| |
Topbaranên Îranê bûn sedema girtina 2 xwendingehan
Piştî ku hêzên arteşa Îranê çend gundên qûntara çiyayê Qendîlê ya qezaya Pişderê topbaran kirin, ev 3 roj
in xwendingehên gundên Sûredê û Şaroşê heta demeke nediyar hatin girtin.
Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji navçeyê ji PUKmedia-yê re ragihand:”Di topbarana vê carê de 15
guletop ketin nêzî wan xwendingehan.Di encam de şûşeyên pencereyên sinifan şikestin.Hemû xwendevan û mamosta
pir tirsiyan.Lewre biryar hate dayîn, heta demeke nediyar xwendingeh bên girtin.”
Çavkaniyê diyar kir jî akinciyên wan gundan berî demekê vegeriyana gundên xwe, ji ber topbaranê dîsa berê xwe
dane Qeledize û dora wê û got:”Ji ber vê yekê xwendingehên navçeyê bê xwendevan bimînin.Eger topbaran berdewam
bibin, hemû xwendingehên qûntara çiyayê Qendîlê dê bên girtin.”
pukmedia
|
|