|
|
Di dema Beşar
Esad de, bi hezaran girtî hatin kuştin
Komîteya Mafên Mirovan ya Sûriyê rapora mafên mirovan ya sala 2008 belav kir. Di raporê de îhlalên
derbarê azadîyên şexsî û mafên mirovan tên berbiçavkirin û tê îdîa kirin ku îhlalên dema Beşar
Esad ji yên dema bavê wî Hafiz Esad derbas kirine.
Di raporê de tê destnîşankirin ku ji dema Beşar hatiye ser hikûm û heta dawiya sala 2008 17
hezar girtî ji aliyê muxabaratê ve hatine kuştin û tiştên îro li Sûriyê dibin ji tiştên dema
Hafiz derbas kirine.
Hin îdîayên di raporê de ev in:
- di girtîgehan de pirrayêyên wan îslamî 17 hezar kes hatin kuştin( ji holê hatin rakirin)
- bêedaletiya dadgeha neyasayî Dadgeha ewleyiya dewletê, berdewam e.
- Birêvebirên Belavoka netewî û demokratîk ya Şamê, hatine girtin û ji aliyê
mahkemeyek bêîtbar, bê edalet û ne bêteref hatine mahkemekirin û ceza li wan hate birîn.
- Çalakvanên kurd hatin girtin û bi heman şêweyê ceza li wan hat birîn.
- Bi qanûna (49/2008)ku bikaranîna erda li ser sînorê Sûriyê, maf ji kurdan hat wergirtin
ku biçin ser erd û mulkên xwe.
- Eşkence û muameleya xerab ya di girtîgehan de sîstematîk berdewam dike.
- Dewletê dest daniye ser milkê welatiyan û rê nade ku ew wan weka welatiyên xwedî
mafên meşrû, nas bike.(pirrayiya van welatiyan jî kurd in)
- Saziyên sivîl yên civakî dibin zextan de ne.
- Sansora ser çapemeniya dijîtal û print berdewam dike.
- Di 4.07.2008 de li girtîgeha Sednayê de 25 girtî hatin kuştin.
- Di dawiya 2008 de dîsa li vê girtîgehê 127 girtî hatin kuştin.
- Muxalifên kurd, ereb û îslamî tên girtin yan jî revandin.
- Bi dehhezaran welatiyên ku bi qanûna 49/1980 ji cîh û warên xwe
hatine bidûrxistin, hê jî nikarin vegerin cîhên xwe.
|
|