|
|
Şivan:Ez dernakevim TV-yek nikaribim ‘Kî ne em’ bistirêm
Hunermendê navdar Şivan Perwer vê sibehê li bajarê Kolnê li otela Hyattê di derbarê peyvendîyên xwe
yên bi TRT 6-ê de civînek çapemenîyê lidar xist
...û helwest û rewşa xwe berbiçav kir.
Ş.Perwer di destpêka axavtina xwe de behsa pirsa kurd û rewşa û sebebê jiwelêtderketina xwe kir û
got ew 35 sal e penaber e , wî bedelek daye, xebatek bi rûmet kirîye û ew ê vê qed û xebata salan badilhewa neçe.
Perwer di berdewamîya axavtina xwe de destnîşan kir ku koordînatorê TRT 6-ê û parlamenterek kurd yê
AKP-ê hatine hevdîtinek pê re pêk anîne û teklîfa xebatê û beşdarîya seronomîya vekirina TRT 6 jê re
anîne lê wî ji wan re spas kiriye qedrek daye vê teklîfa wan û qebûl nekiriye.
Hunermendê navdar Ş.Perwer bi berdewamî got wî ji wan re gotîye di şert û mercên îro de çûn û xebata
wî ya di TRT-ê de dê ji wan kesên ku barê wê dane ser milê xwe re bibe barek giran û jiber hê zagonên
Tirkîyeyê hebûna kurdan qebûl nake û gelek tiştan li kurdan qedexe dike, nikaribe bi dilfirehî di
kanalek dewletê de bixebite.
Şivan Perwer li ser pirsekê got; roja ew karibe ‘Kî ne em’ û ‘Mihemedo’ bi hev re di TVyekê de bistirê
ew ê karibe vegere û di wê kanalê de xizmet jî bike. Perwer bi vê minasebetê got wî starnên gelêrî,
yên klasîk, yên folklorîk û yên kurperwerî û şoreşgerî jî straye û hemû bi hev re wî kirine
Şivan Perwer û dema yek beşek ji vana bê sansorkirin S,ivan êdî ne ew Şivanê ku gel ji wî
hes kiriyî ye û ew ê tu carî û ji tu sebebê xwe sansor neke.
Hunermend Perwer li ser pirsek din jî got; ew ji bo gelek minasebetan weka şahîya Newrozê, yan jî
festîvalan hatiye vexwandin û niha jî ji bo destpêka weşana TRT 6-ê hatiye vexwandin, lê ew ê bi
minasebetan venegere welat û heger rojek vegera wî hebe ew ê ji bo gelê xwe himbêz bike vegere.
Li ser pirsa bê ew ê di kîjan şert û mercan de di TRT 6-ê de bixebite jî Şivan got; roja mafê
gelê kurd bên qebûlkirin û naskirin, roja ew bibîne karê TRT-ê ji bo ziman û çanda kurdî samîmî ye, ew ê
ji xizmetê re amade be.
Şivan.Perwer dîsa li ser pirsekê got, niha gel naxwaze ew vegere û di TRT-ê de bixebite yan jî
programa çêke lê dema gel gazî wî bike ew ê goh bide gel û derê TRT-ê. Şivan li ser pirsek dinê jî
got di nava parlamenterên kurd yên AKP-ê de 50 kesî daxwaz kirîye ku ew vegere û beşdarî seronomîya
destpêka TRT 6-ê bibe.
Şivan li ser pirsên bi israr careka dinê destnîs,an kir ku wî tu peyman li gel TRT-ê îmze
nekirîye, ew ê beşdarî seronomîyê nebe û (niha) di TRT-ê de nexebite û programa çê neke.
ji netkurd
|
|