|
Çîroka Vekirina Pirtûkxaneya
Bedirxaniyan li Duhokê
Konê Reş
Di şeva 10 / 11 / 1999 ê de , me li Kurdistan Tv yê temaşe dikir û ji nişkave
peyamê vekirina pertûkxaneya Bedirxaniyan li Duhokê hat ragihandin û berçavkirin .
Bi ragihandina vê peyamê re bi dîtina avahîya vê pertûkxaneya dîrokî re û bi pişkdarbûna wî
cemawerê zexm re, di nav wan de Kak Nêçîrvan Barzanî û Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan , tevzînok
bi laşî min ve hilkişyan û ji kêfan re , wek çûkekî ji ser dilê min firya, pir kêfa min
hat û kûr ramiyam , di dîroka Bedirxaniyan û Barzaniyan de û bê haj ev gotina pêşiyan hat ser
zimanê min : ( Mêr Mêran nasdikin ), û min ji xwe re got :
- Xwenek ji xwenên min hat cî ..
Bingehê vê pertûkxanê , Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan di roja 22 / 4 / 1998 ê de danî bû , roja ku
yekemîn rojnameya Kurdî ji berî sed salî ve li Qahîre hatibû weşandin (roja 22 ê nîsana 1898 ê)
ji rex Mîr Medhet Bedirxan ve û îro ev roj (22 ê nîsanê) bûye roja rojnamevaniya Kurdî di nav
Kurdan de .
Dergehê vê pertûkxanê di roja 9 / 11 / 1999 ê de hat vekirin ji rex Kak Nêçîrvan Barzanî û Sînmxana
Mîr Celadet Bedirxan ve di gel kak Şewket Şîx Yezdîn wezîrê darayî û abûrî ve /hingê/ û
kak A . Azîz Teyib Parêzgehê Duhokê yê gingê û Kak Ferda Toran serokê rêkxistina ( Diyakonya ) ya
Siwêdî û gelek ji navdarên xelkê parêzgeha Duhokê .
Di vekirina pertûxanê de Kak Nêçîrvan Barzanî gotinek balkêş derbarî malbata Bedirxaniyan û
rola rewşenbîriyê di avakirina welatan de got , û bi firehî piştgêriya xwe ji nivîskar û
rewşenbîran re da xuyakirin . gotina wî wek bangekê bû ji tev rewşenbîrên Kurd re , wek
di vî perçî de got :
( Li vir ez dixwazim ji rewşenbîr û nivîskarên gelê xwe re bibêjim , li Duhokê bin li Zaxo
bin , li Silêmanîyê bin , li Hewlêrê bin , ta ku li dervî herêma Kurdistanê bin , ez ji wan re
dibêjim : ev delîveya ku îro li Kurdistanê bi dest me ketiye , ji dest xwe bernedin , divê hûn
rahijin pênûsên xwe û ji nû ve babetên ferheng û toreyî bi nivîsînin û vejînin , çawa bin ew babet
nexeme , nû bin , kevin bin binîvîsînin .
Em wek Hukûmeta Herêma Kurdistanê amadene ji alîkarî , piştgîrîya çi kesê ku pirojeyên ferhengî
û toreyî li bal hebin ... )
Di baweriya min de ev yekemîn care di dîroka Kurdan de ku wiha pirtûkxane li Kurduistanê têne
damezirandin , heger mirov li bingehê vê yekê bigere wê bibîne ku bingeh , rêbaza Barzanîyê nemire ,
xwîna bi hezaran şehîda ye , û encameke ji encamên şoreşa Îlûn û Gulanê .
Hem ji bangeke ji xelkên cîhanê re , da ku nebêjin Kurd hovin , dûrî mirovatî û şaristanîyê ne û
ev pirtûkxane nîsana şaristaniya Kurdayetîyê ye .
Ji dil û can em vê pirtûkxanê li gelê Kurd pîroz dikin , û em piştgêriya xwe ji mamoste
Enwer Mihemed Tahir re rêveberê pirtûkxanê pêşkêş dikin , çi ji me dixwaze em jê re
amadene ...
Sibeha 11/ 11 / 1999 ê , ez ji mal derketim li ber derî , du cîranên min bi hev re diaxivîn ,
min silav li wan kir û bi wan re sekinîm .
Yekî ji wan got :
- Cîran ! Te dît , şevê din di K . TV î de , bê çawa Neçîrvanê Barzanî neda pêşiya
Sînemxan keça Mîr Celadet Bedir-Xan ( keça Mîrê Botan ) welleh yabo esîle , ew jî ne kêmî Bav
û Kalên xwe ye ...
Min lêvegerand û got :
- Ma çendên wek te navên kurên xwe kirine Idrîs ? û çima navê Idrîs di nav me de pir belave ?
Li min vegerand û got :
- Welleh yabo , me navê rehmetiyê Idrîsê Barzanî li zarokên xwe kiriye , ka zilamên weke wî ?
Min lê vegerand :
- Ev Şepal jî kurê wî Şêrî ye .
Û min xatir ji wan xwest û ez bi riya xwe de meşiyam .
|
|