|
|
Ezê di Nexşeya Rê de
Mîsaqî Milî Bigrim Dest
Ew nêrîna ku dibêje heyştê der sed ê nêzîkî pênc-şeş hezar
akademisyenên li Tirkiyê neteweparêz û neteweperest in, rast e ev sed û pêncî
sal in fêr bûne ku wisa bijîn. Heşmendiyeke wisa heye û heşmendiyeke faşist e
ku ji ber xwe ve hatiye fêrbûyîn. Lê , wê ev were derbaskirin û neçar e were
derbaskirin. Van beşan ne rêxistî ne , lê heşmendiya wan ev e. Lê belê car
carna vana hatine rêxistinkirin û bi armancên cur be cur hatine bikaranîn
Gelo hêviya Gencay Gursoy ew e ku eger sala 2009 bê şer
derbas bibe, wê sala 2009 bibe sala çareseriyê?
Erdal Şafak aniye ziman ku ji bo Tirkiyê rêveberiya herî baş
rêveberiya federatif yan jî rêjîma eyaletan e û di vê paralelê de ji bo Tirkiyê
çareseriya ku guncav e, ne modela Bask e, lê modela Îskoç e ; pêwîst e di sala
nû ya çêkirina zagonê de komîsyoneke çareseriyê ku DTP jî têde were temsîlkirin,
were damezrandin. Ev mirovekî zîrek e, ez wî ji nêzîk ve dişopînim. Ma Erdal
Şafak van nêrînên xwe ji Hukumetê re ragîhandiye? Her wisa, diyar e nivîsandiye
ku pêwîst e beşa rêveberîya PKKê, ne bi armanca bêçekdarbûyînê, lê bi armanca
ku derbasî rewşa neşerkirinê bibe, girêdayî ewlekariya ku jê re were dayin,
çûna Ewropa bide ber çavan.
Serokê CHP yê bajarê Îstambolê Gürsel Tekin diyar kiriye ku
gengaz nîne ku çareserî bê Ocalan bibe; her wisa çareserî di heman demê de
nikare li derveyî CHPê pêşbikeve, û di vê mijarê de xebateke CHPê ya
amedekirina raporek heye ku dişibe Rapora Kurd ku di salên 1991an de
amedekiribû.
Mirov dikare bi Gürsel Tekin re dîsa hevdîtin çêke. Tiştên
ezê bêjim ne li ser wî ne, lê bi giştî derbarê CHPê de ne. Baykal û CHP
xirabkariyê dikin. CHP dikarîbû ku van sê salên dawî bibûya alternatîfa AKPê,
lê belê ka êdî ji ber çi sedem be, nekarî bibe alternatîf. Baykal-CHP naxwazin
bibin desthilatdar. Mantiqê CHPê ev e: “bila di kontrola min de be, ez nebim
desthilatdar jî dibe”. Hema hema hewldana wê ew e ku wisa ji paş ve bi dizîka
îdare bike û derdê wê ew e ku desthilatiya xwe biparêze. Di navbera Ergenekon û
artêşê de diçe û tê, bi darbekaran re hevkariyê dike. Ev heşmendî ji salên 1880
û vir ve, ango ev 130 sal in berdewam dike. Ev heşmendiya îtîhadkar e û
heşmendiyeke komîtager û darbekar e. Vê yekê diçe ta dema Evdilhemîd. Vana pêşî
Evdilhemîd û paşê jî Evdilezîz, heta Mustafa Kemal jî bi vî rengî dorpêç kirin.
Çawa ku Evdilhemîd hatibe dorpêçkirin, Mustefa Kemal jî wisa hate dorpêçkirin.
Dîsa, ev feraset Menderes, Demirel, Özal, Erbakan û Ecevît jî dorpêçkir.
Menderes birin bi dardakirinê, Özal jî birin. Demeke dirêj Demirel bi kar anîn,
çûn û hatinên wî çê bûn, Demirel Cossiga yê Tirkiyê ye. Demekî Erbakan bi kar
anîn, lê dema karê wan pê qediya, wî avêtin aliyekî. Ecevît hinek durust bû, lê
wî jî bi kar anîn.
Derya Sazak di şîroveyeke xwe de nivîsiye ku di
hilbijartinên giştî yên 2007 de berendamên CHPê ji alî Ergenekonê ve hatine
dest nîşankirin û Baykal jî tengav dibe ku vana derbas bike. Rast e, ez jî
dibêjim. Heta ev demeke dirêje ez dibêjim ku nikare vana derbas bike. Ji ber
helwesta CHPê, niha guherandina serdozgerên Ergenekonê tê gotûbêjkirin.
Alî Bulaç diyar kiriye ku li Tirkiyê pênc pirsgirêkên sereke
hene, yekemîn a van pirsgirêkên sereke pirsgirêka Kurd e; li Tirkiyê beşeke
navîn a mezin a muhafezekar heye, dema vana guherînê bixwazin, wê vê yekê
çareseriya pirsgirêka Kurd hesan bike; dema çareserî tê ramandin (fikrandin),
pêwîst e serokên bask ên vê beşê û hestiyariyên vana werin girtin berçavan; ev
beş li Tirkiyê derdoreke berfireh temsîl dike, vê yekê jî wê were wateya li
hevhatina (mutabaqata) civakî, lê ji bo çareseriyê ramanên weke federasyonê
guncav nebin û wê civakê ji hevdu veqetînin.
Ez rojnameya Yenî Şafak jî dixwînim. Her çend rojnameyeke
wisa ye ku di meyla muhafazakar a îslamî de ye, cî dide nivîskarên ji beşên
cuda jî.
Levent Tüzel dibêje ku sedema veqetîna wan ew e ku partiya
sîwan tenê bûye partiyeke çareseriya pirsgirêka Kurd û vê yekê jî nêzîkatiyeke
teng û kêm e. Nexêr, ne wisa ye. Gelo bi têra xwe jê re nayê ragîhandin, an ew
bi xwe fêm nake? Eyşe jî hatibû, em axivîbûn, me nîqaş kiribû, eger pêwîst
bike, bila dîsa werê. Gelo tiştên ez dibêjim, bi têra xwe nayên fêmkirin û
nayên ragihandin? Min berî niha ji Doğanan re û ji Ayselan re jî got. Pêwîst e
tiştên ez li vê derê dibêjim, bi awayekî rast werin ragîhandin. Parêzerên min
nûneriya min dikin, wê demê divê nûneriyeke rast bikin. Partiya sîwan ne tenê
partiya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Bi wateya giştî, tevgera
demokratîkbûna Tirkiyê ye. Projeyeke wisa ye ku armanca wê çareserkirina gelek
pirsgirêkan e. Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê pirsgirêka demokratîbûnê ye.
Dibe ku fêm jî nekin.Ufuk Uras û yên din hene. Ma termo ne (tembel)? Nexêr,
tenê bi termobûyînê nikare were vegotin. Vana ev bîst-sîh sal in ku vana
sîyasetê dikin. Unwan ên wan ên Akademîsyen û profesor hene. Eger vana tevî ku
dizanin, nakin, reng e rast nebe, lê ezê wan weke kesên niyet-xirab binirxînim.
Mirov dikare here bi vana re, bi EMEP re hevdîtin çêke û ji wan re vebêje. Ji
xwe navê vana Partiya Kedê ye. Bila bi Ufuk Uras û yên din re jî hevdîtin werin
çêkirin. Zanyareke siyasetê hebû, mamosteyê zanîngehê ye, tevlî hilbijartinan
jî bibû. Baskin Oran jî têde, mirov dikare bi wan re hevdîtin çêke.
Wer xuya ye Partiya Sîwan navê xwe weke “Tevgera Yekîtî ji
bo Demokrasî” guherandiye. Dibe ku bibe, nav girîng nîne. Li Tirkiyê di eniya
çep, sosyalîst û kedê de di wateya cidî de valatiyek heye. Sendîka ketine
rewşeke wisa ku nikarin pirsgirêkeke basît a mûçe (ucret) jî çareserbikin. Li
derdoran Kurdan û DTPê cewherek heye ku bi rêjeyî (nispeten) ji alî me ve
hatiye dagirtin, du-sê milyon deng digrin. Bandoreke wan a diyar heye,
serkeftinineke sînordar mijara gotinê ye. Di rastî de pêwîste ku beşên çep û
sosyalîst di demokratîkbûna Tirkiyê de bibin pêşeng. Valatî berdewam dike. Hîn
jî beşek ku vê yekê dagire nîne. Ne gengaz e ku em li ser vana serwer bin, ji
xwe em li ser DTPê jî ne serwer in. Em nabêjin vê bike û wê bike, ev ne rast e
jî, ez pêşniyaran dikim.
Hundirê DTPê bi rêjeyî ji alî me ve hat dagirtin. Lê, ew jî
kar nakin, hema hema aware aware digerin. Rêveberî nayê wateya ku mirov li ser
qoltixê rûne. Tu yê partiyê mezin nekî, tu yê kadro pê nedî qezenckirin, tu yê
nikaribî Akademiyek jî damezrînî û pêşbixî, tu yê nikaribî feraseta şaredariya
demokratîk pêş bixî û tu yê rasterast rêxistingeriyek jî çê nekî; wisa nabe.
Min lêkolîn kir; di hibijartinan de yek kadro jî neşandine Xelfetiya me, tu yê
nikaribî dengên amede jî kom bikî. Divê li Amedê û li Dêrsimê xaniyên çandê
werin vekirin. Li dêrsimê şaredarvaniya demokratîk girîng e. Divê feraseta
şaredarvaniya demokratîk pêş bikeve. Dibêjin Elewîtî, lê nizanin ka Elewîtî û
koka wê çiye. Min du rewşenbîrên Elewî nedît ku Elewîtiyê rasterast nîqaş bikin.
Tu yê nikaribî du kadroyan bişînî Dersimê, ma bi vî rengî rêveberî dibe? Min ji
vê DTPê tiştek fêmnekiriye. Min pêncî caran got; hînjî nekarîne Akademiyek û
meclîsên bajaran ava bikin; nizanin karê rêxistingeriyê bikin; ez tê nagihîjim
gelo vana çi dikin. AKPê nêzîkî sed Akademî damezrand. AKP min fêm dike, tiştên
ez dibêjim digre û hewl dide wana têxe pratîkê, lê heman hewldan di DTPê da
nîne. Kesayetiya Kurd wisay e. Ji bo jinek çil teqle davêje, di pevçûneke pir
xirab a di kolanan de mirovan dikujin, çavên hevdu derdixin, lê di pirsgirêkên
mezin de ku wateya wan a wisa jiyanî heye, qet xwe nalivîne. Ez dizanim hûn
ciwan in, hûn çepgir in, çima hûn nikarin ji nava xwe yek-du serok derxin?
Derxin. Ji min re dibêjin Serokatî, lê belê min ji bo serokatiyê her tiştê ku
serokek karibe bike, kir. Bi hezaran konferansên min, pirtûken min û eserên min
hene. Vana her tiştî bi têra xwe rave dikin. Bila vana bigrin û bixwînin û pêk
bînin.
Diyare ku DTPê destnîşan kiriye ku ji niha ve îmze avêtiye
bin wê nexşeya rê ku ezê rave bikim. Pêwendiya bi min re ne pêwendiyeke
evdîtiyê ye. Ew tiştê ku ez hewl didim biafirînim mirovê azad e ku bikare bi
mêjî û vîna xwe bi meşe. Ma çawa dikarin îmze bavêjin bin nexşeyeke rê ku hîn
nehatiye diyarkirin? Divê pêwendiya bi min re wisa nebe, ez vê yekê napejirînim.
Navê min bi bîr tînin û silavên xwe dişînin. Pêwendiyeke wisa nabe, ma çima ew
bi xwe tiştek nakin, nafirînin, her tişt ji min hêvî dikin û navê min bi kar
tînin? Ev ne exlaqî ye jî. Ez ne di wê rewşê de me ku heta ebediyetê bimînim û
bijîm. Min berî niha sê caran got, ez dîsa dibêjim: bila min tine bihesibînin,
bila min mirî bizanin.
Haluk Gerger aniye ziman ku ji bo çareseriyê pêwîst e xala
herî biçûk (minimum) a stratejîk a Kurdan hebe û vê yekê dikare xala herî mezin
(maksimum) a stratejîk a dewletê derbas bike. Dema dibêje mînîmum, dixwaze bêje
çi? Gelo Yaşar Kemal pejirandiye ku bibe mirovê akîl?
Di nexşeya rê de ku ezê rave bikim, ezê jî qala mirovên akîl
bikim, her wisa ezê rol bidim rewşenbîran jî. Mirov dikare wan hevdîtinên bi
rewşenbîran re berdewam bike. Ez bang li demokratên radîkal ên li Tirkiyê dikim:
bila erk û berpirsyariyan bigirin. Li Tirkiyê sê cure demokrat hene: demokratên
Lîberal, Muhafezekar û Radîkal. Ez demokratê radîkal im. Wê demokartên radîkal
pêşengiya çareseriyê bikin. Mirov dikare here ji Halukan û kesên weke wî re
bêje ku bila berpirsiyarî bigirin. Ez silavên xwe jê re radigihînim. Wekî din
diyar kiriye ku dewleta Tirk û gelê wê nexweş e û dîn e, PKKe bijîşka wê ya
giyan e (ruh doktoru) û di vê wateyê de erkeke min a başkirina civakê heye.
Ma çawa vê yekê ji min dixwazin? Ev bê însafî ye û bê
wijdanî ye. Ev deh sal in ez di mercên tecrîda herî giran a cihanê de tême
girtin; ez li vê derê nikarim xwe baş bikim, ma ezê çawa civakê xweş bikim. Ên
wan, pergalên (düzen) wan, unwanên wan hene; di xaniyên xweşik de rûdinin û
derfetên wan hene. Pêwîst e ew bikin, ma eger ew nikarin bikin, ez di van
mercan da çawa bikim?
Em rojên dîrokî dijîn em di pêvajoyeke dîrokî de derbas
dibin. Dibe ku piştî mehek yan jî mehek û nîv rewş biguhere. Ezê nexşeya rê
heta 15ê Tebaxê pê re bigînim. Her kes ji min hinek tiştan hêvî dike, dixwaze
ez rol bilîzim. Ji bo vê yekê jî ez dibêjim bila pêşiya min were vekirin, bila
werin em muzakere bikin; wê komîsyoneke min hebe, bi navê Komîsyona Tevgera
Wîjdan. Em li pêş gel nîqaş bikin; ez bêjim, hûn guhdarî bikin, ma çi xeterî di
vê yekê de heye û wê kî çi wenda bike? Bila komîsyonek were avakirin, emê werin
hevdîtin çêkin, ma çi xeteriya wê heye?
Ezê di vê hevdîtinê de derbarê nexşeya rê de sertayan (ipucu)
bidim. Ezê di nexşeya rê de mîsaqî milî bigrim dest. Ez Mîsaqî Milîgerayî me.
Bila şaş neyê têgihîştin; dema ez vê yekê dibêjim ez xwe naxim şûna Mustafa
Kemal. Di nava Mîsaqî Milî de ne tenê sînorên Tirkiyeya ku niha tê zanîn, her
wisa Musul-Kerkûk û kurdên Sûriyê jî hene. Mîsaqî Milî biryareke wisaye ku ji
alî meclîsa wê demê ve hatiye girtin. Mîsaqî Milî tê wateya sond û peymana
netewî. Dema ez dibêjim Mîsaqî Milî, ez qala rabûn û guherîna sînoran nakim. Di
mercên roja me ya îro de ji xwe pêwîst nake ku sînor rabin. Mîsaqî Milî tê
wateya yekîtiya Kurd û Tirk. Şerê Rizgariyê şerekî hevbeş ê Kurdan û tirkan e.
Di nameyek de, ku Cemal Çakir ê ji Girtîgeha Semsûrê şandiye, biryareke ku ji
18 xalan pêk tê heye, ku di rûniştina veşartî ya Meclîsê de di tarîxa 10 Sibat
a 1922 de hatiye girtin. Ev biryar zagonek e (yasa) ku li hemberî 64 dengên
red, bi 373 dengên qebûl hatiye pejirandin. Eger were diqetkirin, li hemberî
64an, 373 deng! Ev di arşîvên Meclîsê de heye, rayadarên vê yekê dizanin. Bi vê
biryarê, di serî de xweserî ji bo Kurdistanê, gelek maf hatine pejirandin. Ê
min, haya min ji vê biryara ku di rûniştina wê tarîxê de çê bûye, nebû, min
nedizanî. Ez ji wî hevalê ku vê nameyê nivîsîye re sipas dikim. Her wisa
Destûrabingehîn a 1921 heye. Ev destûreke bingehîn e ku di pêvajoya damezrîna
welat û Komarê de hatiye amadekirin. Ji xwe, emê di nexşeya rê de awayê vê yê
rojanekirî û pêkanîna wê daxwaz bikin. Emê bêjin ku Meclîsa we vê biryarê girt,
vêya pêkbînin. Ezê vê nameyê ji wan re jî bişînim. Min berî niha ji Gul û
Erdoğan re gelek caran name nivîsand. Ev heft sal in ez sebir dikim.
Daxuyaniyên girîng didin, de keremke, bikin? Hûn dibêjin emê çareser bikin, ma
çima hûn çareser nakin? Serokkomarî, Serokwezîrî û Serokatiya Meclîsê wê li gel
we be, ango wê sê rayeyên herî girîng ên dewletê bi were be, lê dîsa jî hûnê
çareser nekin, wê demê ev xapandinek e. Hûn dibêjin emê Destûrabingehîn çêkin û
amade bikin, lê hûn nakin. De bikin, çima hûn Destûrabingehîn a Demokratîk
dernaxin! Pirsgirêk dikare bi Destûrekebingehîn a demokratîk were çareserkirin,
çima hûn nakin? Erdoğan nikare vê pêvajoyê bide meşandin. Di çareseriya
pirsgirêka Kurd de carna dibêjin aborî, carna jî dibêjin siyaset. Eger nebe jî
dibêjin em aboriyê bigrin serî. Haya vana ji zanista siyasetê jî nîne; eger
pirsgirêka siyasî neyê çareserkirin, pirsgirêkên din jî nikarin werin
çareserkirin. Mirov wisa bi CHP, Baykal û Bahçelî re têkeve devavêtina hevdu,
pirsgirêk nikarin werin çareserkirin. Di pirsgirêka Urumçî-Turkîstan de jî
nekarîn tiştek bikin, gotinên wan derbas nabe. Kesên ku gelan îdare dikin, divê
bi berpirsyariyeke mezin tev bigerin. Bûyîna mirovê dewletê vê yekê pêwîst
dike. Mirov bêje ka em serpûşiyê (başörtüsü) vekin yan bigirin, her wisa ka em
leşkeran di dadgehên sivîl de darizînin, an na; bi vî awayî nabe. Van hemû
tiştan bi Destûrabingehîn a demokratîk têne çareserkirin. Divê tavilê platforma
destûrabingehîn a demokratîk were avakirin, were nîqaşkirin, destûreke bingehîn
a demokratîk were amadekirin, Meclîs bi xwe bibe meclîsa damezrîner û eger ev
nikare çêbibe, divê meclîsa damezrîner a ji sed û pêncî kesî were avakirin. Va
ye hûn dibêjin Bask, hûn dibêjin İspaniya; İspanyolan rêjîma Franko bi
destûreke bingehîn a demokratîk derbas kirin. Em Rojava rexne dikin, lê ê wan
rewşenbîrên wan hebûn, astên wan ên entelektuel bilind bûn. Vê yekê bi ser
xistin. Bila Serokwezîr vê mînakê bigire, bixwîne û fêr bibe. Her wisa li
Fransa mînaka De Goulle heye, Fransa niha Komara Pêncemîn dadimezirîne.
Hîn jî DYE û Îngilîstan berdewam dikin ku li ser pişta min
siyasetê bikin; ji bilî Barzanî û Talabanî, dibe ku li hemberî me serokên ji
vana xetertir û bi bandortir derxin, komplo berdewam dike. Vê yekê min pir
dêşîne. Ez naxwazim vê berpirsyariyê bi tena serê xwe hilgirim. Ez ji xwe bêzar
dibim û hêrs dibim. Ev tam 11 sal in ku ez sebir dikim. Ez difikirim û dibêjim
gelo me çima vê pêvajoyê ewqas dirêj kir. Ji ber ku vê yekê çareseriyê nahîne,
lê dide wendakirin. Me nekarî em duyemîn pêngava 15ê Tebaxê pêkbînin. Di vê
yekê de berpirsyarîya min jî heye. Ji xwe ez di heftê de 1 seat bi we re
hevdîtîn çêdikim. Gelo di vê rewşê de ez çiqas dikarim têrê bikim? Bila ti kes
li bendê nebe ku di mercên ez tê de me, ez serokatiya pratîkî bikim.
Di dema ku yekem car ez hatim girtin û min anîn vê derê, min
ji rayedaran re got “em dikarin pirsgirêkê çareser bikin, ger pêwîst bike em
dikarin hevalên xwe ji çiya jî daxînin”, wê demê ji min re gotin “hun dizanin”.
Her wîsa dema ku ez yekem car hatim vê derê, di dema jêpirsînê de rayedarêk
leşkerî gotibû “ ger şer çêbibe jî, divê hun weke mirovan şer bikin; wisa hun
bombayên zindî bişînin virde-wêde nabe”. Hinek jî mafdar bu. Ger aşitî çêbibe,
divê aşitiyeke weke mirovan be; her wisa ger şer jî çêbibe, divê şerekî weke
mirovan be. Dema bihurî de bûyerên wisa çêbun ku hêş û mejiyên min nedigirt.
Buyerên weke ji ruyê cerdevanekî tasfiyekirina malbata xwe çêbun. Ev ne rêbaza
min e, di felsefeya min a jîyanê de ji tiştên wisa re cîh nîne. Niha jî tiştên
wan dikir, cerdevan dikin. Gundê Zangirtê jî tê de, li gelek deveran kirin û
hîn jî dikin. Berî niha jî min gelek caran qala vê yekî kiribu. Çeteya Çarane
heye. Ez naxwazim dîsa qala wê bikim. Ez nizanim wê ji niha û pê ve çi bibe.
Dibe ku mehek yan jî mehek u nîv paşê pêvajo ber bi aliyekî cewaz ve veguhere.
Dibe ku heta payîzê gelek tişt biguherin. Ger şer çêbibe, wê Kurdistan berê xwe
bide qutbunê. Em bi israr aşitîyê diparezin, yên aşitiyê nehînin, wê
berpirsiyar bin. Ger çareserî pêş nekeve, ezê xwe ji navberê vekişînim. Ew
statuya heyî ya li Tirkiyê, Kurd ker bin jî napejirînin, ev statu nikare were
pejirandin. Ez nabêjim bila şer bikin, ev ne bangewaziyeke şer e. Ez tûşî wan
nabim; gelo ka wê şer bikin, aşitî bikin, radest (teslim) bibin, an derkevin
derveyî welat; wê ew bi xwe van biryaran bigrin. Ezê tenê mafê xwe yê
rexnekirinê bikar bînim. Ez dîsa dibejim; ez nizanim ka wê ji niha û pê vê çi
bibe. Her wisa dikarin xwe bigihînin hêzekê wisa ku salên 1995an deh qat derbas
bibe. Ezmunên wan hene. Dikarin hevpeymaneran (muttefik) jî bibînin. Dikarin
şer pêşbixin û xwe bigihînin serkeftinê jî; ango wê bi xwe bîryar bidin ka wê
li hundir, li derve, li bajaran û gundan çibikin. Dibe ku di vê mijarê de
amadekariyên wan jî hebin. Li milekî din, dibe ku amadekariya devletê jî hebe.
Mînak, dikarin yekser sêsed balafir rakin û di yek carekî de tine bikin.
Dikarin weke Tamîliyan hunda jî bikin. Hêzên biyanî û DYE naxwazin ku devlet
qezenc bike, her wisa PKK jî biqede yan jî qezenc bike. Di vê şerê de wê her du
alî jî hunda bikin, ev şer bi gelan dide hundakirin. Rewşa Efganistan û
Pakistanê li holê ye. Rewşên İran Surî û Iraqê li holê ne. Dibe ku îran
xirabkariyê bike. Li İraqê, li Musul û Kerkûkê û li Telaferê her roj bomba
diteqin û bi dehan mirov jîyana xwe hunda dikin. Wan karan kesên wekê Malîkî
nabin û nayên çareser kirin.
Ez jî ji xwe wê yekî dikim. Di vê mijarê de min berî niha
dîyarkiribu, ez dîsa dîyardikim: di mijara yekîtiya Kurdan de min çar prensîbên
pratîk û penc prensîbên teorîk peşkeş kiribû. Dikarin vê yekê hîn zêdetir
pêşbixin. Her wisa min vêya peşnîyar kiribû ji bo Konferansa ku tê fikirkirin
li Başûr were çêkirin. Ger Konferans nikare were çêkirin, dikare bi awayê
Kongreyek ku hemu derdorên Kurd tê de beşdar bibin, were pêkanîn. Dikare di bin
navê Kongreya Gel a Demokratîk de jî çêbibe. Divê ev Kongre heta 15ê Tebaxê yan
jî heta dawiya Tebaxê were çêkirin.
Ertugrul Ozkok dikare were. Tiştekî ku ew dizane heye, ger
were emê li vê derê berfirehî û detayên wê nîqaş bikin. Lê pêwîst e vana di
rojnameya xwe de bi rengekî durust bide xuyakirin.
Yên li girtîgehan jî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de
deklarasyoneke ku ji 8 xalan pêk tê, weşandine. Di nameyên ku ji girtîgehan tên
de jî, tiştên dirûb (benzer) hene.
Gelo Kongre ya Cîvaka Demokratîk dixebite? Xetîb Dîcle çi
dike, gelo kar dike? Gelo hevseroka wê heye û kî ye? Piştî 15 rojan ezê beşa
Rojhilata Navîn a parêznameya xwe temam bikim. Gelo weke parêzname ez wê
bişînim Dadgehê (DMME-AİHM)? Ger ji parêzerên li Ewropa were pirskirin û ez
bersivên wan bigrim, wê baş bibe.
Nameyên ku ji girtîgehan hatine hene. İincî Roj a ji
girtîgeha Mîdyadê çar name birêkiriye. Wer xuyaye ku hinek nakokiyên wê hene û
pirsgirêkan dijî. Gelo nebe ku ber tiştên fîzîkî be. Her wisa girtîgeha Wanê
Bahadir ... bila xebatên xwe berdevam bikin. Turgay Varol ku Dêrsimî ye ji
girtîgeha Tîpa F ya hejmar 2 ya Tekîrdag, bi navê sê kesan nivîsandine, baş e.
Azîme İşik a ji girtîgeha Gebze, her wisa Samî ... dîyare hevalekî Tirkiyeyî ye
ku ji girtîgeha Kocaelî ye, name nivîsîne, baş e, bila lêhûrbûnên xwe berdevam
bikin. Aysel Dogan name şandiye, em fêrî wê bun. Cemal Çakir ji girtîgeha
Semsurê û Zerrîn Yilmaz ji girtîgeha Sîrtê bila rêwîtiya xwe ya lêkolîna
rastiyan berdevam bikin, di rêya rast de ne; bi girîngî li ser bisekînin. Li
girtîgehen Muş, Erzurum Batman û Bolu name hene; ez ji hemuyan re slav û rêzên
xwe dişînim. Min hefta bihurî pirtûka Carl Schmîth xwestibû.
Ez silavên xwe ji gelê Kırşehîr re, ji Hezro re û ji Amedê
re radigihînim.
Ji herkesî re silav.
Rojbaş!
15 Tîrmeh 2009 |
|