|
ÇALA REŞ
Pîr RUSTEM
pirustem@scs-net.org
"Ez vê pirsê ji te dikim... Ji min re ya rast bêje, Ehora Mezda, kê meşîna rojê,
stêran nîgar kir.?".
Perda reş li seranserî gerdûnê belave. Asîman bê heyv û bê stêr e. Dem bê ro, ronahî
derbas dibe. çiyayê Sablan di bin tariya demê de dibore, çivîk û cinawerên xwe hembêz dike..
Hin golên avê di nav dar û çawîrên zer de belav in; (rengê herî bi tenê).
Bi şepilandina destan dighe koka darekê û li ser şiqinekî bi cih dibe. Kut-Kuta
dil demeke dirêj didomîne. Bi hejandina darê û herikîna bayê hênik re, ava di şiqinê darê
de, di pişta wê re, dengekî Kûr, kor ji kûraniya hinava çalê dikeve guhên wê. Gotin.. pirs..
Eyros serî hildide.. û cara yekmîn çav vedibin. Ronahiyekê li pêş xwe dibîne. Rok ji wê ve
dertê; nêzîk dibe- Xort di bîst saliya xwe de ye. Ji rûdêmê wî ronahî dibare; bê cil û pêlave.
di destê wî yê çepê de gurzek agir e û yê rastê bi baxa gula Homa tê sotin. Gava ew gihişt
darê..Enahîta xwe ji ser şiqnê ku li ser rûniştî berda nik wî, ji xelatên bav re çû
secdê, mîna wê, Eyros jî xwe berda erdê.. herdû xelatên Ehora-Mezda dan pêş û piştî
çend livên pîrozî baxa gula Homa li hev par kirin; xwar-in. Bi dawiya xwerinê re, ronahiya
Eyros jê weşiyabû û li asmên belav bû. Gurzê êgir bû " Çivîkeke Beravêtî''; û di riwê
asmên de windabû. Reşî qetiya. Hevdû dîtin; tîr.. xedenk.. serm û fedî ji çavan diherikin.
Cihên sermiyê vedişêrin û di qurzîka çavan re temaşiya hevdû dikin.
- Gava me hevdû wilo dît, min xwe veşart.. û piştî ku min hin pelên dara mezin li xwe
pêçan, ez ji piş koka wê derdiketim. Lê çavê min bi "Eyros" ne ketin.. Ew windabû. Ev e
bûyera min ya herî kevin, ya ku min heya nuha ji pêş te veşartî". Piştî ku
Enehîta rê ji Zara nekir der û pistî 20 saliya wî kuta dibe, çîroka zayîna wî jê re sayî
dike.
-"A nuha tu dixwazî, ez bi vê hêsaniyê bawerkim ku ez ji dendika gula Homa bi zikê te ketim".
Zara bi kerb li dê-pîreka xwe vegerand û bi gotinên xwe re Enehîta berve devê çalê têvedide;
devê erdê ji hev dibe; Enehîta pêde diçe û di reşe kûraniya çalê de winda dibe. Kaniyeke
avê, bîranînan derdibe û cobarek jê bi rêdikeve. Li dor kanîyê hin gul û nêrgiz belav dibin.
Enehîta ji kûraniya kor de deng li Zara dike.
- "Eger rojekê te dît ku tu bi tena xwe mayî.. bê kes, hembêz.. dê-pîrek, vegere û xwe bavêje
hembêza min". Gotinên wê dibin marine reş, xwe di çala de vedişêrin. piştî ku
Zara dê-pîreka xwe nependî dike, gerdûn vala dimîne.
- "Tirseke zer dikeve dilê min, û ez ji herêma ciyayê Sablan direvim dikevim, ser reyekê heya
dighêm bajarê we.. ev bajarê bê pîrek; bê mê.. Her tişt tê de nêre. Tu dikarî ji min re
bêjî çima? û hema navê bajarê we çi ye?". Zara van pirsan ji kale- mêrê yekmîn, ku rastî wî
tê, dike.
- "Tu Zara yî. Ez nikarim tu tiştî ji te veşêrim. Lê ev pirsa te dê min winda bike..
Bes ji te dixwazim ku tu bi riya min bigrî û bernedî, eger çi bi min bê". Bi koka riyên kale-mêr
digre û ew dest bi bersîvan dike:" Navê bajarê me Or bû, bajarekî avayî û xweş bû." -her ku
kale-mêr daxivî ew diheliya.. diçelmisî- " lê mixabin rojekê yekî bi navê Memed hat bajêr; bi
lavêj, sihir û nivistan karî bi seriyê me tevan bilîsta û hêşt ku em her tiştên mê
bikujin.. û wek tu dibînî em çi kesên di bajêr de mane mîna hev in; tev di temenekî de ne û bi
şêweyeke ramanê ne". Li dawiya axaftina kale-mêr ji bilî riyên wî di dest Zara de nemabû..
û gotinên wî tevî qîrîna Zara dibin: "ez dêpîreka xwe dixwazim.. kanî himbêza te û .."
dihêle riya wî bilerze.. û li ser zimanê kalemêr, gotinin ji riya diwesin "bi dû min de, ezê te
bighînim pîreka te". Gotinên wî dibin dûpişik.. û di çala de xwe vedişêrin.
- "Û piştî ku riya kale- mêr kete pêşiya min, min da dû. Em demeke dirêj, ku bi
tozê hatî şuştin, meşiyan, ji bajêr derdikevin û em ketin ser reya pirekê, ku
ji aliyekî bajêr ber bi kûraniya demê, meşînê de diçe. Her ku meşîna me kûr bû,
pêşve çû; reşî û toz zêde bû. Lê hertim dengê riya kalemêr, ez germ dikirim ku bi
dû wî dim. Li dawiyê nema pêşiya xwe dibînim. Bi gava paşîn re, bi he- heya wî
dengî re; dengê kenê Memed re,. Ez di çaleke reş, bê sînor werdibim û hîne di vê çala bê
sînor ji reşiyê, valabûnê li dê- pîreka xwe; Li Enehîta digerim..." û perda reş
seranserî gerdûnê belave.
|
|