Kurdên Êzidî Daxwaz ji Amerîka kirin ku fişarê bixe ser Tirkiyê

Çend rewşenbîrên kurdên Êzdî daxwazek pêşkêşî serokê Amerîka Barak Obama kirin û xweztin, ku Amerîka pestanê (fişarê - zextê) bixe ser hukûmeta Tirkiyê , da ku li ewan tawanan mukurr bihê, ewên ku wê di serdema Turkên Osmanî de li Êzdîyan kirine.

Daxuyannameya evan kurdên Êzdî li Internetê hat belavkirin û tê de hatiye, ku ewa di serdema imparatorîya Osmanîyan de bi serê Êzdîyan de ji ber bîr û bawerîya wan hatiye, bi serê ti gelekî dinê evê deverê de nehatiye.

Evê daxuyannameyê da zanîn, ku di serdema Osmanîyan de çendîn ferman ji bo qirrkirin û nehiştina Êzdîyan û wêrankirina deverên wan derkevtine û bêtirî milliyonek Êzdî bûne qurbanên ewan fermanan.

Ev daxuyannameya han nimûneyekê ji nimûneyan dihîne û dide xuyakirin, ku di sala 1916 de operasiyonek leşkerî li dijî Êzdîyan ji alîyê Osmanîyan ve li devera Basa ya bakurê kurdistanê çê bû, ji ber ku Êzdîyan alîkarîya Armenîyan kiribûn. Di encama evê operasiyonê jî de, bi hezaran Êzdî hatin kujtin û bi hezaran jî awareyî Iraqê bûn û gelek Êzdîyan jî, ji tirsan ola xwe guherandin û bûn Musliman.

Evê daxuyannameyê daxwaz kir, ku li jêr saya mafên mirov û azadîya olan, gerek Êzdî ji alîyên bi bandorên wek Amerîka, dewletên Ewropa, Vatîkan û dewletên Islamî ve bihên naskirin.

Di evê daxuyannameyê de gelek dîrok hatine destnîşankirin, ku tê de Osmanîyan operasiyonên leşkerî li dijî Êzdîyan kirine û daxwaz ji serokê Amerîka hatiye kirin, ku li duv evê sosreta mirovane ve biçe û pestanê (zextê - fişarê) bixe ser hukûmeta Turkiye, da ku ew li evan tawanan mukurr bihê.

ji peyamner
 
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net