Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Zeriya Min !
Dema Sira Bayê Xerbî Radibe.
.

Konê Reş

Zeriya min !
Dema sira bayê xerbî
Bi ser min de radibe û
Xwe li min di pêçe
Meh û demsal
Li ber çavên min
Di ser hev re
Di qulipin û di fitilin ..
Baran li ser peravê dilê min
Di bare û
Gemî di nav bêrîkirina
Evîna deryaya te de
Binav dibin..
Tevzînok bi laş ve
Hildikişin..
Xwîn
Di damarên rehên min de
Di kele û
Êdî nema tilî
Bi daxwazên dest
Radibin ..
Wiha hestê şeşan
Di nav demsal,baran û reşewran de
Ji xew şiyar dibe.

* * *

Zeriya min !
Dema bayê xerbî radibe
Te,
Di ciwantirîn,naziktirîn û spehîtirîn
Rewş de dibînim û
Xwe,
Di bilindtirîn
Pileyên helbestvaniyê de
Dibînim ..
Pêre-pêre jî
Li biçûkaniya xwe
Vedigerim û wiha
Hilma te
Dengê te û
Wêneyê te
Di hiş û xeyala min de
Diçin û tên...

* * *

Zeriya min !
Dema bayê xerbî bi ser min de
Dibare ..
Dengê awazê pêlan
Di nav damarên xwîna xwe de
Seh dikim û
Hezkirina min ji te re
Di girêdana di nav demsalan de
Di şoreşa volqanan de
Di reqsa gulan de
Di afirandina bilbilan de
Diyar û eşkere dibe ..
Dawî dibînim ku
Hezkirina min ji te re
Çîrokek ji çîrokên
Pirtûka evîndara ye.

* * *

Zeriya min !
Dema bayê xerbî radibe
Êdî nema karim wek
Evîndarekî şaristanî
Bi te re bigirnijim û bi kenim
Tev şaristaniya xwe
Di ser guhan re davêjim
Tev nivîsandinên xwe di dirînim
Pirtûkên xwe di dişewitînim û
Biryarê distînim ku
Ezê bê pêşwazî
Te hembêz bikim..
Bê şahî û govend
Bê pênûs û xame
Te li rex xwe deynim..
Nivîsandina di navbera
Yekî weke min û
Zeriyeke weke te de
Gunehkariye Zeriya min û
Bi dûrxistina qederê ye

03/05/2004
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net