Dîse mirinê pênuseke afrêner ji nav me revand
xemgînî di dillê hunermendên kurd de çand
Û Bêbuhar li dîwana Cegerxwîn û Tîrêj kir mêvan.
Gelo ana li binxeta xemgîn
Çend pênûs li peyî te digrîn
Çend tembûr şîna koçkirina te digerînin
Û çend helbest bi çûna tere bêdeng dibin seydayê mezin?
Gelo ana li Dirbêsiyê
Çend hêstir ji çavan diherikin
Çend rûpelên sayî ber ba dibin
Û çend zarok di pêşiya te de dimeşin Seydayê mezin?
Me pir dixwest di xuleka dawî de li bin serê te bin
Yan jî bi hizkiriyên tere li pey te bimeşin
Lê mala xeribiyê bişewite nehişt û bû dîwar di navbera me te de seydayê nemir
Here oxirbe ji tere oxirbe ji tere seyda.
Em hunermendên Kurd êşa malbata nemir Bêbuhar bi wanre parvedikin
Û dibêjin bera sere malbata nemir Yusivê Berazî (Bêbuhar ) û gelê Kurd saxbe
Û xwedê tahala wî bi buheşta xwe şake.
Hunermend Zubêr Salih
Hunermend Ronîcan Hiso
Hunermend Omîd Silêman
15.01.2009 Elmanya
|