|
Barzanî: Ez ne digel pirjiniyê me
Di civîna digel rêkxistiyên civaka medenî û rêkxistiyên jinan de, Mesûd Barzanî, serokê Kurdistanê di derbarê
pejirandina yasaya pirjiniyê de, ragihand ku ew ne digel pijiniyê ye.
Piştî ku 30 rêkxistiyên medenî û jinan bi yek deng li dijî pejirandina yasaya pirjiniyê de rawestiyan. Evro 30/11 serokê Kurdistanê digel nûnerên wê tora rêkxistiyên civaka medenî civiya. Di wê civînê de, bîrnameyek pêşkêşî serokê Kurdistanê kirin ku têda daxwazkirin ku pirjinî nemîne û bi yasayê bihê qedexekirin. Perwa Elî yek bû ji amadebûyên civînê ragihand “Birêz Barzanî ji me re ragihand ku ew pirjiniyê retdike û ji me re got ku ew digel de nîne û ew jî xwedî yek jine“. Xatû Perwa herwesa got “Ji axaftinên birêz Barzanî diyarbû ku ewê wê yasayê îmze bike, lê di heman demê de em pişt rastkirîn ku ewê di paşerojê de wê yasayê biguherîne“.awene/rudaw |
|||
|
|||