|
|
Tenê di mehekê de 100 jin di başûrê Kurdistanê hatine kuştin
Parlamentera Kurdistanê Sozan Şîhabê ragihand, di vê dawiyê de tundûtujiya li dijî jinan zêde
bûye û tenê di mehekê de 100 jin hatine kuştin û 166 jin jî sikala tomar kiriye û diyar kir, ev yek jî
hikûmeta Herêma Kurdistanê dilteng kiriye.
Parlamenter Şîhabê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku li gor lêkolîneke din di 6 mehan
de 300 jin hatine kuştin û ew tawanan jî bi tometa namusperestiyê bûne û got:"Her dawî jî li
navçeya Pencwênê, ji ber ku evîndarê keçekê ji wê re telefoneneke mobîl kiriye, ji aliyê bira û
pismamê xwe ve hatiye kuştin.Lê her du tawanbar jî hatin destgîrkirin û dê bên dadigehkirin."
S,îbabê amaje bi wê yekê kir, piraniya diyardeya kuştina jinan di nav nexwendevan de tê dîtin û
herweha piraniya jinên ku tên kuştin di navbera 13-40 salî de ne.
Şîhabê da zanîn hejmareke pir keç jî bi destê diyardeya pas,ketî ya sunetkirinê dinalin û
got:"Îstatîstîkeke fermî di destê me de tune ye lê li gor lêkolînana ji %40-ê keçên Herêma
Kurdistanê hatine sunnetkirin."
Parlamentera kurd diyar kir jî tundûtujiya li dijî jinan ne tenê li Herêma Kurdistanê, belku di
bajarên naverast û başûrê Iraqê de jî jin ji ber tundûtujiya malbatî û grubên radîkal dinalin.
|
|