|
|
|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
|
|
|
|
XEMLA QAMIŞLO
Dildar ismail
Xemla Qamişlo birîna dil vekir
Birîndare can û gel dinale………………
Serma zivistanê kul derman nekir
Avdare Newroz û buhare
Hebûna min ji bona te
Qamişloka berxwedanê
Dimrim li ber hêstiran
Li ber qêrîna dengê girtiyan
Hêstirên dayika wek şîravê dibarê
Min şiyar bikin ji xewna wê şevê
Birîndarim ger şev nebhure
Tîrêja rojê xemla te di xemlîne
Dengê birîndara awaza di çivîne
Ket ji ber nebû sazên bê awaz
Bawer bike ji min ey dost
Parçe parçe dibe bawerî
Xemla te ji sorbûna gulaye
De binvîse ey xame ji xwînê
Rengê xemla qamişloka birînê
Levadikin……………levadikin
Xewn û xwîn………………………………,
Êş û birîn………………………………….
Li dêrikê li kobanê
Li amûdê û efrînê
Serê xwe hildan
Ser kêlên baweriyê
Jîn xwe nûdike di çavên tariyê de
Ezê bikim dûman û ceng
Ji dosta nayê deng
Ser xwe rake neyarên hov
Xemla te nîşane
Xemla xwe bi xemlîne
Bihêstiran gulan biçîne
Bixwînê can bi xemlîne
06.04.2004
|
|
|