|
|
|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
|
|
|
|
XEMLA EFRÎNÊ
Dildar Ismail
Xemla efrîna min dinale
Rengê buharê xwe nû jendike
Rêça azadiyê bandike
Kerwanên bê sînor
Gulên kesk û sor
Geşdibin pakrewanên sozdar
Dar û çiya di kelin
Qurbaniya xaka şêrîn
Roj ji rojê tê der
Sitêr ji azman roniyê didin
Şehîd ji qadê bandike
De bihejîne xemla sipî û zer
Xweşka te bandike axîn………………,
Axîn ax û birîn
Efrîna min Efrîna min
De bilezîne li ber
Zingilê hebûn û nebûnê
Hawar û qêrîn û sed ax
Li ber bejna te ………………………………
Silavên tîrêja sorbûnê
Agirê dil disincir e
Qelenê temen buhaye
Axîn ax û birîn
Li min şadibe roj
Tarî dibe sor bûna xwînê
Kindibe zimanê zelal
Tava buharê bê bexte
Warê min miştî şexte
Silavên tîrêja Qamişlokê
Li te Efrîna min ………………………?
22.04.2004
|
|
|