|
|
LI GELÊ KURD PÎROZ BE!
Koma Civakên Kurdistanê ji ber hilbijartinê gelê kurd pîroz kir û da zanîn ku gelê kurd ligel hemû zext û
astengiyan îradeya xwe nîşan daye û piştgirî daye xeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Koma Civakê Kurdistanê bi bîr xist ku her çiqas hilbijartinên pêr hilbijartinên herêmî bûn jî, lê dewleta
tirk ev hilbijartin wekî fersenda têkbirina îradeya gelê kurd dît û di sşêxsê AKP`ê de, ji bo serkeftinê
hemû derfetên xwe seferber kirin û tevî Mêrdîn, Mûş û Agirî, li gelek deveran jî gelek sextekarî pêk anîne.
Di peyamê de hate destnîşankirin ku gelê kurd digel hemû bêderfetî, zext û astengiyên dewleta tirk û
hikûmeta AKP`ê, îradeya xwe derxistiye holê û careke din dilsoziya xwe ya bi Ocalan û xeta wî re nîşan daye.
Di peyamê de hate ragihandin ku gelê kurd bi hilbijartinên pêr nîşan daye ku ew di bin her şertî de
xwedî li nasname, çand û hemû nirxên xwe derdikeve û bi vê yekê jî dersek daye dewleta tirk, AKP û hevkarên wê
û siyaseta înkar û tunekirinê pûç derxistiye.
Encama hilbijartinê wekî peyameke ji bo çareseriya demokratîk jî hate nirxandin û di berdawamiyê de wiha hate
gotin:”Encamên pêr nîşan da ku, DTP û birêz Ocalan, di pirsgirêka kurd de hêz û navnîşana çareseriyê ne.”
Di peyamê de bal ji bo hewldanên Amerîka û hêzên navnetewî ên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya
Kurdistanê hate kişandin û wiha hatiye gotin: “Gelê kurd bi hilbijartinên pêr bersiv da van hêzan jî.
Divê di serî de Amerîka, hêzên din ên navneteweyî jî, bi hurmet nêzî îradeya azad a gelê kurd bibin.
”Di peyamê de şaredar, endamên meclîsên şaredarî û giştî yên bajaran yên bi îradeya azad a
gelê kurd hatin hilbijartin, pîroz kirin û ji wan xwest ku bi perfomanseke mezin xebatên xwe bimeşînin û
di wezîfeyên wan ên nû de jî, ji wan re serkeftin xwest. Her wiha di peyamê de ji dewleta tirk û hikûmeta
AKP`ê jî hate xwestin ku encama hilbijartinê û daxwaza gelê kurd rast bê fêmkirin û li cihê lêgerîna
çaresriyê ya li derve, guh bidin bangên birêz Ocalan û ji bo çareseriya demokratîk gavên pêwist
biavêjin. BEHDÎNAN / ANF
Li Bajarên Herêmê Rêjeya Dengan a di navbera DTP`ê û AKP`ê de wiha ye:
AMED
DTP: 59,31
AKP: 32,38
COLEMÊRG
DTP: 71,33
AKP: 21,17
WAN
DTP: 48,31
AKP: 34,99
MÊRDÎN
DTP: 43,82
AKP: 27,16
ŞIRNEX
DTP: 60,04
AKP: 31,61
ÊLIH
DTP: 52,68
AKP: 35,27
AGIRÎ
DTP: 37,23
AKP: 28,94
SP: 11,23
MÛŞ
DTP: 43,33
AKP: 32,52
SP: 8,29
SÊRT
AKP: 36,52
DTP: 35,65
QERS
AKP: 36,57
DTP: 17,65
MHP: 17,58
CHP: 14,57
RIHA
AKP: 40,22
DTP: 19,58
ÎDIR
DTP: 32,85
AKP: 22,95
MHP: 16,48
BG(SZ:12,96
DÊRSIM
AKP: 28,90
DTP: 18,87
ÇEWLÎK
AKP: 41,20 DTP: 21,50
SP: 20,00
SEMSÛR
AKP: 49,23 CHP: 14,76 SP: 12,83 MHP: 7,88
DTP: 5,70
ELEZÎZ
AKP: 46,45
MHP: 16,98
SP: 14,15
CHP: 6,79
DP: 4,60
DTP: 3,83
DÎLOK
AKP: 47,98 CHP: 24,07
MHP: 8,90
DTP: 5,08
Jêder: Azadiya welat
|
|