Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

Serûkê kevnar

Dildar Ismail

Pencera tirsê li ber te şikandin
Derkev ji ew şikefta tarî
Ey serûkê kevnar ………….?
Wê jiyan li te bibe ar
Sed tifû li keda te
Ey serûkê bê raman
Wijdan nefroş bi arzanî
Li ber min hilîne
Seqamên çep û rast
Ezê bişkînim li ser gorna te
Ew kêlên bê nivîs
Av nadim kulîlkan ger biçilmisin
Da ku tu ,bike fedî
Ji bo te bes ,dikim
Warê min pir buhaye
Evîna min li kû windaye
Rewşa min ji tariyê ava dibe
Xwîna şehîdan difûre
Rengê buharê sor dibe
Min hilgirin li bin Ala
Kesk û sor û zer
Ey serûkê kevnar
Ji te nema qet dikim bawer
Divim winda bikim rengê te
Peyiv û tirsa dil
Koçber bûm …… koçber bûm
((Binavê serhildanê))
26.03.2004
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net