|
SIRÛDA STRANAN
A SULÊMAN(1)
Wergerandin: SALIH BOZAN
salihbozan@hotmail.com
PITÛKA YEKEMÊN
- (Dilber): bira bi ramûsanên devî xwe min ramûse, çimkî evîna te ji meyê xwestire.
- Bihna bînên te xweşe û navî te mîna bîneke weşiyaye, loma keçîndar ji te hezdikin.
- Min pê xwe kaşke, ji bo em birevin, şah ez derbasî nevînên xwe kirim, em bi
te geş û şa dibin,
ji meyê bîtir em pesna evîna te dikin, ên ji te hezdikin ew rastin.
- Lê keçên Orşelîm! erê ez esmerim, lê ez gelek çelengim, ez mîna konê Qeydar esmerim(2)
yan weke surdaqên Sulêman.
- (Dilber): li min menêrin ku ez viqas esmerim, va royê ez tarîkirime. Birayên min li min
xeyidîn ez kirme rezvanê rezan û rezê xwe min ne pa.
- Hê yê ku dilî min jê hezdike, ji min re bibêje tu li ku derê keriyê xwe diçêrînî? li ku derê
taştiyan mexeldikî? çima ezê weke jineke rûbendî li kêleka keriyên hevalên te bigerim?.(3)
- (Dilyar): lê çelenga jinan, ku tu nizanî, bi şopa miyan de, karên xwe li hinda xaniyên
şivanan biçêrîne.
- Lê dilbera min! ez te weke hespeke di erebanên Fêron de dişêbînim.
- Çendîn gupên te xweşikin di bin xarûzan de, çendîn qirika te çelenge bi gerdenên zêrîn.
- Emê guharên zêrîn ji te re çêkin, bi zîv bineqşînin.
- (Dilber): hîn şah li ser textê xwe ramediyayî bû, nardînê bîna xwe berda.(4)
- Dilyarê min ê mine boxçeyeke tiji murre, di navbera pêsîrên min de radikeve.(5)
- Dilyarê min guşiyekî hennêye di rezê çavkaniya karê de ye.(6)
- (Dilyar): çiqas tî çelengî lê dilbera min! çiqas tî çelengî! çavên te mîna du kewkirkanin.
- (Dilber): çiqas tî bedewî lo dilyarê min, bi rastî tu dilrevînî! tu şîrinî û nevîna me ya tezeyî.
- Sapûtika mala me ji darên hevrestêne û bi darên sewlî niximandiye.
PIRTÛKA DUYEMÊN
- (Dilber): ez nêrgiza Şaronim,(7) sosina newalanim.
- (Dilyar): dilbera min di nav keçikan de weke sosineke di nav istiriyan de ye.
- (Dilber): dilyarê min di nav xortan de, mîna dareke sêvê di daristanê de, di bin siya wî
de min dixwest ez rûnim, fêkiyên wî di qirika min de şîrinin.
- Ez hanîm eywangeha şahiya xwe, ala wî li ser min hezkirin bû.
- Kulorên mewîjan bi min xwarin bidin, bi sêvê min vejîn bikin, çimkî ez bi evînê nexweşim.
- Destê xweyî çepê di bin serî min de bû û yê rastê ez hembêz dikirim.
- Hê keçên Orşelîm..! ez we sondkirin didim, bi xezalên çolan û bi evorên zeviyan,
dilyarê min ji xew ranekin, hişyarnekin heta ew bi xwe radibe.
- Ev dengê dilyarê mine tê ye, va hewe ser çiyan re tê ye, ser qûçan re xwe çedikî.
- Dilyarê min weke xezalê ye, yan jî mîna evorekî ciwane, va hewe li paş dîwarê me sekiniye,
di qulikan re dinihêrî, çavên xwe li penceranin.
- Dilyarê min bi mi re got: rabe dilbera min, çelenga min, were bi min re here.
- Seke zivistan êdina çû, baran rawestiya û vekşiya.
- Zemîn gulgulî bû, wexta stranan hat, dengê kewkirkan li zeviyên me tê ne.
- Dara hêjîrê bi ber bû, rezên guldar bîna xwe berdane, de rabe dilbera min, de rabe were.
- (Dilyar): lê kewa mine xwe avêtî çirê zinaran, veşartgehên kendalan..! ruyê xwe rabere
min ke, dengê xwe bi mi gîhîne çimkî dengê te şîrine, ruyê te bedewe.
- Ji me re ew roviyên biçûk yên rezan telefdikin nêçîr bikin, rezên me êdina çûçek dane.
- (Dilber): dilyarê min ê mine, ez jî ya wî me, li nav sosinan keriyê xwe diçêrîne.
- Vegere dilyarê min, berku ro bihna xwe bikşîne û tarî bireve, mîna xezalan vegere, yan
mîna evorekî ciwanî yê çiyayên six.
PIRTÛKA SÊYEMÊN
- (Dilber): bi şevê pêde,li ser nevîna xwe min destê xwe dipalikand û bi dilsojî li yê ku dilî min jê
hezdike digeriyam û min ew ne dît.
- Ezê niha rabim di bajêr de bigerim, di çarşî û mêdanan de, ezê li yê ku dilî min jê hezdike
bigerim. Herweha ez çûm lê geriyam û min ew ne dît.
- Ez li pêwanên bajêr rast hatim, min ji wan pirskir: "we yê ku dilî min jê hezdike nedît".
- Gava min ew derbaskirin, min yê ku dilî min jê hezdike dît, ez raperikîm wî û ew berneda ta
ku min ew kire xaniyê diya xwe; ew xaniyê ku diya min tê de bi min avisbû.
- Hê keçên Orşelîm..! ez we sondkirin didim, bi xezalan, bi evoran, ji bo win dilyarê min ji
xew ranekin, hişyar nekin heta bi xwe radibe.
- (Sirûda keçên Orşelîm): va kiye ji çolistanê derdikevî, mîna stûneke dû, bi bûn û bixûre,
bi hemû merhem û kilên bazirganane?.
- Va hewe textê Sulêmane, li hawirdorê şêst pêlewan ji pêlewanên Izraîlin.
- Gişkî bi şûran çekdarin, hokirî cenganin şûrên wan bi kêlekên wan de ji bo bêtarên evarêne.
- Şah Sulêman ji darên Libnanê textê kişweriyê çêkirî.
- Stûnên wî ji zîv çêkirin, balîf ji zêr û doşeg ji erxewan û keçên Orşelim çarşeva
wî ya hundirîn bi evînê çînikkirin.
- (Dilber): hê keçên Sahyon(8) derkevin û binihêrin şah Sulêman bi zerzengê taçdare; bi zerzenga
ku diya wî roja zavatiya wî ew pê taçdarkiriye, roja şahiya dilê wî.
PIRTÛKA ÇAREMÊN
- (Dilyar): çendîn tî çelengî dilbera min, çendîn tî çelngî..! çavên te di bin neftika te de
mîna du kewkirkanin, porê teyî reş weke keriyekî bizinên ji pesara çiyayê Cel-ad dadikevin.(9)
- Diranên te weke keriyekî miyên birrî yên ji bin şiştinê derdikevin, her diranek bi tacêwî
yê xwe re ye, ti yên kurmî nav de tinenin.
- Lêvên te xêzeke qirmizî ye, gotinên devî te xweşin, herdu gupên te di bin neftika te de du
parçên henarekine.
- Istiyê te hemtayê birca Dawûde (10) yê ku ji çekan re avakiriye, hezar mertal ji mertalên
cengevanên stûr bi darda kirîne.
- Pêsîrên te du karên tacêwî yên xezalanin li nav sosinan diçêrine.
- Hema ku roj bihna xwe belavdike û tarî ji ber direve, ez dibezim hinda çiyayê murr û girê lûban.(11).
Tu bi tevahî bedewî lê dilbera min û ti kêmasî di te de tinene.
- Ji Libnanê bi min re were lê bûka min, ji Libnanê bi min re were..! binêre.. ji ser çiyayê Amane
binêre(12) ,ji ser pozê Şonîr û Hermon(13) ,di gêdûka şêran de, ji çiyayên pilingan.. binêre.
- Bi nêrînên çavên xwe, bi gerdenê di istiyê xwe de te dilê min talan kir lê xûşka min,
lê bûka min..!
- Çiqas evîna te şîrine lê xûşka min, lê bûka min..! û evîna te ji meyê noştire,
bihna bînên te ji bînan gişkî xewştire.
- Ji lêvên te hingiv dirje,lê bûkê, di bin zimanî te de hingiv û maste, ji kerasên te bîna Libnanê tê.
- Tu bihişteke girtî, lê xûşka mine bûk. tu çaviyeke kilîtî, kaniyeke dev siwaxkirî..!
- Şitlên te firdewsa henarane bi fêkiyên hêjane û bi henne û nardîne.
- Tu nardîn û zaferanî, qamîşê bîn xweşî, qurnefîlî, tu hemû darên lûbanê û murrêyî.
Tu bînên tewre başî.
- Tu kaniya bihiştanî, bîra bi ava zindî, tu cobarên ji Libnanê tên.
- (Dilber): hê bayê bakur hişyar be û tu jî were bayê başûr, were bihişta min ji bo bina
wê belavbibe, bira dilyarê min werê bihişta xwe û ji fêkiyên wê yên xweştir bixwe.
PIRTÛKA PÊNCMÊN
- (Dilyar): ez hatim bihuşta xwe, hê xûşka min, bûka min, min murr û tiştên xweş
berefkirin, min hingivê xwe teve şimayê xwar, min mey bi dewê xwe re vexwar.
(keçên Orşelîm): bixwin lo hogirno, vexwin û mestbibin lo evîndarno.
- (Dilber): ez raketibûm lê dilî min hişyar bû, ax.. de bibihîsin! Va dengê dilyarê mine li
derî dixî: veke lê xûşka min, dilbera min, kewkirka min, çelenga min! serî min bi xunaviyê şil
bûye û li ser guliyên min xûsî ketiye.
- Min got: min kerasê xwe ji xwe daniye, ezê jiku careke din li xwe kim ? min nigên xwe
şiştine çawa ezê careke din gemarî bikim ?.
- Dilyarê min destê xwe di teqa derî re dirêj kir, bi vê tevgera wî re hestên min liviyan.
- Ez rabûm bi destê xweyî bîn jê dilop dibû, bi pêçiyên xwe yên bîn jê diweşjya, ez rabûm
ji bo derbesta derî kaşkim.
- Min ji dilyarê xwe re derî vekir, lê wax.., dilyarê min êdina çûbû û derbas bûbû û gava ew
dûrket giyanê min ji hundirî min derket. Ez lê geriyam, lê min ew nedît, min banê kir,
wî li min venegerand.
- Pêwanên di bajêr de digeriyan ez dîtim, li min xistin, ez birînkirim.
Pêwanên surên bajêr jî cilên min ji min kirin.
- Lê keçên Orşelîm! ez we sund kirin didim, ku win dilyarê min dibînin, nûçeyê min pêdin
ku ezê nexweşim.
- (Keçên Orşelîm): lê çelenga jinan! bi çi dilyarê te ji yên din çêtire, ta ku tu me wisa
sundkirin didî ?
- (Dilber): dilyarê min açixe û sore, aleke di nav deh hezar peyan de.
- Serî wî zêrî pake, guliyên wî xarxarînin û reşin weke kelereşê.
- Çavên wî mîna du kewên li ser gola avêne, bi mêst şuştîne û di ciyê xwe de rûniştîne.
- Gupên wî baxekî guldare, bîna xweş jê tê, lêvên wî sosinin, xweşiya murrê jê dilop dibe.
- Herdu destên wî du bazinên zêrînin, bi zebirced çinikkirîne û gewdê wî acekî dûze bi yakûtê
hêşin keraskiriye.
- Herdu çaqên wî du stûnên mermerinin li ser du dezgeyên ji zêrî pakin, a nigên wî mîna bilindiya
Libnanê ne, ew ciwanekî mîna hevrestê bedewe.
- Devî wî şîrine, ew bi tevahî dilbijawende, ev hewe dilyarê min, ev yarê mine lê keçên
Orşelîm.
PIRTÛKA ŞEŞEMÊN
- (Keçên Orşelîm): lê çelenga jinan! ka dilyarê te kuda çû jo bo em bi te re lê bigerin ?.
- (Dilber): dilyarê min çû bihuşta xwe, çû nav gulên bîndar, ji bo di çîmenan de keriyê xwe
biçêrine, sosinan berefke.
- Ez a dilyarê xwe me û dilyarê min ê mine, ew di nav sosinan de keriyê xwe diçêrînî.
- (Dilyar): lê dilbera min, tu çelengî weke bajarê Tirsa(14) , weke Orşelîm û heydedarî mîna
leşkerên alên xwe jor de hildane.
- Çavên xwe ji ser min rake, ew çiqas zorê li min dikine. Porê te weke keriyekî bizinan
ji Cel-ad dadikeve.
- Diranên te yên sipî mîna keriyekî miyanin ji bin şiştinê derdikevine, her diranek bi
tacêwiyê xwe re ye, ti diranên pûç di nav de tinene.
- Herdu gupên te di bin neftika te de du parçên henarekî ne.
- Li wê derê şêst şahjin û heştê carî û keçên bê hijmar hene.
- Belam di nav wan de, tu tenhayî ji gişkan çêtirî lê kewkirka min, lê ferzendeya diya xwe,
ya di navbera zarokên wê de ya nazenîntirî.
Keçîndaran ew ser xwe re digirtin, şahjin û cariyan
ew dîtin û pesna wê kirin.
- Va kiye..? weke berbangê derdikevî, weke hîvê bedewe, mîna hetavê hiltê û heydedare weke
leşkerên alên xwe jor de hildane.
- (Dilber): ez daketim baxçê gozan ji bo berên newalan ên nû bibînim û jo bo ez binêrim ka
rezan çûçek dane û henar sorbûne.
- Berku ez bizanibim çi dibî, min hew dît ku ez di nav mîrên gelê xwe de me û ez ji wir reviyam.
- (Keçên Orşelîm) : vegere ..vegere lê Şûlemîtê(15) ,vgere.. vegere ji bo em li te binêrin.
(Dilber): win çi di Şûlemîtê de dibînine?
(dilyar) : weke dîlaneke bi du rêzane.
PIRTÛKA HEFTEMÊN
- (Dilyar): çendîn pêgên te bi solan bedewin lê keça mîran. herdu hêtên te yên gilover du ciwahirên
bi destên kirîdarekî jîr çêbûne.
- Navika te piyaleke gilovere, zikî te gidîşeke genimane bi sosinan dorpêçkiriye.
- Herdu pêsîrên te du karên xezalanin.
- Istiyê te mîna acê dûze çavên te kûrin mîna du golên Heşbonin(16) ,pozî te bilinde mîna
bircê Libnanê yê li Şamê dinihêrî.
- Serî te weke Kermêlê ye(17) û biskên porî te yên berdayî mîna erxiwananin. Şah di van biskan
de dîl ketî.
- Çendîn tu çelengî lê dilberê çendîn tu bi şahiyan şîrinî.
- Va bejna te mîna dara xurmê ye û pêsîrên te weke guşiyanin.
- Min got: hele ez ji xwe re bi dara xurmê de hilperikim, bi guşiyên wê bigri, bira
pêsîrên te ji min re tirîbe û hilma devî te weke bîna sêvê ye.
- Devî te meya tewre çake!
(dilber): bira va gişkî ji dilyarê min re noşecan be û ev meya li ser lêvên raketiyan
de şîrin birje.
- Ez a dilyarê xwe me, ew jî ji bo min disoje.
- Lê dilberê were em herin hinda zevî, em li gundan rakevin.
- Were em sibê zû herin hinda rezan, em binêrin ka çûçek dane, ka xunçeyên xwe bişkivîne,
henar sorbûne? li wê derê ezê evîna xwe diyarî te bikim.
- Bîna mandragorê êdina diweşîye(18) û fêkiyên xweş xwe ser deriyên me de berdane, fêkiyên
kevin û nû yên min ji te re hilanîne.
PIRTÛKA HEŞTEMÊN
- (Dilber): xaziya tu birayê minî pêsîra diya min mitibiya, ji bo ku min tu li der ve bidîta min
kariba tu ramûsayî, bê ku kes min lomekar bike.
- Û min tu derbasî mala diya xwe bikira, ew dera ku diya min tê de min fêrî hezkirinê dike, mine
meya bi ava henaran bi te de.
- Destê wî yê çepê di bi serî men de ye û yê rastê min hembêz dike.
- Hê keçên Orşelîm! ez we sondkirin didim win wî hişyar nekin, ji xew ranekin heta
bi xwe radibe.
- (Keçên Orşelîm): va kiye ji çolê derdikevî, palê xwe daye dilyarê xwe?
(dilyar): di bin dara sêvê de, li wê dera diya te bi te avisbû, bi êşên zayînê tu hanî, li wê
derê min sojên te ji te re hişyarkirin.
- (Dilber): min li ser dilî xwe bi gustîlekêke, li ser zendê xwe çînikekêke, evîn weke mirinê bi
hêze û gumreşî mîna kûristanekê zore. Pêtên xwe ji pêtên êgirin, weke agirê Xwedê ye!.
- Piraniya avê agirê evînê venamrîne û ne lehî karê biniximîne. Ku mirov malî xwe bi evînê re
bipîve, wê mal tim ji evînê kêmtir be.
- Xûşkeke me ya bi çûk heye, hîn pêsîrên wê derneketine, emê di roja bûkatiya xûşka
xwe de çi jê re çêbikin?.
- Ku pêsîrên wê dîwarek bûya, mê avahiyeke bilin ji zîv li ser lêkira, ku deriyek bûya,
mê bi darên hevrestê piştvan bikira.
- (Dilber):ez mîna dîwarekî me û pêsîrên min weke du bircanin, loma di çavên wî de gizorîme.
- Rezekî Sulêman li Bal Hamûn hebû(19), rezê xwe da pasvanan ji bo berdêla berrî wî hezar
zîv bidinê.
- (Dilyar): lê tu ya di bihu\tan de rûniştî, herdu hevalrêyên min bi baldarî li dengê te guhdar
dikine, wî dengî xwe bi min jî gihîne.
- (Dilber): weke bezokekî, bi lez were hida min, bira tu mîna xezalan bî yan jî weke evorekî
ciwan li ser çiyayê Etyab!(20).
* * * * * * *
- Sulêman: navekî cûdiye bi wateya "peyayê aştiyê". Kurê şah Dawûde û şahê cûdanî tewrî
navdare, bi şarezahiyê tê naskirin.
- Qeydar: navekî samitiye bi wateya "hêzdar yan reş". Dibêjin kurê Ismayîlê duyeme;
bavê êlên ereban yên bi navdar.
- Di wê çaxê de jinên tolaz ruyê xwe digirtin û dilber jî ji bo kesek wê nasneke ruyê xwe
digirt û bi çolan diket, li dilyarê xwe digeriya, loma jî şivanan dixast tevleşê bibin,
ew jî ji vê rewşa xwe gazincan dikî.
- Nardîn: navê dareke bîn xweşe.
- Lopikên sipîne ji dareke bi istiriye û bin xweşe, pê re digotin dara murrê.
- Navê bajar û kaniyekê ye, li perava rojavayî derya mirî ye.
- Şaron: bi zimanê cûdî bi watya "deşte" li berava bajarê Yafa ji başûr despêdike ta
çiyayê Kermêl li bakur.
- Sahyon: navê kelakê ye.
- Cel-ad: navê çiyakî li rojavayî Yordanê ye.
- Dawûd: şahekî Êzra-îlanî bi navûdenge. bajarek bi navê wî hebû û li ser sûra bajêr bircek
hebû pê re digotin bircê Dawûd.
- Çiyakî tiji dara murrê bû û girekî bi darên lûbanê niximandî bû, lûban jî dareke bûn xweşe.
- Amane: navê çiyayê Libnanê yê bi çûke.
- Şonîr û Hermon: navê du çiyayên niha pê re dibêjin cebel-elşêx li başûrî Suriyê ye.
- Tirse: bajarekî gelek çelengbû, di bin destê Kenenayan de bû. Êzra-îlan
wêrankir û paşê kirne bajarê xwe. Dibêjin nêzikî bajarê Nablisê bû.
- Şûlêmît: navê dilbera di van sirûdan de ye.
- Heşbon: navê bajarekiye.
- Kermêl: navê rêzek çiyayên li Palastînê ne.
- Mandiragor: bi erebî bi "loffah" navdikin û bi latînî pê re dibêjin
(mandragora officinarum). Mitekî weke patetane û bi bîn xweşe, di wê demê de bawerdikirin
ku va mita dermane, jê nivişt çêdikirin ji bo evînê di hundirî mirovan de peydabike.
- Bal-hamûn: navê çiyakî bû, rezekî Sulêman lê hebû.
- Etyab: navê çiyakî ye.
* * *
JÊDER
- Pirtûka pîroz: çapemeniya Kambêrc - Ingiltera, bi zimanê erebî, bê diyarkirina dem û çapxane.
- Pirtûka pîroz: wergerandina şîrove, bi zimanê erebî - Kahîre-Misir-1988.
- Pirtûka pîroz: komeleyên pirtûka pîroz li rojaveya nêzik, bi zimanê erebî- Bêrût- Libnan-1971.
- Ferhenga pirtûka pîroz, bi zimanê erebî. Bêrût-Libnan-1981.
- Pirtûka pîroz bi zimanê rûsî, bê diyarkirina dem û çapxane.
====================
|
|