|
|
|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
|
|
|
|
LI ŞÛNA BÊBUHAR
Ji doza te hilgirt doza milet
Barê giran
Barê wilo li bejna te tên
Tu bilinde wek çiya
* * *
Bi helbest û hay û hesta
Fireh fireh te ronahî da
Bi saya te em bûn bi çav
Rastî me dît …. Lo me koran
Xebat û lez û beza te
Bû mînak bo niviyên te
Wêjana te bûye stiran
li hevhatî Siruda xweş
dehat gotin li ser lêvê keç û lawan
* * *
jibo girtiyê zindanê
helwestê te bûn vîn û jiyan
barê giran barê te ye
derdê mezin derdê te ye
lewra navê te ma bê buhar
* * *
bişava can û ramana
jibo me te givaşt laş û giyan
ey meznê Eşûkanî
buhar te diyarî me kir
ji buharê xwe hişt bêpar
kulîlkê welat te avdane
tu buhare jibo me teva
* * *
dilxweş here gortistanê
te barkir bi gwedê xwe
lê raman û helbestê te
li cîhanê zindî mane
bîr û baweriyê teyî zêrîn
dil û canê gelê bo wan hêlîn
li himber bala nemiran
wê çi bike axa goristan
* * *
Gor li bejna te hilnayê
Gora bêbuhar gulîstan û buhar
helbesta te maye şiyar
de here rêza nemiran serbilind û qehreman
( hêja ye mirov bo te bêje tu lawê kurdistan )
|
|
|