|
|
|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
|
|
|
|
Qamişloka min
Rizo yê xerzî
Hê Qamişloka min a biçûk
Îşev tu yê çawa karibi Çavên xwe li şehîdên xwe bigri
Îşev tu yê çawa li ber dilê dayikên şehîdê xwe bidî
Wê îşev cegerxwînê te çewa xew bike
Mihmed Şêxo wê îşev Kîjan strana xwe ji te re hilbijêre
Wê efrînê îşev bi çi rûyî xwe bi darên zeytünan bixemlîne
Wê dêrikê Çawa bi rûbarî gora ahmedê xanê bikeve
Îşev dê Amûd a kezeb şewitî Çawa şehîdên xwe di xewke
Hêê Qamişloka min a biçûk, va dayikên te,
li şûna çarikên reş, keskesor li bejna xwe û şehîdên xwe pêçaye
Va xortên te, Sînga xwe dane ber gulleyan û berê xwe dane keskesora ezman.
Va biçûkên te lîstikên xwe avêtine, hînî marş a ey reqîb dibin.
Va Amedê sûre li pişta te, keziyên te dihûne.
Te ji govenda azadyê re dixemilîne.
Wa hewlêrê şehîdên xwe jibîr kirine û te dilorîne.
Wa Mehabad li çarçira Dergûşa te dihejîne.
De rabe biçûka dilê min,
Hêlîna xewn û xeyalên min
Derabe beçûka min
Îro çendî rengên te bedewin
Kesk û sor çiqas li bejna te tê
De rabe bûkê, Bûka binxetê, Berdêlya kerkûkê
De rabe bûkê şînî bi te nakeve bajarê evînê
De rabe şêrîna dilê min, îro serhildane
Wa xortên te Li amûda bavê mihemed, bersiv dane
Va keçên te li dêrika por kur ser piyane
Rabe bûkê serhildane
Derabe bûkê, pakrewanî li gerdena te pîrozbe
ji dema tu bişîr vebûbû berê te her li çiya bü
Tu çiya bû li pişta hemû çiyayan
Derabe bûkê ala rengîn îro kirasê bûkaniya teye
Dema sergêjek li dayka te Helebça geriya
Zavê te li çiya bû hine ya bûkaniya te vedişira
Derabe bûkê, hespê rehwan bê deyax li hêviya te ye
Simên hespê evîndarê te
Sînoran nasnake
De rabe bûkê serhildane Amed-15-03-2004
|
|
|