Li Stenbul kurdekî başûr hate kuştin

Li taxa Halaskargaziyê ya Stenbolê di navbera 7 kurdên Herêma Kurdistanê û yekî tirk de pevçûn çêbû û di encama teqeya polîsekî de du kes ku biyarên hev in û xelkê Herêma Kurdistanê ne, yek hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Di demekê de ku 7 kurdên xelkê Herêma Kurdistanê li taxa Halaskargaziyê ya Stenbolê xwestine bikevin meyxaneyekê, nobedarê meyxaneyê nehêştiye derbasî hunûr bibin û di encam de pevçûn di navbera her aliyan de çê bûye. Paşê polîsekî mudaxeleyî bûyerê dike û teqe li wan 7 kurdan dike. Di encam de du ji wan ku biyayên hev in (Tehsîn û Muhsîn Teha) birîndar dike. Paşê radikin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê Muhsîn (30) jiyana xwe ji dest dide.
Her wiha di bûyerê nobedarê meyxaneyê yê bi navê Gokhan Karabulut didin ber kêran û bi birîndarî radikin nexweşxaneyê.
Piştî bûyerê polîsê bajêr, yên ku destê wan di bûyerê de hebûye, tevî polîsê ku teqe kiriye, digire.
Ewlekariya Stenbolê da zanîn, polîsê ku di bûyerê de teqe kiriye, ser bi ewlekariya bajarê Uşaxeyê ya Stenbolê ye û teqekirina wî jî di dema dewama fermî de nebûye, belku ji ber karekî bijîşkî hatibûye îznê.
Pukmedia/CNNturk
 
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net