TEVKURD : daxuyaniyek ji bo raya giştî ya Kurd

Wek ku tê zanîn di payîza çûyî de TEVKURD, li ser esasê mafê xwe bi xwe îdarekirinê û bi perspektîfa yekîtîya neteweyî ji bo ku di hilbijartinên herêmî yên Adara 2009an de tifaqek di navbera partî, grûb û layenên kurdan de pêkwere, hewldan û hevdîtinan dabû destpêkirin. Û, ev pêvajo/hewldan bi daxwiyanîyekî ji raya kurd re hatibû deklare kirin.

Li gor prosesa (neqşa rê) ku hatibû aşkere kirin, tûra yekemîn ya hevdînan bi hemû terefên siyasî (DTP,HAK-PAR, KADEP, DTK, CEMAETA MI.ZGÎN, HÎVDA) (her weha “RI.ZGARÎ, MESOP, DEMA NÛ” ji xwe di nava Tevkurdê de ne) û civata sivîl-demokratîk (Enstîtuya Kurd, Kurd-Kav, Kurd-Der, Kurdî-Der, Mazlûm-Der, ÎHD, Baro, Odeya Bijijka, Huder, Komela Rêzan, DÎHA, Kurdîstan TV. Weşanxana DOZ, PERÎ, KOMAL, Mustazaaf-Der, Platforma Demokrasîyê, Komela Nivîskarên Kurd, …) re hevdîtin hatin pêkanîn.

Di van hevdîtinan de li ser pirsa yekîtîya neteweyî, perspektîfa hilbijartin û îdareyên herêmî û metodolojîya prosesê bi terefan re hatibû xeberdan û guftûgo hatibû kirin.

Di encama van hevdîtinan de me bi memnûnîyetî muşahede kir ku, îdraq û bawerîya yekîtîya neteweyî ‘bêîstîsna’ bi hemû terefan re pêkhatî ye. Hem weke perspektîfa doza neteweyî û hem jî weke awirek demokratîk, bi herkesî re bawerî û hêvîya yekîtîyê gihîştîye asta bilind. Ev helbet cîyê kêfxwes,îyê ye. Pêşketinekî gewre ye. Ji bo me jî rûmet e.

Di çerçeva van hevdîtinan de em gihîştin qonaxek grîng. Me pêderek din jî li dû xwe hişt.
Roja 18.01.2009an de li Dîyarbekir, li navenda TEVKURDê civînek pêkhat. Weke terefê sîyasî DTP. HAK-PAR, KADEP, MI.ZGÎN, TDS, beşdarî civînê bûn. Piştî vekirna civînê ji teref peyvkarê TEVKURD ê de, beşdarvanên civînê di derheq rojev a civînê de raman û helwestên xwe destnîşan kirin. Dokumentên xebata TEVKURD ê weke dosya pêşkêşî terefan hat kirin. Naverok a vê dosya yê li jêr e;
  1. Metnê çerçewa polîtîk ya TEVKURDê
  2. Daxwîyanî li ser hewldanê û neqşa rê
  3. BersîvÊn partîyan (Kadep,Hakpar, Mizgîn, TDS,)
  4. Nûçe-xeberên di medya yê de
  5. Name ji bo DTPê
  6. Raport li ser hevdîtinan
Hate tesbît kirin ku ji terefên sîyasî tenê DTP bersîv a nivîskî nedaye. Berpirsên DTP ji bo vê yekê lêborîn xwestin û kesafet a kar û barên hilbijartinan û rêvebirê partî yê weke sedema bersîv nedanê dest nîşan kirin.

Di tur a yekem de temama terefan li ser pêwîstî û girîngî ya “yekîtî ya neteweyî” hem fikir bun û ev weke hedefek stratejîkî nirxandin. Dîsa terefan temenî kirin ku hewldanên yekîtî yê bi hilbijartinan re ne endeks kirî be. Tifaq a terefên Kurd di Hilbijartinên herêmî de jî hem di warê reel polîtîk de (AKP li Kurdistanê di serî de arteş bi temama dezgehên dewletê pêvajo ya hilbijartina dimeşîne) hem weke gavek berbiçav di pêvajo ya “yekîtî ya neteweyî” de hat nirxandin û grîngîya wê hat tesbît kirin.

Di berdewama nîqaş û guft û goyan de du niqteyên esasî derkete holê;

1-Zemîna tifaqê ya sîyasî. Dî vê niqtê de berpirsên TEVKURDê pêşnîyar kirin ku zemîna tifaqê rasteqînîya netew û welatê Kurd e û ev mijara mafê çarenivîsîyê ye. Li ser vê zemînê û di çerçewe ya polîtîk ya TEVKURDê ku ji terefan re hatiye pêşkêş kirin tifaq mumkun e. Ji sedema ku berpirsên DTP pêwîstî bi biryara organên merkezî yên partîyê dîtin ev ne bu biryar û bi şertê di nava heftê de bersîv bê dayin ma ji bona civîna pêş.

2-Kar û barên taknîkî û pratîkî. Di vê niqtê de berpirsên HAKPARê anîn ziman ku wan biryar dane ku beşdarî hilbijartinan bivin. Ji ber vê yekê ger tifaqek ji bo hilbijartina çêbive lazime ji bijartina namzedan heta amadekirina malzemeyên hilbijartina ew hevpar bin. Piştî nîqaşan ev pirsgirêk ji ma ji biryara organên merkezî yên partîyê ku beşdarî hilbijartinê dibin.

Em weke TEVKURD hêvidar?n ku zemîna sîyasî esas bê stendin, mijarên teknîkî û pratîkî nebe astengên “yekîtîya neteweyî”.

BÎ vê bawerîyê em agahîya di derheq kar û barên hewldana xwe pêşkêşî raya welatparêz dikin.

TEVKURD - (Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd)
 
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net