Ji KNK ê ”Daxuyanîya Gelemperî”

Ji bo: netewa Kurd a dîl û bi sebir li seranserî Kurdistanê û li dervê welêt!
Ji bo: hemû partîyên Kurd û Kurdistanî û sazîyên polîtîk û nepolîtîk ên li welêt û li dervê welêt!
Ji bo: hemû kesayetîyên Kurd ên welatparêz, oldar û civakî ên li welêt û li dervê welêt!
Silabên azadî û serxwebûnê li we…

Konferansa 6an a Kongreya Netewî ya Kurdistanê dê Şemîya 18/4/2009an li Kralîyeta Yekbûyî (KY) li Londonê bê lidarxistin.
Konferansa 6an a Kongreya Netewî ya Kurdistanê wê di şerd û mercên wisa de bê lidarxistin ku ji ber planên dagirkerên Kurdistanê û bi tevlêbûn û hevkarîya rayedarên Kurd li Ba şûr, herêma azad a Ba şûrê Kurdistanê li nav sînorên Iraqa dagirker hatiye vegerandin!
Konferansa 6an a Kongreya Netewî ya Kurdistanê wê di şerd û mercên wisa de bê lidarxistin ku dagirkerên her çar parçeyên Kurdistanê careke din ji bo rûxandina tevgera azadîya gelê me dek û dolaban digerînin!
Konferansa 6an a Kongreya Netewî ya Kurdistanê wê di şerd û mercên wisa de bê lidarxistin ku ramanên qurmiçandî û xapînok ên Îranîbûn, Iraqîbûn, Tirkîyeyîbûn û Sûrîyeyîbûnê di nav partîyên ku bi Kurdî dipeyivin û xwe Kurd dihesibînin de, di bin dirû şmên “federalizm”, “mafên wekhev”, “hemwelatîyên çîna yekem" û hwd de serdest bûne û bergeha têkos,îna me ya welatparêz û rizgarîxwaz û ramanên avakirina dewleteke Kurd tarî dikin! Konferansa 6an a Kongreya Netewî ya Kurdistanê wê di s,erd û mercên wisa de bê lidarxistin ku li gel bi dehan serhildanên mezin û piçûk û hejarî û fîdakarîyên bê hejmar ên li hemû parçeyên Kurdistanê, hîn jî çarenûsa me ne zelal e û asoyê têkos,îna me ya azadîyê tarî ye!
Konferansa 6an a Kongreya Netewî ya Kurdistanê wê di s,erd û mercên wisa de bê lidarxistin ku ne tenê sûcdar û failên Enfalan, bombebaranên kîmyewî û qirkirina Kurdan nehatine cezakirin, lê belê her weha hikûmeta nuh a Iraqê ku di bin kontrola S,iîyan de ye, dixwaze Erebên sunî, hêzên nijadperest û dilxwazên rejîma berê bikar bîne ku Kurdistanê careke din dagir bike û tevkujîya Kurdan bike.
Konferansa 6an a Kongreya Netewî ya Kurdistanê wê di salvegera (50.) damezirandina “KAJYK” (Komela Azadî, Vejîn û Yekîtîya Kurdan/Komeley Azadî û Jîyanewe û Yeketî Kurd) de bê lidarxistin. Ji ber vê yekê, di pêvajoya bernameya konferansê de, dê semînar ûgotûbêjên taybetî ji alîyê endamên damezirêner ve bên lidarxistin!

Hemwelatîyên hêja!
Kongreya Netewî ya Kurdistanê dûmahîkeke rêça pîroz a “Komela Zekaf”, Kralîyeta Bas,ûrê Kurdistanê ya di bin serokatîya Kralê Kurdistanê yê nemir S,êx Mahmûd de, s,ores,a “Komela Xoybûn” di bin serokatîya Îhsan Nûrî Pas,a de û Komara Serbixwe ya Kurdistanê di bin serokatîya Qazî Mihemed de ye. Kongreya Netewî ya Kurdistanê dûmahîka armancên bilind û stratejîya sîyasî û netewî ya KAJYK e; her weha platform û navendeke ji bo hemû çalakvanên rastî yên ramanên pîroz ên azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.
Hun hemû kesên li dijî koletî û dagirkerîyê û ku ji bo xwe û netewa xwe s,abûn û serketinê dixwazin, tên vexwendin ku vê konferansê hemêz bikin. Kurdistan di xetereke mezin de ye û tenê Kurd bi xwe dikanin welat û netewa xwe ji nav lepên dagirkerên xwînxwar rizgar bikin û rûxandina wan rawestînin. Yekîtî, hevkarî û tevlêbûna çalak a we bo formulkirina stratejîya netewî û platformeke hevbes, pêwîst e. Yekgirtin, hevkarî û tevlêbûna we ya aktîv ê di rêça pêkanîna armancên bilind ên gelê me yê bindest û damezirandina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê de bibe bersîvên maqûl.
Em ji hemû kesayetî, partî û sazîyên neteweperwer ên Kurd û Kurdistanê dixwazin ku bersîva vê vexwendina konferansê bidin. Tevlêbûna we ya çalak û bi bawerî bo Konferansa 6an ê hest û bawerîya we ya bilind bo rizgarîyê û damezirandina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê raber bike.
Ev daxuyanî yê ji hemû alîyên sîyasî, olî û civakî yên Kurdistanê re bê s,andin ku tev li Konferansa 6an bibin. Em hêvî dikin ku Konferansa 6an bikin yeka wisa ku ji bo bi gis,tî rizgarkirina Kurdan ji bindestî û dagirkerîyê biryara çarenûsî bide û dîrokî be.
Heke hun dixwazin nivîs, pês,niyar û daxuyanîyên xwe yên tevlêbûna Konferansa 6an bis,înin, an jî bêtir agahî bistînin, ji kerema xwe li gel navnîs,an û hejmarên telefonê yên jêrîn têkilî çêbikin:

Kingreya Netewî ya Kurdistanê
WKA, Palingswick House, 241 King Street - London W6 9LP, wka@knc.org.uk Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be Tel: 0044 -208 748 7874, Faks:0044 - 208 741 6436, jeerkamil@yahoo.com Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be , knc@ribrahim.de Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be , 0049- 82336121, KNC, P.B. 205 Holmlia, 1204 Oslo, Norway 0047- 9383 99 53, post@kncscandinavia.com Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be .

Em ê dûre li ser cîhê ku konferans ê lê bê lidarxistin agahîyê bidin hemû alîyan!
Serfirazî ji bo têkos,îna yekbûyî ya netewa Kurd ji bo azadî, demokrasî û damezirandina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê!
Bijî azadî, bijî serxwebûn, bijî Kurdistan!
Kongreya Netewî ya Kurdistanê

Komîteya Amadekarîya Konferansa 6an

Zarathustra New
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net