Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Şikefta Ketî

Pîr RUSTEM
pirustem@scs-net.org

Berê xwe da bakur û ket ser rêşivîla ku ji gund dikşe. Çirayên gund bi her gavekê re kûrik dibin û gavên wî sist û giran dibin. Çend caran kir ku, ji nuh ve vegere û, ji civatêre, poşmaniya xwe xûya bike. lê mêrxweziya wî nedihêşt, "bi gaveke li pêş, dudu li şûn" reya xwe girtî. şeveke reşesipî û sar e, kuliyên berfê tên xwar; berfeke reş û giran. Piştî her çend gavan kurkê xwe datîne û dadiweşîne.Ev yeka li ber çûn û ketina wî ya nav berfê de ne tiştibû; mîna êzingekî rût dihate xwarê û heya bi çend gavan tol dibû.
"Çima wilo hov derketim û min gote wan ku, ezê herim". Dengê kundekî ew ziwakir. Bere wî cihê ku deng jê der ketibû nihirî, bi dîtina wan re çend hêsir û diran hatin xwarê. Komeke mirov- hestî di pêşiya wî de sekinîne. Hinek ayetên Quranê, ku di çend rojên li cem mele Qedrî xwendibûn, yeko- yeko reşandin. Lê bê sûde derketin. "Çê nabe, dûvê sege. Wî çiqas digote me van ayetan lezber bikin: ên cinan direvînin, ên te ji çavên şîn diparêzin, ên... heya ên dihêlin ku, keçik bidine dû yekî min ji bîra kirine".
Dengê kund, careke din çavên wî ber bi wî cihî ve dikşînin. Di şûna koma mirov- hestiyan de segekî reş dibîne. Wî nedizanî ew nêzîk dibe yan seg berve wî tê. Vê yekê hêşt ew bibe bablîsok û ber bi bakur ve bikşe, lê seg bahozek li dû rakirî. Dîtina wê ronahiya dûr, dilekî nuh di sîngê Hemzeyê Zîrek de vejand. Mîna lehiyekê bi ser de çû lê bêyî ku, karibe ji devê segê reş derê. Bi dengê kundê ku, di jorî mala kelef re difirî, di devê derî wer dibe û "deziyên pilindir diqetîne".
Sisê bûn û segê wan ê çarê bû, çar bûn û seg ê pêncê bû, şeş bûn û seg ê heftê bû. Bejn bost û rih çar bostî, bi nênûkên şûranî zikên qurbanên xwe diqelêsin û kezebên wan derdixînin.
Bi ketina şikeftê re wan, ji xewa çend hezar salan, şiyar dike. Bi dîtina wî re, ew xwe di qunckên şikeftê de vedişêrin. Gava H.Zîrek wilo dibîne, bi lez xencera di ber pişta xwe de dikşîne û di nîvê şikeftê de diçîne. Bi lêdana wê re devê kaniyê dipişkivîne û cobara xwînê diherike. Bi derbûna wê re masîne mirî derdikevin. Vê yekê tirsa wî tûjkir û bi çar- lepan berve deriyê şekefta ketî direve.
Ji dema ku, ew ji civatê hilbû û ket ser reya şikefta ketî, bê dengiyek giran konê xwe li ser rûniştina wan verşandî. Navê şikefta ketî dendika toximiyê di hundirê mêran de ziwa dikir, Kesî di xwe de ne didît ku rojekê derbasî nav tariya wê bibe. Dema dixwastin tenaziyên xwe bi yekî bikin, jê dixwastin ku here xencera xwe di nîvê şikeftê de bi çikîne. Di rûniştina îro de wan H. Zîrek dabû ber bihna xwe, lê kesî bawer nedikir, ku ewê rabe ser xwe û dev bide ser reya wê. Heya dema ku ew ji civatê derket jî, piraniya wan got: "ew nuha li ser reya male".

Şikeft:

Tukes nizane ku, ji kengî ve bihna mirovan neketiye hundirê wê. Bi çar- pênc kîlomitran, li bakurî gundê çeqela dikeve.Ji ber ku nîvê ban ê wê hilweşiyabû, nav lê kiribûn şikefta Ketî. Dareke tiwa nêr devê wê veşartî. Ji neçûna kesî bi ser de, bi stiriyên xwînî û diriyan hatiye winda kirin. Rê- şivîleyeke tenê di nêzîkî wî re dadikeve ber sînorê Turkiyê, lê kêm caran te rêwiyek li ser wê didît.
Çerokên li ser tên gotin :
Ji berî çend hezar salan ve, Padişehê vê derê keça xwe li xwe mehir kir û di çend rojên xwe yên paşin de, keçik ket hundirê vê şikeftê û barê xwe danî. Dema dît ku cinawirek jê ketî, xwest li şûna xwe bihêle û bireve, giriyê zar, ew bi şûnde vegerand. Memkên xwe xistin devê wî zar- cinawerî, lê wî bi memikan tenê nekir, di her danekî de parek ji wê dikir û dixwar. Ji wê rojê de her rêwiyekî li dora şikeftê bibîne, wî dikişîne mala kelef.
Li hember vê çîrokê hinek derdiketin û digotin a rast ev e ku, ji zû de ev cih cihê seyran û kêfê bû. Ji devê vê şikeftê kaniyeke zelal derdibû, keç û lawên van derdoran li ser kom dibûn û cejin û newroz lê lidar dixistin. Di rojeke bê sîk û perde de , dêwê reş tê ser kaniyê û dilxwaziya keça melîkê bajêr dike. Lê hezkirina bavê wê jê re dihêle ku ew rojê keç- qurbanekê ji dêw re bi rêke. Ji wê rojê de ev cih dibe cihwarê dêwê reş.
Hineke din digotin na. Çêroka wan jî li ser Xelefo bû ku, ji berî demekê kesek li van gundan bi navê Xelefo hebû. Di rojekê de ew zû ji diziya pezê reş vedigere û şivanê xwe di hembêza jina xwe de dibîne, bêdeng her diwan bi hev ve girê dide û dibe şikeftê. Di her rojekê de zaroyekî xwe serjêdike, goştê wî dikelîne û ji herdiwan re dibe. Di roja heftan de zarê xwe yê dawiyê serjêdike û tev seriyê wî ji wan re dibe. Dema pîreka wî wilo dibîne har dibe; mêr û yarkê xwe dixwe.
Mele û feqehên gund jî çêrokeke xwe li ser vê şikeftê ristibûn. Digotin ev Çêrok giş derew in, navê şikeftê yê rast "şikefta Hera" ye. Xwedayê dilovan ji pêximberê xwe re got here wê şikeftê û li hêviya Cebra- Il be û ji ber vê yekê nav li wê şikeftê bû "Hera".
Di wê şevê de, civata lidar, van çêrokan vedigerîne zimên û her çendekî çavên xwe ber bi derî ve dişandin, lê pêjna H. Zîrek neket hundir. Tenê dengê gurekî dazirî li derve dikirin. Bi banga dîkan re, çendekan ji civatê xwe dane hev û derketin.
Lê... çi bibînin. Hewşa mala ku tê de rûniştine, di xwînê de hatiye gevizandin û cobara xwînê, ji şikefta ku dewar tê debû ber bi gedûkê ve diherike. Di nîvê şikeftê de jî, di nav laşên pêz de, xencera H. Zîrek hatiye çikandin.
Ji wê rojê de gurekî har û dev bi xwîn kete holê.

designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net