|
Satelît Bo Kurdan Qedexe Bo Farisan Serbeste !
Rejima Îranê li ser civaka Kurd xeşimtir dibe. Herçend yasa ya qedexekirinê hebe jî li Îran’ê sataliit
tenê ji bo Kurdan hatiye qedexekirin.
Ebas Cewadî, 23 salî ye û li Tahran'ê rûndine. Dema kesekî biyanî dibîne dibêje ‘xwezî bi te.’ Cewadî ji
Rûdaw'ê re wiha dibêje: ''Xwezî bi we. Hûn bi serbestî satalîtan li ser baniyê xwe datînin. Dema em berê xwe
didin qanalên Kurdî, wê çaxê em dizanin tama azadiyê çiqas xweş e.''
Yasa ya qedexekirina satalîtan di sala 1994an de ji alîyê Elî Ekber Natiq Nûrî Serokê Parlemanê Îran'ê ya
wê demê derketiye. Li gor yasayê bikaranîn, kirîn û firotina satalîtan qedexe ye. Herkesê vê qanûnê binpêbike
neçar e ji milyonekî heta 10 milyon tûmenî ceza bide. Li gor heman yasayê tenê destûr heye ku wezareta
rewşenbîrî, ragehandin, poste û gihandin amûrên satalîtan bikarbînin.
Hemwelatiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistan'ê gazinan ji qedexekirina satalîtan ya li ser bajarên Kurdistan'ê
dikin. Li bajarên Farisan ev yasa ewçend nayê bicîhanîn. Li gor zanînan piraniya Farisan xwedî satalît in.
Kurdên Rojhilat bi taybetî piştî ku qanalên Partiyên Rojhilatê Kurdistan'ê dest bi weşanê kirin
dixwazin zêdetir satalîtan bikarbînin. Lê tirsa polisên îran'ê ew daxwaza wan bersînor dike.
Azad Kerîm Kurdekî Rojhilatê Kurdistan'ê ye û li Tahran'ê karkeriyê dike. Ew di derbarê mijarê de wiha
dibêje: ''Heta niha min hest pê nekiriye li Tahran'ê satalît qedexe ye. Li çi cîhên ku min kar dikir
satalît hebûn. Tenê li Kurdistan'ê qedexe ye.''
Li gor wan amaran, di sê mehên borî de gelek satalîtên li bajarên Kurdistanê hatine desteserkirin. Li
gor rojnamevanan jimara satalîtên komkirî 450 ne. Li Tahran'ê ku şêniya wê 14 milyon e, di heman demê
de 150 satalîtan hatine desteserkirin.
Bi baweriya hemwelatiyên I.ran'ê qedexekirina satalîtan, wan ji cîhana derve qut dike û li cem welatên
pêşketî dibe cihê şermezariyê.
Şîrîn Elî 28 salî ye û li Kirmaşan’ê rûdine. Şîrîn bi awayekî ecêbmayî wiha dibêje: ''
Satalît tişteke qedexekiriê ye? Dema li gel kesekî devreyî Îran'ê diaxifim, şerm dikim bêjim ‘satalît
a me tune ye.’’
Kerîm Elîzade jî 38 salî ye û li Bajarê Şehirbar a nêzîkî Tahran’ê rûdine. Ew bi nehênî satalîtê bikar
tîne: ''Divê mirov gelek biqîqet be. Eger polis û îtlaat bizanin satalît heye, rewşa mirov xirab dibe.''
Hemwelatî amaje dikin ku satalîtên piraniya malên rayedarên I.ran'ê hene. Şehrûz Huseynî, ku li xwaringeheke
Tahran'ê kar dike û wiha dibêje: ''Li cem hevalên xwe ez şerm dikim bêjim ‘satalîta me tuneye.’ Satalîtên
berpirsan hene. Kes ceza nade wan. Lê ji bo xelkê hejar qedexe ye.''
Ji bilî hikûmetê, gelek caran malbat jî dibin rêgirê bikaranîna satalîtê. Xwendevana Zanîngeha Tahran'ê
Meryem Wahidî di derbarê vê mesêlê de wiha dibêje: ''Bavê min nahêle em satalîtê bikirin. Dibêje satalît
mirov tuşî xeletiyan dike.''
Mamost Reza Îqbalî ku li Tahran’ê dimîne rewşê wiha rave dike: ''Qedexekirina satalîtan xelet e.
Li Tahran'ê satalît pir in. Hikûmet nizane çawa rûbirûyê vê meselê bibe.''
Li gor lêkolînerê civakî Şahîn Recaî, nabe rêgirî li bikaranîna satalîtan bê kirin: ''Satalît
niha bûne amureke serekî ya civakê. Lê em dikarin hemwelatiyan agahdar bikin ka çawa bikarbînin. Çi
wextekî nehêlin zarok temaşe bikin, yan bi kêmasî li wan odeyan bê danîn ku dayik û bav lê rûdinîn
da ku nehêlin zarokên wan xeletiya bikin.''
Bîlal Seîd / Rûdaw
|