|
|
|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
|
|
|
|
HEBÛNA KURD
Dildar Ismail
Kurdim ez di çavên rojê de
Rewşa min sînor û ar
Çil sal ava nebû yek dîwar
Soz ne soze ……………..
Berxwedan pîroze……………………
Serhildan doze………………………….
Parçekim ji şaxa kurdistanê
Berxwedanê ne vemrînin,
Ger em seroka bighwerînin
Ey miletê kurd tû rabe
Tirsa neyar tû dişkîne
Çîroka min belake
Pîrsa min pirse…………?
Warê min disincire
Newroza min bê are
Buharek xemgîn xembar dibe
Bextê şevê tariye
Sînga azman xwe geş dike
Dengê fîsekan dijware
Kuştina mirovan biryare
Rengê rêjîmê herdem wehaye
Kuştin talan û zindan
Tinebûna min dike herdem
Dikim fîxan ,de bilezînin
Ey rûmeta dunyayê
Dengê min li hev dizîvire
Goşt ji hestî radiweste
Kurd ji qadê diaxive
02.04.2004
|
|
|