|
|
Gotinên nemir: Dr. Mihemed Meşûq Xeznewî
Çima salvegerên wan derbas bûn û hun bê tevger, di xew de bûn? Çi we dixe xew? Çima hun
bawer nakin ku jîyan dikane ji bo mirîyên wek min û we jî bê dayin?
Nivîsa jêrîn axaftina dîrokî ya şêxê şehîdan, zanyar Dr. Mihemed Meşûq Xeznewî ya di 8/4/2005an de ye.
5 hefte berî ku ew ji alîyê rejîma Sûrîyê di 10/5/2005an de bê revandin ev axaftin kiribû. Ev şehîdê hêja,
ji ber ku ev peyvên rastî û dadmendîyê kiribûn, heta bi mirinê bi êşkenceya hovane rûbirû mabû; laşê wî
yê jihevxistî di 1/6/2005an de radestî malbata wî kirin. Xwedê jê razî be û bila cîhê wî bihuşt be:Ew
peyveke xatir xwestinê bû?Ew li ser xwe dipeyivî?Erê, wî bi awayekî pêsin tûk kiribû rûyê qeşaşên xwe.
Bi navê Xwedayê dilovan û mihrîban
Birayên hêja
Hevalên hêja
Her kes dizane ku ez tucarî tev li cenazeyan nebûme û kesên nêzîkî min dizanin ku ez tev
li salvegera mirina bavê xwe yê rehmetî jî nabim. Ez yek ji wan kesan im ku heke nikanibin
mirinê li jîyanê vegerînin, pêwîstî bi pîrozkirina mirinê nahînin. Ji ber vê yekê ye ku ez
îro li vê derê di nav we de me: ne ji bo salvegera yekemîn a Ferhad e, ne ji bo swîngirtina
mirina wî ye. Ez li vir im ku jîyana wî û jîyana gel û netewa wî pîroz bikim. Ez pir bextewar
im ku bi we re jîyana vî zilamî pîroz dikim. Lê belê, ez her weha pir xemgîn im, ji ber
ku bêtirî bîst şehîdên me hene ku salvegera wan a yekemîn bêyî ku jîyanên wan ji alîyê
netewa wan bê pîrozkirin derbas dibe.Farhad delalîyê ber dilê me hemûyan e. Ez vê yekê
li gel rêzgirtina herî bilind ji bo hisên bav, dê, jin û keça wî dibêjim. Erê, ew
delalîyê me ye, lê belê kî dikane bibêje ku bîst kesên din û hinek şehîdên me ne di heman
asta Ferhad de ne?Çima salvegerên wan derbas bûn û hun bê tevger, di xew de bûn? Çi we dixe
xew? Çima hun bawer nakin ku jîyan dikane ji bo mirîyên wek min û we jî bê dayin? Birano,
maf ji bo xêrxwazîyê nayên dayin, lê belê ew bi darê zorê tên sitendin.Her dilopeke xwîna
şehîdan divê li wê derê be ku rehekên mafên we av bide û divê ji nuha û pey ve em nehêlin
ku şehîdên we bên jibîrkirin. Şîa ne çewt in ku her sal Husên bibîr tînin; zilamekî ku
hezar û çarsed sal berê hatiye şehîdkirin, lê belê netewa wî, Şîa hîn jî xwîna wî pîroz dike,
ne ji bo ku ew zilam miriye, lê belê ji bo ku ew dixwazin komekê, netewekê, Şiîyan, bi hêza
xwîna wî vejînin.Dibe ku ez bi hûrgilî fahm nekim ku çi bi serê Ferhad de hatiye.Ez yek ji wan
kesan im ku ji qemçûran (qarmîçe) pir ditirsin û ez naxwazim ku wan bîbîr bînim. Lê belê ji ber
ku bavê wî ez ji bo vê civînê vexwendim, ez nizanim ku çima Yaser û Sumayah tê bîra min. Yaser,
yek ji wan hewarîyên hêja bû ku êşkencekarên wî tenê ji bo ku gotineke xerab ji bo Mihemed bike,
soza hemû rehetî û azadîyê dan wî, lê belê wî qebûl nekir û Sumayah jî qebûl nekir, bi ser de jî
tûk kir nav çavê Ebû Cehîl. Çîrok bi vî awayî ji min re hat gotin. Ji Ferhad jî hat xwestin ku
gelê xwe piçûk bixe û ez nizanim ku wî tûk kir nav çavên wan an na, lê belê bi rastî, her kesê
ku bixwaze ku merivek gotinên xerab ji bo gelê xwe bike, divê meriv tûk bike ser çavên wî..
Destûrê bidin min ku ez hinek agahîya bi kitkit bidim we, ji ber ku di vê civînê de wek
seydayê olî ez bi tenê dipeyivim.
Ferhad, min ji bo te hinek peyv nivîsîne; ez ne helbestvan im,
lê belê ez dikanim êşa xwe û êşa gel û netewa xwe bi rêya te hiş bikim.
Ferhad.Hemû ciwanên me
tu ne.Jinên me gişt li ser te şwîn digirin.Hemû rayên xwînê yên zilamên me xwîn bûne.Hemû rayên
xwînê yên zilamên me ji ês û birînan dipeqin.Lê belê ji bo ku tistek pêk were, divê zilamên me
wek te bimirin; neteweke mirî ji alîyê zilamekî ve tê vejandin, neteweke ku xwe wek mirîyan his
dike, jê re mirovek pêwîst e ku bêje, rabe! Tu ne mirî yî! Ew kes jî tu bû, Ferhad.Min hewl da
ku te bînim pêş çavên xwe, tu kî yî? Maqûl e ku meriv biçe salvegera kesekî ku meriv wî nas nake?
Tu kî yî? Min hewl da ku taybetîyên te bînim pêş çavên xwe, lê min nedikanî. Her cara ku min hewl
da ku taybetîyên te bînim pêş çavên xwe, dengê qîrînên te yên ji ber qemçûr ket guhên min û her
cara ku min hewl da ku bejn û bala te bînim pêş çavên xwe, şokên elektrîkê yên ku di laşê te
yê nazik re derbas dibûn dihatin pêş çavên min. Dema ku min hewl dida ku guhdarî bikim, min
girîyê te dibihîst. Ez nizanim, dibe ku dema ku ez dibêjim tu girîya, ez te kêm dihesibînim,
ji ber ku kesên wek te natewin û nagirîn, lê belê li hemberî înfazkaran wek çîyan ji pêyan
disekinin. Lê belê, bihêle ku ez ji te û hemû şehîdên vê netewê re bibêjim, Ferhad, ku em hemû
tev li rijandina xwîna te bûne, ji ber ku em demeke dirêj di xew de man û me tu radest kir û me
giştan qedrê te û hevrêyên te şikand; me li we nepirsî, me neda dû înfazkarên we û me darizandina
wan nexwest. Fermana berdana girtîyan ji girtîgehê hêsan e, lê belê ne mimkun e ku meriv bi
fermanekê jîyana Ferhad û bêtirî bîst şehîdên me yên din bi şûnve bîne; lê belê tu û tenê tu
dikanî li jîyanê israr bikî û xurt raweste ku mafên xwe yên mirovî doz bike.Dema ku efser ji
esker pirsî: Hun kî ne?Divya wî bigota: em kûçik in.Lê belê ji dewsa wê, wî got: em mirov in û
ji ber wê yekê bû ku wî bi bota xwe ya leşkerî lêxist.Fermanên we dikanin wan hemûyan vejînin.
Heke hun bixwazin ku mirov bin, hun mirovên Ferhad.Ez dizanim ku serfirazîya Xwedê nêzîk e,
lê belê divê em hêvî bikin ku berî ku zilamê me yê herî lawaz li ser gora te raweste û bibêje
ku em şehîdên xwe vedijînin, da ku em xwe bi wan vejînin, em gişt ne miribin. Bila dayika te
destûrê bide min, Ferhad, da ku bibêjim: heke min bikanîya ji ruhistîn bixwesta ku bihista ku
min hinek kesên din têxista dewsa Ferhad, muhtemelen nîvê gelê te wê ji dewsa Ferhad biçûya,
ji ber ku ew ji xwe mirî ne û pêwîst nake ku meriv bang li mirîyan bike.Îro ez dibêjim ku em bi
niyet in ku hemû kesên ku we kuştine vejînin, tiştên ku we hilweşandine ji nuh de ava bikin û
hemû tiştên ku we xera kirine rast bikin. Ferhad û kesên din ên wek wî wê bibin tovên tiştên
bihê û her tovek ê sedên wek xwe bîne û Xwedê wek ku dixwaze ji bo hemûyan zêde dike. Jinên
me wê bi hezaran zarokên wek Ferhad bînin dinyê û kesên ku guneh kirine wê di çinîna bagerê de lê hay bibin.
Jêder: Malpera Şêx Maşûq Xeznewî
|
|