|
|
Bavê Teyar: EZ XWE NAFIROŞIM!
Li pey Bavê Teyar ketin
TRT’ê ji ber ku rû ji hunermend û saziyên kurd nedît vê carê jî li pey komedyenê kurdê sûriyeyî
Bavê Teyar ket. Ji bo ku Bavê Teyar û ekîba wî di rêzefîlmeke kanalê de bilîzin teklîfê dibin
wan. Menajerê Bavê Teyar Orhan Karaaslan diyar ku hunermend teklîfa TRT’ê qebûl nekiriye û wiha got:
“Me berê nizanibû ku şîrket ji kê re dixebite û me teklîf qebûl kir. Bavê Teyar di şertên dijwar de
dijî û 10 zarên wî hene. Ji ber wê me qebûl kir. Lê paşê Bavê Teyar ji min re telefon vekir û got
şîrket ji kê re dixebite. Min jî lêkolîn kir û hîn bûm. Ji ber vê Bavê Teyar got çi dibe bila bibe
di weşaneke tirkan de naxebitim.”
Bavê Teyar anî ziman ku di kanaleke ku nirxên gelê kurd tune bike de naxebite û der barê mijarê de wiha
got: “Ji min re gotin ku em ê di otelên luks de we bikin mêvan û gelek pere bidin we. Min jî got ez di
kanaleke ku li hemberî gelê min komkujiyê pêk tîne de naxebitim. Ji Enqereyê heta Qamişloyê pereyan li
ber min raxînin jî ez di wê kanalê de naxebitim. Ez tu caran şerefa xwe nafiroşim û di wê kanalê
de naxebitim.”
Azadiyawelat
|
|