Zeriya min !
Dema tu tê bîra min
Konê Reş
-1-
Zeriya min !
Xweristê bi dêm tirsî
Konê xwe di ser kavlê min re
Vegirtiye
Reşewir bi xemgînî
Di ser banê min re
Di buhirin
Ew çend darên di hewşa min de
Bi ponij û mitale ne û
Êdî nema ew kevokên
Sîn û spî
Bi sadî di ser mala min re
Di firin...
Xemgîniyê li dor xwe dibînim
Bi can û bê can li dor min
Bi kovan û keser xuya ne ...
Lê Zeriya min !
Dema tu tê bîra min
Cosek,heyecanek û sahiyek
Min hiltîne û yek min datîne
Ew xemgîniya ku ez têde
Dibe rewrewk û leylan û
Bi tenê wêneyê te
Li ber çavê min dimîne
Tu bi min re
Di girnije û dikene û
Wiha ez her tistî dispêrim
Qederê
Erê qederê .
|