Zeyneb Li Ber Sêdara I.ran’ê ye

Kermanşa - Dadgeha I.ran’ê keçeke Kurd bi navê Zeyneb Celaliyan bi sêdarê sezakir. Zeyneb bi tawanbariya endamtiya Partî Jiyanî Azad ya Kurdistan (PJAK) hatibû girtin. Zeyneb Celaliyan bi tohmeta endambûna PJAK’ê hat girtin û li gor xizmên we di zindanê de leqayê eşkenceyên giran hatiye. Bi vî awayî hijmara girtiyên Kurd yên siyasi ku bi sêdarê ve hatine sezadan bû 13.
Zeyneb Celalîzade 8 meh berê li Bajarê Kermanşa’yê hatibû girtin. Hefta borî ew li dadgeha Kermanşa hat darezandin û sezayê sêdarê lê hat birîn.
Li gor nûçe ya Ajansa Firad’ê Zeyneb Celalîzade ji Bajarê Mako ye. Ev sala borî tevî heveleke xwe hatibû girtin.
Rûniştina dadgeha Zeyneb tênê 7 dakîka ajotiye û mafê xweparastinê nedanê wê. Li gor xizmên Zeyneb’ê ew li girtîgehê leqayê êşkenceyên xedar hatiye û niha jî tenduristiya wê xirab e.
Bi vî awayî hijmara girtiyên li ber sêdara rejima I.ran’ê yên Kurdên siyasi bû 13. Din av wan kesan de 5 mamoste jî hene.
Kurdên ku li I.ran’ê li bin tehdîda sêdarê de ne evin: Rojnamevan Abdulvahid Hiwa Botimar, mamoste; Ferzad Kemanger, Enwer Huseyn Penahi, Ferhad Wekili, Eli Heyderiyan û Erselan Ewliyayi, xwendekar Hebibulla Letifi, û Fesih Yasemini, Rustem Arkiya, Zeynep Celaliyan, Şerko Maarfi, Ferhat Çaliş, Ramazan Ahmet.
Sala borî bi navê Hikmet Çelik Kurdekî Bakûrî li I.ran’ê bi tohmeta endamtiya PJAK’ê hatibû dardekirin.

ji Malpera Urmiye.org hate giritin

 
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net