xwe bighandana
hev û di rewşek wek rewşa vî miletî, lê dîsan jî ne qedexe bû ku, me di pir
tiştan de alî hev bikin, çi di komcivîna hin moneseban de û çi jî di derxistina kulamekê
de. Mînakek bi çûk, strana (Cemîl Horo) ya li ser nemir (Berzanî), saz ji min bû û gotin û
deng ji wî bûn. Lê bêhtir kêfa min ji Mihemed Xelîl Xazî li ser kemancê. Cemîl Horo û Elî Tico
re dihat û ji dengbêjên kevin ên min sûde jê girtin "Xidir Hindawî" û "Miço Bakîr" in.
Pirs - Û yên vê demê
Bersîv - Îro ne wek duhe, dengbêj, sazvan pirbûne û
piraniyên wan nasnakim. Lê bêhtir kêfa min ji
"Mihemed Şêxo" û "Selah Resol" re tê.
Pirs - Ger zaro negrî, dê memikan naxîne dêv. Çi dihêle ku yê dengbêj dest têxîne bin guhê de
û "Heylo kilaman bike", ango ev tişt, çirûsk, hesta ku dihêle dilê yê hunermend bê
kizrandin û qêrîna wî biteqe, çiye.
Bersîv - Çelengê û ne titiştî din. Sipehî û çelengiya
pîrekê dihêle yek saz bike. Te dîtiye kesî
li ser yeke kûr sazkiriye. Lê dive yek dûrî şeref û namûsa xelkê here, wan neyne ser
zimanan. Carekê min ji Cemîl Horo re gor "Çênabe ku, yek li ser namûsa xelkê biştirê" û
min da ber çavên wî ku çawa carekê li bajara Efrînê kirin ku, wî bikujin. Lê xwedê kir, em tev
hazirbûn û me ew ji nav destan revand û bila tu zanibî eger ku pîrek di civakekê de
rûniştibin, ez nikarim sazbikim, ji fedî "Şerm" re û pir caran min xwe eşkere ne
dikir.
Pirs - Tu bi xwe hatî ser wê tîpê. Pîrek di jiyana
Baqî Xidir de, bi çi rolê rabû, lîst.
Heya bi kîjan derecê, pîrekê tu qels û tineyî kir, an jî tu derxistî kîjan asûmanî.
Bersîv - Wek ku ji berî kêlîkê, min dayî xûyanî,
Pîrek hêşt ez bibim dengbêj. Erê ez gelekî
fedokî bûm, lê ev yekê nehêşt ku ez ji sîh û heft keçikan heznekim, lê bi yekê re jî
neçûm serî û belkî te çîroka min û keçika ku tifû ser min kirî bihîst. Di demên ku ez
şivan bûm, rojekê min pez bi aliyê kenara çemê Ferat ve alda. Ez li ser timbekî
rûniştim û min kurkê xweyî bi pênsid cih hatî perspankirin li xwe pêca. Sibeheke
buharê bû, royek zelal ji pişt çiyan ve bi derket û di wê hîngê de qelfek qîzên gund,
bi ser min de hatin. Min jî dest xistibû bin guhê xwe de û min heylo stranan kiribû.
Katek-dudu çûn, pez winda bû, ro hat nîvro, lê keçik ji cihê ku tê de rûniştibûn nelivîn
û gava min bir ku pez bi carekê winda bû. Min stran sekinand û divya bû ez di nêzîkî wan re
biborim. Dema ez nêzîkî wan hatim, yekê bi tijî dengê xwe got hêşt ku ez bibhîsim
"Herî li serê me be, ev deng ji vê qelafetî dihat…Tifî" Ji ber vê yekê ez dibêjim eger ku,
hûn dixwezin min nas bikin, ji piş ve li min binirin.
Pirs - Em hinekî nêzîkî birîna rojane,
birîna kefnikî bibin. Tu û polîtîk, têkeliyên te bi Partiyên Kurd re û tu bi yê din re,
çawa li ser kurdiyeta xwe di axifî.
Bersîv - Berî her tiştî dixwezim bêjim bav-kalên
min Erebin, ji êşîra Gêsiyane, ji herêma
Heranê, lê hîne bavê min, zimanê Erebê ji bîr kiribû.
Pirs - Tu çawa xwe dibînî.
Bersîv - Ez Kurdim, lê mixabin, ne Kurd min qebûl
dikin, ne jî Ereb û careke din mixabin ku em bes
bi navê xwe Kurdin. Çima Messûd Berzanî û Celal Telbanî li hev nakin. Partiyên me nesaxin û
dixwezin nesaxiya xwe berdin nav milet û berdidin. Kê got (Newroz) ya Partiya ye, heya ku
her yek bixweze parekî ji vî miletî, bi ser xwe de alde. Her yek çavên xwe li kursiyê ye,
lê tevî gişî jî, ez bi yekbûna wan re me, dîsa mixabin, kesî durust di nav wan de tineye
û şaxê dudiwan ji pirsê, ez dibêjim stranên min gotine bersiva wê didin. Ji zû de,
ez carekê derketim Turkiyê di dema Kenan Êvrîn de bû. Li bajara Entabê em rûniştibûn,
di civînê de yekî gote min eger ku çengelê bi ber te keve, wê te bişînin Amedê, lê min
dest xist bin guhê xwe û min heylo Derwêş kir.
Pirs - Te kes nehêşt, ma Kurd tinene.
Bersîv - Kurdên heqîq (Rast û durust) ên êzîdî ne.
Pirs - Pirsek bi lez û belkî a dawî be jî, strana ku
te dixwest hertim bibêje.
Bersîv - Êmo ya Êlê bû û di vir de dest xist bin
guhê xwe de û dest bi stranê kir û piştî ku,
hinekî kela xwe rijand û ew bê deng dimîne, ez jê pirsîm. Gotina dawî bibêj.
Em bê xwedî ne ( Xwedanin).
Pîr RUSTEM Cindirês 1997
Têbînî:
Herdu stranên dawiyê, yên wîne. Çi ji aliyê gorin, saz û bi dengê wî belav bûne.
Evî kesî li Turkiyê Qunsilekî Ciho kuşt û bi sedema vê yekê reviya hat Sûriyê, lê dîsan
jî hat girtin.
Ji gotina (Mend) yek dikare bibêje belkî ev dîrok, ne gelekî durust bin. Ji ber ku, gotina
Mend, me vedigerîne (Tewrata) cihwa û dîroka ji berî zayînê ku ji miletê Medya re digotin
Mend û hêviya min ewe ku, rojekê destanlociyên Kurd ê ku karibin dîroka miletekî
binivîsînin.
|
|