Li parlamentoya Tirkiyê êrîşî parlamenterên Kurd kirin

Ji ber ku got Komkujiya Ermeniyan heye û behsa wê qirkirinê kir, parlamenterên AKP êrîş birin ser parlamenterê Kurd yê Sêrtê Osman Özçelik
Özçelik bi navê partiya DTP di rûniştina parlamento de axifî û behsa sala 1915 û qirkirina Ermeniyan kir.
Özçelik got bi salan Kurd û Ermenî ligel hev jiyane û tu pirsgirêk di navbera her du gelan de tune ye.
Özçelik diyar kir ku li dijî wan qirkin hatiye kirin. Ev got bû sedema ku parlamenterên AKP êrîşî wî bikin.
Parlamnterên DTP tên din li dora Özçelik kom bûn û tevlîhevî di navbera parlamenteran de derket.
Parlamenterkî AKP êrîşî Özçelik kir û jêre got „weke însanan biaxife…“ parlamenterê Kurd yî Rusa jî bi dengekî bilind gazî parlamenterên AKP kir û ew weke „Sertas“ bi na kirin.
Parlamenterê Kurd Hasip Kaplan jî got „Ma bila em rastiyan nebêjin…“
Di navbera her du aliyan de pevçûna gotinan çêbû.
Avestakurd
 
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net