|
|
Amnesty International:Ji ber zilma Sûriyê nalîna kurdan didome .
Rapora Amnesty International-AI ya 2009 an belav bû
AI, balê dikişîne ser zilma Sûriyê li ser li başûrê biçûk yê Kurdistanê, û hovîtiya Rejîma
Baas ya li dijî kurdan bi hişkî rexne dike.
Beşek ji raporê wisa ye:
“Rewşa îdareya demî ku ji sala 1963 an ve heye, didome. Îdareya demî mecalên bê sînor û mafên
bêqanûnî dide hêzên ewlekariya Sûriyê ku xelkê bigirin û bavêjin zindanê. Azadiya hizirkirin û mafê komelan
ji nêz ve tê şopandin û raçavkirin.
Ji ber çalakiyên polîtîk û dîtinên xwe bi sedan kes hatin girtin. û zîndanîkirin. Dadgehkirina girtiyan bi
şêweyekî bêhiqûqî tê kirin. Îşkence li kesên girtî tê kirin û kesên îşkencekar nayên girtin
û cezekirin. Ji ber îşkencê 6 kes hatin kûştin. 17 kes bi destê polîsên leşkerî hatin qetilkirin.
Xebatên parêzvan û çalakvanên mafê mirovan tê raçavkirin û ew di bin tehdît û heqaretê de jiyana xwe didomînin.
Kurd dîskirîmîne dibin, û bi xurtî dibin qurbana bê welatbûn / mafê bê hemwelatiyê. Ew ji mafên civakî û
aborî bêpar in.
Hişkî û dîskirîmînekirina jinan didome. Jin ji awira cinsî ve dibin hedefa lêxistin û hişkiyê.
Rewşa girtiyên siyasî
Bi sedan kes ji ber sedemên polîtîk hatin girtin. Hejmarek ji wan qûrbana hizirkirin, anku dîtina xwe ne.
Di nav wan de kesên mîna Ziad Ramadan û Mistefa Joughel hene ku, bi salan e nayên dadgehkirin. Dadgehên
parastin, suc û leşkerî ne li gorî normên navnetewî karê xwe dikin û ji bo dadgehkirinek bi edalet,
ji normên hiqûqî yên navnetewî re bê hurmet û dur in.
Meşal al Temo di 15 ê Tebaxê de ji ber rêvebirina ”Kurdish Future Current group” ê û çalakiyên xwe
hate girtin. Ew bi sucê `provekirina xelkê ji bo amadekirina şerek navxweyî` 12 rojan di hucreyê de hate
îzolekirin. Bi vê rêyê, çalakvanên kurd hatibûn sucdarîkirin. Ew dikarîbû bi mirinê jî bihata cezekirin.
Dîskirîmînekirina kurdan
Hejmara mînorîteta Kurd li Sûriyê ji % 10 e. Nalîna wan ji ber înkara dîskirîmenikirina nasnameya wan, û
sînorkirina bikaranîna ziman û çanda kurdî didome. Bi 10.000 an kurdên Sûriyê di pratîkê de bê welat û
nasname, anku mafê bêhemwelatî hatine hiştin. Ji ber vê rewşê, ew ji mafê civakî û aborî bê par dimînin.
Di 10 îlonê de qanûna 49 an ji aliyê daîreyên fermî ve hate karanîn. Qanûn mafê kirîn û tapokirina xanî û
erdên li sînorê Sûriyê bisînor dike. Bi karanîna vê qanûnê, mafê kurdan li cihê wan hate sînorkirin û rê
li ber wan hate girtin.”
Wergêr: EuroKurd Human Rights
|
|