|
|
STRANEK PESIN JI VÊ ROJÊ RE
Konê Reş
Her roj em kar û barên xwe dikin… Her roj em hev dibînin û di kêleka hev re derbas dibin..
Carna silavê li hev dikin, bi hev re xeber didin û carna ji ber qerebalix û xirecira kolanê,
bargiraniya lazimyên rojane, em di ber hev re derbas dibin bêyî ku em silavê li hev bikin… Her roj
navê bav û kalikên me li ser zimanê me ye, em pesnê xwe bi wan didin û xwe bi wan paye dikin…
Her roj xelkên me kar û barên xwe dikin; Hin firax û miraxên xwe tev didin, kom dikin, karê xwe
û çûna şam, Heleb û Beyrûtê dikin.. Hin, tevî zarokên xwe derdikevin seyrangehan.. Hin bazirganiya
xwe dikin.. Hin e'rebokên xwe dehif didin û bang dikin; Werin bacana, xiyara û petata.. Li cihekî jî
çend karker avaniyekê ava dikin.. Gundiyek jî sîtilek mast û kîsek di destê wî deye, bi lez di sikakê
re derbas dibe.. Hecî Osê jî, berjorî asman dibe, tika û lava ji Yezdan dike ku baranê bibarîne û dibêje;
ku vê heftiyê baranê ne bare wek salên derbasbûyî wê bibe xela û wê welatyên me koçber binin…
Erê, her yek ji tûrikê xwe xeber dide û hay û bayê kesî ji vê rojê nîne. Ev roja ku pêwendiyên me û
gotinên kurdî yên nivîskî bi hev re hatin hûnandin û girêdan.. Ev roja ku em têde bûne xwedî rojname..
Erê, îro em bi gotinan bi hev re dijîn, gotin dihêlin ku pewendiyên me ji hev qut nebin.. Ew gotin
xweş bin an ne xweş bin… Bi dengekî bilind bin an bi dengekî nizim bin… Em di wan gotinan
de fikirî bin an piştî xeberdanê em di wan de fikirîbin… (Qenckiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro..),
(Li serê cara hêr hêr meke, tiştê bi te nexweş bi hevalê xwe meke…)
Û wiha, em di kolan û sikakên kevin û gemorî re derbas dibin… Ew kolanên ku berî me gelek kes di wan re
derbas bûne û xwestine rexên wan yên din bibînin û nas bikin bê çi nûbûn li wî rexê wan heye…
Belê, ez xweş bawerim ku gelek tiştên xweş û veşartî di wî rexê kolanê de hene..
Pêwîste em li wî rexî bigerin, di rêke dûz û berfireh re, a ku hêj em têre ne meşyane, bimeşin û
li cihekî aram, bêdeng û xemrevîn rast bên..
Erê gelek ji bo vê rojê mirine, canê xwe kirine gorî… Werin em ji navê wan re bilîlînin, gurzên gulan ji
wan re bikin diyarî.. Ewên ku ev roj nîşanî me kirin û hiştin em bigihêjin vê qunaxê… Ewên ku di
sirgûnê de, di bin şert û mercên çetin û dijwar de, tîp danîn ser tîpan, pir di ser çeman re bilind
kirin, xaka bor bi pênûsên xwe xepartin, gul, kulîlk û nêrgiz ji me re çandin, diyarî me kirin û gotin:
(Kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurrtin û
dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolimendin. Dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike
nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te'ala paş niho her pazdeh roja
de carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim
û me'arîfeta bikim, li kûderê mirov die'lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda
bikim. Li kûderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer
dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê nenivîsiye, ev cerîdeya
mina ha ya e'wilî ye… Gelî ûlemayên Kurda çawa hûn we'iz û nesîheta nimêjê didin, welê dive, hûn mîr, axa
û kurmancan dinasin, wan teşwîqa zanîna ilim û me'reîfetê bikin, riya qenc nîşa wan bikin,
hekî hûn wê nekin, gunehê hemiya stûyê we ye…
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan: Rojnameya Kurdistan, 22/04/1898, hejmar(1)
Stranek pesin ji berxwedana gotinê re… Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek pesin ji vê
qunaxê re… Ji ilim û zanînê re, ji hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin ji qenciyê re, ji evînê re..
Evîna ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e, ji hezkirina jin, zarok û welat bi hêztir e..
Evîna ku me ji şînê diparêze, geşbîniyê di hinavê me de diçîne.. Erê, gotin ronahiye û siya evînê gotine..
Bi vê helkeftina pîroz, roja pîroz, di vê buhara rengîn de mirov dikare her tiştî bike û dest bi her
gotinê bike.. Li ber dergehê vê rojê, vê qunaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev re
bilivin, bi pêş de herin û di bin tava heyva vê nîsane de govend û dîlanê, ji roja rojnamegeriya Kurdî
re bigerînin..
Mirov du caran gulan dike diyarî, di şîn û şadiyê de.. Berî heyvekê, li ser daxwaza hin hogiran,
min çend kulîlk ji mirovekî nesax û têkçûyî re kirin diyarî… Va îro ez gurzek gul ji pêşeng û lehengên
rojnamegeriya Kurdî re, bi herdu destan pêşkêş dikim û bejna xwe ji wan re ditewînim. Dawî dibêjin:
Hevalno! Cejna we pîroz be û stranek pesin ji vê rojê re.
14/04/2009
Qamişlo
|
|