Pencwînî: ‘Armanca Konferansa Fethulah Gülen Xapandina Kurdan e!

Serokê İnstîtûta Kurdî ya Berlîn’ê yê berê nivîskar Mihemed Emîn Pencwînî diyar kir ku ji bilî Kurdan kes nikare konferansa neteweyî ya Kurdan çê bike.
Li gor Pencwînî ger ku Kurd yekîtiya xwe ya netewî ava bikin hemû planên li dijî wan wê bêencam bimînin.
Di demên dawî de nîqaşên li ser konferansa neteweyî ya Kurdan zêde dibin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) banga yekîtiyê û konferanseke netewî ya Kurdan kir.
Serokê Enstituya Kurdî ya Berlînê yê berê Mihemed Emîn Pencwînî di derbarê mijarê de anî ziman ku hemû partî û saziyên Kurdan gihiştine wê baweriyê ku lazim e konferanseke netewî ya Kurdan bê lidarxistin. Pencwînî derbirî ku di konferansa neteweyî de tiştê herî girîng siyaseta neteweyî ye: "Hewceyî bi prensîbên hevpar, siyasetek hevpar heye. Divê îradeyek xizmetê ji gelê Kurdistanê re dike derkeve holê. Niha Fethullah Gülen û alîkarên wî dixwazin konferansek wiha bikin. Gelo ew xwe çi dihesibînin ku konferansa Kurdan ew bikin? Ev pîlana Recep Tayip Erdoğan û AKPê ye. Duxwazin beşeke kesayetên Kurd kom bikin û konfransekê li Başûrê Kurdistan’ê çê bikin. Bi qasî 50 kesayet û rojnamevanên biyanî ji bo konferansa Gülen hatîne dawetkirin. Duxwazin hindirê pirsgirêkê vala bikin. Ev yek jî planeke li dijî banga KNKê tê meşandin. Fethulah Gülen eger duxwaze kongreyan li darbixe çima li Diyarbekir’ê çênake? Çima li Stenbolê çênake? Dixwazin pêşiya konfransa KNK’ê bigrin. Heta niha PKK, DTP, gelek partî, hêz û aliyên Başûrê Kurdistan’ê diyar kirine ku wê beşdarî konferansa netewî bibin. Lê Gülen nikare di vê planê de ser bikeve. Ji ber ku gelek minak û tecrube li Başûr û Rojhilatê Kurdistan’ê jî heye. Rejimên İraq’ê di demên kin de gelek partiyên sexte yên Kurdan ava kirin, lê serneketin.

‘Armanca Wan Xapandin e’

Pencwînî diyar kir ku yên vê pîlanê dimeşînin dizanin ku di nav Kurdên li Tirkiyê de PKK û DTP hêzên siyasî ne: "Tevgera Bakûrê Kurdistan’ê xwedî hezaran şehîd e. Bi hezaran zîndanî hene, bi hezaran kadro di nava gel de ne, rêxistineke mezin heye. Gelo çima Gülenî bi wan re konferans li dar naxin? Çima hêzên Bakûr didin alî û tên bi hêzên Başûr re dikevin diyalogê? Yani mesele çavboyaxkirine. Dixwazin bi vê konferansê peyama bejin, ‘em duxwazin pirsgirêkê çareser bikin' bidin hêzên Başûr. Li gor hişên xwe dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, ne li gor daxwazên Kurdan. Vekirina televîzyona Kurdî jî di çarçoveya vê pîlanê de ye. Lê li aliyê din ên Kurdî diaxivin rastî astengiyan tên.

'Polîtîkaya înkarê berdewam e'

Têkildarî polîtîkaya Tirkiyê ya îmha û înkara Kurdan jî derbirî ku Tirkiyê xwestiye hêzên Kurdan ên Herêma Kurdistan’ê bikşîne cem xwe: "Xwestin bi şer PKKê xilas bikin. Lê diyar bû ku PKK bi şer xilas nabe. Niha serî li rêyên din didin. Nikarin PKKê lawaz jî bikin. Niha pîlanek siyasî dimeşînin. Lê lazim e gelê Bakûr hişyar be û xebatên xwe bidomîne. Ku ev xebat berdewam bin heta 4-5 salan wê li Bakûr hertişt bikeve rêya xwe û guherînên mezin pêk bên. Li hemberî bombardimamana li tevahiya Kurdistan’ê nerazîbûnek mezin heye. Lê tenê li Herêma Kurdistana Federal hikûmet xwedî helwestek şermok e. Niha rayeya esmanî ji destê Amerîka derket û kete destê İraq’ê. Lê Malîkî û hikûmeta wî bêdeng in. Ji ber ku cardin li ser Kurdan bi Tirkiyê re peyman çêkirine. Partiyên me yên İslamî ji bo Gazza’yê kongre li darxin. Lê ji bo gundiyên Kurd ên bi salane li Qendîl’ê tên bombebarankirin daxuyaniyek jî nadin. Gelo Kurdên li Qendîl’ê ne Muslumanin?"

Rudaw
 
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net