Bandora Sirgûnê Di Weşan û Wêjeya Kurdî de

Konê Reş

Gelo qedera 30-40 melyon Kurd e, ku ta roja îro bê dewlet maye ? !
An qedera wî ye, ku çapemenîya wî di sirgûnê de avisbûye û di sirgûnê de zaye ? !
Wek ku diyare, destpêka rojnamegeriya Kurdî bi rojnameya ( Kurdistan: 1898 ) destpê dike.
Ev rojname jî, li Stenbolê, di sirgûnîyê de, avis bûye û di sirgûnîyê de li Misrê bajarê Qahîre zaye.

Wiha jî, çapxaneya Kurdî. Ewa ku rehmetî Hisîn Hiznî Mukeryanî di sala 1915 an de ji Almanya anî û li bajarê Helebê danî û pê kovar çapkirin. Ew jî di sirgûnê hat dîtin.
Doza çapemeniya Kurdî, ( kovar, rojname, pirtûk û radyo...) hişyarkirin û belavkirina zanînê ye di nav gelê Kurd de. Hem jî rizgarkirina zimanê kurdî û rizgarkirina gelê Kurd e..
Roja îro, ji bo vê armancê; hişyarkirin, zanîn û azadiya gelê Kurd, bi dehan kovar û rojnameyên Kurdan li dervî sînorê Kurdistanê, di sirgûniyê de têne weşandin.

Gava em li dîroka Kurdan ya kevin û nû mêze bikin emê bibînin ku, ew kesên ku doza mafê gelê Kurd kirine û dikin, ji neçarî dûrî welatê xwe ketine, di welatê biyanîyan de jiyane û di wê biyanîyê de kar û xebat kirine. Rojname, kovar û pirtûk weşandine, ji ber ku di welat de ew delîve nedîtine ku bi zimanê dê û bavê xwe kovar û rojnameyan biweşînin; gava ku em başûrî Kurdistanê ji vê mijara xwe bidin alîkî. Ji ber ku dewletên welat dagir kirine tu carî ew delîve nedane Kurdan ku Kurd bi rengekî berfireh û azad çapemeniya xwe biweşînin.

Ji ber vê yekê jî çapemeniya Kurdî di welat de maye paşketî û ya heyî jî di sirgûnê de pişkivîye û mezin bûye.
Di vir de ez dixwazim navê çend kovarên ku di sirgûnê de derketine û derdikevin ji xwendevanan re raxînim:
  • Kurdistan a mak / Qahîre.
  • Rojî Kurd, Jîn / Stenbol.
  • Hawar, Ronahî / Şam.
  • Stêr, Roja Nû / Beyrût.

Ji sala 1991 ê û bi vir de, careke din Stenbol bûye wek sala 1908 an û heyamê meşrûtiyetê ji çapkirina kovar, rojname û pirtûkên kurdî re. Ji wan weşanan:

  • Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Dengê Azadî, Ronahî, Medya Guneşî, Newroz, Deng, Rewşen, Zend, Nûbihar...
  • Belê, li ewrûpa jî bi taybetî piştî derbeya 1980 ê, çapemeniya Kurdî li wê hêlê gelekî geşbûye, ji wê çapemeniyê :

    • Kurdistan Press, Armanc, Hêlîn, Wan, Berbang, Nûdem, Çira, Dugir, Roja nû, Bîrnebûn li Swêdê.
    • Hêvî û Kurmancî, li Fransa .
    • Axîna Welat, li Rûsya .
    • Riya Taze, li Yekîtiya Sovyêta berê û îro li Ermenistanê, Yerîvanê, rojnameya Riya Taze heye, Ji sala 1930 î ve û heta 1937an û piştre jî ji sala 1955an û heta roja îro.
    • Têkoşer, Li Beljîka, kovara kurdî a sê mehî, 1979-1995 (Komela Têkoşer, Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka )
    • Bultena sêmehî ya bi Kurdî, fransî, hollandî û ingilîzî: 1989 – 1995 ( Enstitutya Kurdî ya Bruksêlê ) ya ku dewama Têkoşer e, di weşîne.
    • Bultena sêmehî ya van her çar zimanan: Kurdî, fransî, îngilîzî û hollendî, Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê Li Bruksêlê, Beljîka, di weşîne..
    • Havîbûn, Hîwa û Avesta Kurd, li Almanya.
    • Ala, li Holenda Û hwd.

    Her weha gelek kovar û rojnameyên Kurdî yên din li seranserî ewrûpa û Amerîka derdikevin. Hem jî, li Kurdistanê û dervî Kurdistanê bêtir ji 2000 malperên enternêtî hene...

    Mirov dikare bibêje, ku ji 80-90 % ji çapemeniya Kurd li dervî welat derdikeve, gava em başûrî Kurdistanê jê derînin. Ew jî bi saya ronakbr, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd e; ewên ku ji neçarî derketine – wek ku me li jor jî nîşan kir – û di welatê biyanîyan de bi cî û war bûne, lê tu carî pêwendiyên wan ji welat û welatiyên wan nehatiye birîn; û wan lehengan di mercên çetîn û dijwar de çapemeniya xwe gihandiye hundirê welat, xelkên welat jî xwendiye û dixwîne, hem jî peşdarî tê de kiriye ji rojnameya ( Kurdistan ) a dayik bigre û ta roja îro.

    Lê li ser rola wê çapemeniyê, di hişyarbûna gelê Kurd de mirov dikare van xalan raxîne:

    1. Bi saya rojnameya ( Kurdistan: 1898 ) ê, zimanê Kurdî bû zimanê xwendin û nivîsandinê, tevî ku Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran helbestên xwe bi zimanê Kurdî danîbûn, lê ta wê hingê zimanê Kurdî nebibû zimanê nivîsandinê.
    2. Bi saya kovara ( Hawar: 1932 )ê, alfabêya Kurdî ya latînî ji zimanê Kurdî re hat berhevkirin, roja îro piraniya Kurdan pê dinîvîsin.
    3. Bi saya kovara ( Roja Kurd: 1913 ) ê, pexşana Kurdî serê xwe hilda û yekemîn çîroka Kurdî di vê kovarê de hat weşadin, ew jî bi pênûsa rehmetî Fûat Temo bû .
    4. Çapemeniya sirgûnê wek çirayeke geş bû, Kurdan xwe li dor danhev û bi rêka wê, gelê Kurd ji gelek nexweşî û nezanîyan rizgarbûn.
    5. Çapemeniya sirgûnê, beşekî mezin ji zargotin û dîroka Kurdan parast, ku ew çapemenî nebûya, dibe ku gelek bûyerên dîrokî û zargotina gelêrî winda bûba û şaş bihata nivîsandin.
      Bi wateyeke din çapemeniya Kurdî gelek belge û dukoment ji wendabûnê parastin.
    6. Bi saya çapemeniya Kurdî û kesên ku xwe di ber de westandin. dengê gelê Kurd û bindestiya gelê Kurd di Ewrûpa û Emerîka de belav bû.
    7. Çapemeniya sirgûnê gaziyek bû ji gelê Kurd re, ku çavê xwe li cîhana zanyarî veke, li dûv zanînên nû di cîhanê de bilive û serwext be.
      Nexasim ji aliyê teknolojî ve û dawî ku gelê Kurd jî tevî karwanê gelan bibe, di şaristanîya mirovahîyê de.
    8. Bi saya çapemeniya sirgûnê gelê Kurd di welatê xwe, de li berxwe da û ji desthilanîn neket.
      Tevî ku dagirkeran divîbûn Kurdan asîmîlesyon bikin û wan di nav xwe de bi hilînin û nema bikin.. Her û her wê çapemeniyê hewil dida ku gelê Kurd dostaniyê bi gelên cîran re bike, nemaze yên bindest û azadîxwaz.
    9. Çapemeniya sirgûnê dijî rêjîmên paşverû sekinî, çi Ereb, çi Faris û çi Tirk. Û doza biratiyê bi gelên van netewan re kir dijî desthilatderên stemkar û rêjîmên xwînmij û kedxwar.
    10. Çapemeniya sirgûnê roleke giring dilîze di aşkerkirina zilm û zor û hovîtiya ku li ser gelê Kurd tête meşandin...

    Di dawiya vê kurtegotarê de dixwazim bibêjim ku kovar û rojnameyên Kurdî yên sirgûnê roleke mezin di hişyarkirina hestên netewî de lîstine, û ne tenê li dervî welat, belê di hundirê welat de jî ew rol lîstine, ji ber ku rojnamevan û nivîskarên Kurd ta bi siyasetmedarên Kurd nikarîbû û nikarin xwe ji welat bi dûr bixin.

    Tevî ku li dervî welat dijîn jî, lê huş û ramanên wan bi ser welat û welatiyên wan ve ye, ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku ew ji welatê xwe nehatine cudakirin û ji ber ku nehatine cudakirin, tev nivîsandin û afirandinên wan li ser welat û welatiyên wan in .

    Ma wê çilo rola wan di hişyarkirina gelê wan de ne berz û mezin be û karê wan ne cihê pesin û sipasîyê be ?
    Sed silav li giyanê wan rojnamevanên Kurd be, ewên ku ji sifir destpêkirin û bingehê rojnamevaniya Kurdî ji me re danîn ku îro bi saya wê xebat û bizava wan em jî wek gelê cîhanê xwedî çapemenîn e .
     
    designed by Malpera dengêkobanê
    Copyright ® www.dengekobani.net [2008-2009]
    info@dengekobani.net