FKÊ: Bi lez şêx Silêman (Bavê Cemîl) azad bikin

Şêxê êzdiyan Silêman Cemîl Cafer ji 15ê Nîsanê ve ji aliyê rayedarên dewleta Sûrî ve hatiye girtin û heta îro agahî jê nîn in. Şêx Silêman, ku bi navê "Bavê Cemîl" tê naskirin, bi destûra rayedarên dewletê pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor ogranîze kiribû. Rayedaran piştî pîrozbahiyên bi girseyî pêk hatin, Bavê Cemîl li ser riya Qîbarê girtibûn û biribûn Helebê.

Dewleta Sûrî heta niha sebeba girtina şêx eşkere nekiriye û ew nernexistiye mahkemeyê. Lewma weke Federasyona Komeleyên Êzdiyan em ji bo jiyana şêxê êzdiyan bi fikar in. Weke herkes dizane ku şêx rêberê me yê olî ne û divê rêz ji bo wan bê girtin. Em girtina wî ya piştî pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor weke qedexekirina cejnên xwe ji aliyê dewletê ve dinirxînin û vê yekê şermezar dikin. Divê dewleta Sûrî qebûl bike, ku weke welatiyan mafê êzdiyan jî bi qasî şîe û suniyan heye ku cejnên xwe bi rê û rismên xwe pîroz bikin.

Em bang li rayedarên dewleta Sûrî dikin ku tavilê Şêx Silêman berdin. Herweha em bang li tevahiya kurdan û raya gistî ya navnetewî dikin ku ji bo azadkirina Bavê Cemîl bikevin nava hewldanan.

Meclîsa Federasyona Komeleyên Êzdiyan
28.04.2009

 
designed by Malpera dengêkobanê
Copyright ® www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net